Li Kurdistanê Sosyalîzm | Nivîs: Şerefxan Cizîrî
Li ser vê mijarê ez dixwazim hinek dîtin û nirxandinan pêşkêşî xwîneran bikim. Heta niha di derbara bingeh, teorî, rêbaz, utopya û bîrdoziya Marksîzm-Sosyalîzmê de min xalên cuda formüle kirine. Mirov bi hêsanî û beşik dikare gelek xalên din jî li van xalan zêde bike. Lê gava ku mirov li ser van xal û mijaran hûr û kûr bibe, bi baldarî wana binirxîne, wê dîtinên li ser sosyalîzmê jî bi tevahî, li ser dîroka şaristanîyê û civakê, li ser pêşbînîyên civaka sosyalist, li ser dijberiya kolonyalîzmê û daxwazên siyasî bi zelalî derkevin holê. Wê gavê dîtin li ser sosyalîzmê baş zelal dibin, dîtin û daxwaz bêtir şênber jî dibin. Civakeke sosyalist di bingeh û helwestên xwe de, di têkilîyên nava mirovan de, gelo wê kîjan guhertinên civakî diparêz e? Derxînê pêş? Di derbasbûna berbî sosyalîzmê de li gorî pileya civakên cuda ev formasyon wê sosyalizmê çawa baştir şênber bike? Kijan pêrabûnên ekonomik, kulturî, perwerdehî, zimanî, hişmendiya rastî ûhw, wê di pratîkê de çawa formatên xwe bigirin?
Baş têzanîn ku li ser van daxwazan, li ser civaka sosyalîst her gav niqaşên fikrî û teorik hebûn û hene jî. Lê Karl Marks bi xwe li ser civaka sosyalist tu projeyên berfireh jî pêşkêş ne kiribûn. Wîna tu caran nedixwest reçeteyekê ji bona mıtbexa pêşeroja civakê binivîsîne. Marks bi xebatên xwe, bi dîtin û teorîyên xwe armanc dikir ku bingeh û veguherina civakan û dîrokê fêr bibe. Ji mantikê pêşketin û geşedana dîrokî dersan werbigire. Lê wîna pirsa sosyalîzmê bi xwe, ji xwe re nekiribû weke projeke utopîk û îdeal. Di dema xwe de Marks ev teori û dîtinên îdealîstî, bi rêzbazên berfireh û rexnegir baş rexne kiribûn. Li gorî Marks û Engels civaka sosyalist nikaribû bibûya civakeke xeyalî, ji hemû kul û derdan azad, bêpirsgirek, bê asteng û senc, bêkêmasî û şaşî, her tişt û buyer li gorî daxwaza mirovan pêk bihatana.
Li ser wan dîtinên xeyalî û hişmendiya ne rast, Engels bi navê “Geşedana Sosyalîzmê Ji Utopîya Berbi Zanistê De.1880 ” xebatek berfireh amade kiribû. Engels ev teorîyên beriya dema xwe baş rexne kiribûn û ne dixwestin ku wan teori û dîtina, bi teori û dîtinên ku wana rexne kiribûn tijê bikin. Armanca Marksîzmê ne ew e ku mirov Elo bixin şûna Celo, nezanîyê bi nezanîyê sererast bikin, xerabîyê bixin dewsa xerabîyê. Sosyalîzm divabû li ser bingehekî zanistî, li ser tecrûbeyên dîrokî, bi hişmendî û bi projeyên veguherîner bihatana ava kirin.Ji ber wan sedeman jî Engels rexne li pêşengên sosyalîzma utopîk weke Saint Sımon, Charles Fourier û Robert Owen dikirin.Lê tucaran ji xebatan wana ji bînî de red ne dikirin, ew biçûk nedidîdin.Xebatên wana weke jêderkên bingehîn dipejirandin lê rexne ji li dîtin, xeyal, mînak, razberbûnên wana jî dikirin…
Eşkereye û baş jî têzanîn ku sosyalizm weke têgeh ji gotina socius ku di zimanê latinî de dihatê wateya rêheval derçûbû û dûra gelek nirxên din jî lêhatibûn bar kirin. Di bîr û boçûnên ku li ser sosyalîzmê tên niqaş kirin de, mînak, dîrok û tecrûbeyên sosyalîzmê gelekî kevnar in û digîhêjin heta civaka komûnal, hinek tevgerên olî û kevneşopîyên felsefî jî. Teorî û dîtinên sosyalîzmê bingehê xwe ji hemû formên jıyana hevbeş ku di dîrokê de hebûn digire û wana ji nûve formüle dike.Li gorî demên dîrokî û nirxên îdeolojîkî li têgeha sosyalîzmê gelek wateyên din jî heta niha hatibûn bar kirin.Weke hevdûgirtin, parvekirin, pêkvejiyan, yeksanîkirin, hevbeşbûna jiyana civakî, plansazîya civakî, vekhewî û hişmendiyeke rasteqînî ûhw…
Lê em baş dizanin ku sosyalizm rêzaneke ekonomî ye jî, dîtineke felsefî ye, materyalîzma dîrokî bi xwe ye.Di heman wextê de sosyalîzm têkoşîn li dijî kapîtalîzmê ye, li dijî kolonyalîzmê ye û emperyalizmê ye jî. Di prensip de sosyalizm li dijî zorê ye, li dijî zordestîyê ye, li dijî kedxwîrîyê ye, li dijî çewsandina mirovan bi destê mırovan e jî. Ji bona wekhevîya mirovan sosyalizm têdikoşe û hemû pêdiviyên mirovan dixwaze bicîh bîne. Civakeke têr û tijê ava bike. Sosyalîzm herdem armanc dike ku mirov, weke takekes azad bibin, serbixwe bibin, debara xwe bikin, ne mohtacî kesekî din bin, bi hevdû re alikar bin, di hevbeşî û hevkarîyê de bijin, biryarên xwe bi xwe bidin û ji hişmediya sexte jî bi dûr bikevin.
Bi tevahî tê pêşbinîkirin ku wê li Kurdistanê ji niqaş li ser çilobûn û çawabûna sosyalîzmê hertim hebin û divê hebin jî.Divê gotûbêjên me jî li ser vî bingehî û nezikbûnên ku li ser zanebûnên dîrokî û civakî, model û tecrûbeyên ku hebûn ava bibin û pêş de biçin. Xeta helî maqûl û zanistî ji bona pêşeroja sosyalîzma li Kurdistanê ev e. Bêyî vê helwesta rexnegir û zanistî wê sosyalizm li Kurdistanê, şaşîyên ku li ser navê sosyalîzmê hatine kirin, her gav dubare bike. Em divê li ser civaka sosyalist li Kurdistanê ji niha û pêde fikir û ramanan, program û projeyan bi hevdû re nîqaş bikin.Bila nîqaşên me azad bin, rexnegirbin û li ser bingehê Marksîzmê pêş de biçin.Li ser bingehê niqaşeke azad û zanistî divê formasyona sosyalîzmê li Kurdistanê zelal were pêşkêş kirin..Tenê bi şermezar kirinên qurmiçandî,bi manipûlasyonan û qûretîyên li sikakan, bi dijminayetiyên navxweyî, berberiya bê watê em ê tucara nikaribûn sosyalîzmeke li gorî rastîyên civaka xwe pratîze bikin.
Sosyalîzm li Kurdistanê divê li ser bingehê civaka Kurdistanê ava bibe.Li gorî rewşa demkî rengekî Kurdistanî jî bigire. Hilbet em ê weke sosyalîstên Kurdan ji tecrübe, model, formasyon, şikeştin û serfiraziyên dinyayê jî dersan derxînin lê berîya her tiştî modela me ya sosyalîzmê divê bi rastîyên civaka me re li hevkiri be. Baş têzanîn û gelekî diyar jî bûye ku di navbêna têkîlîyên gerdûnî û heremî de hergav têkilîyeke diyalektîkî heye. Carna herdû têkilî bi hevdû re bi hemahengi nameşin, teqla wana nabe yek, di têkilîyan de zewirandin çêdibin lê di dawî de jî bi rêbazên aqılane, ew têkilî dikarin serast bibin. Divê mirovê Kurd û sosyalist tucara jibîr neke ku Kurdistan beşek ji dinyayê ye û nirxên dinya jî li Kurdistanê formasyona xwe digirin.
Heta niha di asta dinyayî de li ser sosyalîzmê gelek teori û dîtinên cuda hatine formule kirin. Ev dîtin û teori beriya Marks ji hebûn, di dema Marks de berdewam kirin û piştî Marks jî ev niqaş her berdewam in. Sosyalîstan di nava xwe de her gav û li her welatan ji xwe dipirsin: sosyalîzmeke rasteqînî û li gorî berjewendiyên kedkaran divê çawa ava bibe? Em dizanin ku di niqaş û gotûbêjan de heta niha formasyonên cuda derketinê pêşberî civakan.Di van formasyonên cuda de, bi tena serê xwe kevneşopîyên berfireh hene û ew di hundirê xwe de jî hinek model, formasyon û avansazîyên cuda derdixînin pêş.Model û formasyonên cuda jî bi wextê re, li gorî pratîka mirovan bi xwe jî dibin îdeolojî, dibin teorî û pratîkeke ku sosyalizm li ser van dîtinana ava dibe, derdikeve holê. An sosyalizm li ser van dîtinan pêş de diçe, an deforme dibe, an jî sosyalîzm tê red kirin…
Gelek ji van dîtinanan bêşik di nava xwe de nakok in, ne baş li hev kirine.Hilbet her teori û dîtin di derbarê sosyalîzmê de ne rast in jî. Gelek dîtin û teori, heta pratîka wana bi xwe jî ne li gorî bingehên Marksîzmê hatine pênase kirin, hatine pratîzekirin. Li gorî dem û bîrdoziya çinên civakî, li gorî pileya geşedana kapîtalizmê, li gorî rewşên demkî û civakî dîtinên cuda derbara sosyalîzmê derketine pêş. Ev rastîyeke bêşik e. Mirov bi hêsani dikare çavderiyê bike ku li gorî konjukturên siyasî, li gorî demên şer û aşîtîyê, li gorî nêzikbûna şoreş û reforman gelek ramanwer û tevgerên siyasî sosyalizm li gorî rewşên şênber xwestinê bixînine nava hinek pênaseyên berteng û demkî. Ewana bêtir weke qolincên berbi sosytalîzmê de, weke gav avêtinên demkî divê werin nirxandin. Sosyalîzm gelek caran û li gelek welatan û di gelek deman de jî hatiyê pînekirin. Pinekirina sosyalîzmê her gav wêneyên beloq û ne bedew derxistinê qada dîrokê. Di van tevgirêdanan de helwestên ne ji dil derketinê pêş û pratîze jî bûne. Hinekan sosyalîzmê weke oleke nû pênase kirine û ji xwe re pêxemberên nû afirandine. Hinekan xwestine kapıtalîzmê reforme bikin. Hinekan ji binî de dev ji doza sosyalîzmê berdane. Hinekan kedkar û aligirên xwe xapandinê û keda wana firotine serdestên civaka xwe.Lê gelek caran ev helwestên wisa di encamên xwe de weke ji sosyalîzmê bi dûrketinek hatine nirxandin. Di dawî de ew bûne formasyonên cuda û bi xaintîya dozê re jî rûberû bûne…
Heke îro Karl Marks li dinyayê vegeriyabûna û rewşa ku sosyalist tê de ne bidîtana, li ser vê rewşê çavderiyeke tevahî jî bikirana, gelo wê Marks xemgîn bibûya an jî wê xwe rexne kiribana? An jî wê bigotana; ji binî de ez şaş hatime fêm kirin? Ez bahwerim ku wê Marks gelek rexne li tevger û civakên ku bi navê sosyalîzmê hatine nas kirin, kiribana, wê gelek dîtin û teoriyên xwe ji bona sosyalîzmê ji nû de formüle kiribana.
Li gorî teori û dîtinên Marks û Engels gelekî eşkereye ku sosyalizm armanc dike ku çinên sosyal ji holê rabin, wekhevi di civakê de saz bibe. Sosyalist armanc dikin ku dewlemendiya serdestan bibe malê hemû civakê. Sosyalîst dîsa armanc dikin ku şer û şerxwaziyê, dijmaneyetî û pêşdarazîn ji nava netewan û civaka rabin û weke prensîb ji li dijî tund û tujiya bêwate radiwestiyan. Di hemû qadên jiyanê de wekhevîyeke civakî dihatê armanc kirin…
Dîsa eşkereye ku piştî têkçûna kapîtalîzmê, civak wê xwe ji bona rêxistineke nû amade bike û hilberîna civakî jî hevbeş bike. Di civaka sosyalist de hilberîna madî ji bona pêdivîyên mirovan tê kirin, ne ji bona qezenca takekesan, an komiken taybet. Nirxa zêdebar ku di teorîya Marksîzmê de xwediyê cihekî taybet û navendî ye, encamên wê divê bikevin xizmeta hemû civakê, ne ku bibe dewlemendî û bikeve xizmeta rêvebir û serdest, nekirkêr û birokratan. Di civaka sosyalist de divê hemahengi di navbêna hêzên hilberîne û têkilîyên hilberînê de hebin û ew jî di nava xwe de li hev kiribin.Teknolojî bi tevahî bikeve xizmete mirovan.Qet nabe ku di civaka sosyalist de mirov bibin koleyê teknoloji û makîneyan.Di civaka sosyalist de divê gav bi gav cudabûna karên gewdeyî û karên entelektuelî berbi hevdû de werin û ev nakokî jî bi dawî bibin. Dîsa cudabûna di nava bajar û gundan de divê bi dawî bibe, civak yeksanî bibe…
Divê mirov baş zanibe ku kapıtalîzma dewletê ne sosyalizm bi xwe ye. Heke dewletîkirina hinek sektorên weke tren, telekom, medya, balafir û endustrî bibin malê dewletê, ew bi tena serê xwe tucaran nayê wateya ku civak buye sosyalist. Divê dewlemendîya civakê bibe malê xelkê, di asta xwecîhî de, di asta heremî de û asta navendî de saman baş werin dabeş kirin. Ew her sê babetên samanî hevdû kontrol bikin, bi plansazıyeke bi rêkûpêk de bikevin xizmeta kedkaran û di formasyona dawî de jî bikeve bin kontrola girseyîya civakê. Divê dewleta sosyalist di xizmete civakê de be. Ne civak di xizmeta dewletê de be. Ji bona ku sosyalizm bingehê xwe tebût deyne, divê kedkar bi her awayî xwedî li sosyalîzmê derbikevin û wêna pêş de bibin, weke pêşeroja xwe xwedi lê derkevin.
Nabe mirov doza sosyalîzmê bisipêre hinekan ku ne xwediyê tecrübe, zanebûn, girêdayî nirxên sosyalîzmê û kedê ne. Divê mirovên canbaz û manipulatorên siyasî û fikrî ji tevgera sosyalîstî bidûr bikevin. Divê em karibin pergaleke kedê, jêhatbûnê, hişmendiyeke civakî û berjewendiyên giştî di siyaset û rêvebirana civakê de ava bikin. Ev pergal bi hemû rêvebirîya xwe bikeve bin saxtikirin û bandora gel û bi rêbazên demokratîk birêve biçe. Di avakirina sosyalîzmê de rêbazên Jakobên tucaran û tu wextan jî nikarin li gorî bîrdozîya Marksîzmê bi rê ve biçin. Li gorî têgihiştina sosyalîzmê divê hemû kes li gorî keda xwe bibin xwedî maf û cîhê xwe di civakê de dîyar bikin. Sosyalızm tucaran bi tena serê xwe nabe ya serokan, ya rêberan, ya teknokratan, qadroyan û partîyan. Di avakirina sosyalîzmê de hêza bingehîn gel û kedkar bi xwe ne. Sosyalîzm pêşî ji bona kedkara ye. Ji bona wekheviyeke civakî ye. Gelek mirovên nezan û aqilçelkîyayî dikarin bibêjin ku ne ji gel bûna, me yê sosyalizm bi hêsanî pratîze kiribana! Serok, birokrat û partî divê di xizmeta gele xwe de bin, ne ku di ser gel re bin. Gava parti û serokên ku xwe di ser gel re bibinin, pozbilindiya li beramberî gelê xwe bikin, şelaf û nekirkiran li derdota xwe vehewînin û kurtelxwiran xwedi bikin, di encam de wana hîna jî xwe ji formasyonên beriya sosyalizmê baş xelas nekirine. Ew ji heval, dost û hevreyan bêtir, ji xwediyê kedê bêtir ji xwe re li xûlaman digerin…
Encamên dîroka sosyalîzmê baş nişanî mirovan dide; gava ku formasyonên beriya sosyalîzmê bikevin nava rêbertiya civaka sosyalistî, wê gavê sosyalizm diqûrmiç e, silûk dibe, resentiya xwe winda dike û dibe rewşeke civakî ji rezê.Misyon û resentiya ku sosyalizm li ser hatiyê damezrandin bi wextê re wê gavê winda dibe.Ma sosyalizm û pergala pêxembertiye, ya reîstîyê û axatiyê, ya şêx û mırîdayetiyê, ya xulamtiyê li hevdû dike gelo? Sosyalîzm weke tevger divê bibe armanca hemû civakê û bikeve bin kontrola kedkaran, mirovên jêhatî, xebatkaran û mirovên ku şênber di hilberin û civakê de kar dikin. Mirovên ku ji hela madî û manewî de afirînerin. Divê di civaka sosyalist de xweseriya saziyan di tevahîya civakê de pêk were. Ji gund û taxan bigirin heta ku biçe navenda civakan divê pergalake xweseriyê û rêvebirineke demokratik were damezrandin. Siyaseta navendî ya dewletê divê gelek erk, derfet û peywirên xwe bi civaka xweser re parve bike, Derfet, ekonomi, desthilatdarî, rêvebirî di nava xwecihibûnê, heremîbûnê û dewleta navendî de bi zelalî werin dabeş kirin. Her qorziyekê welatê me hêja ku bijî, were pêşketin û parastin. Divê gav bi gav têkilîyên ku beriya civaka sosyalist hebûn ji holê rabin û hemû takekes li gorî ked û jêhatbûna xwe di civaka xwe de bibin xwediye berpırsyarî…
Li dinyayê gelek mînak hene, dîsa tecrübeyên şênber jî hene ku sosyalizm bi tena sere xwe bi tank, top, mitralîyoz, keleş û balafirên şer ava nabe. Heke pêdivî bi wan alavan carna hebe jî, bikaranîna wan nikare bibe jî rêzê û bibe pergaleke siyaset û civakê.Nabe tucaran sosyalizm militarize bibe. Ango sosyalizm divê jî rêbaz, alav û sembolên militarîzmê bidûr bikeve, bibe sivîl û şaristanî. Sosyalizm nabe tucaran bibe civakek polisîye, di nava cil û bergen leşkeri de were fetisan din û tenê li ser mantiqe ewlekariyê birêve biçe. Sosyalîzm divê li ser bingehê wêrekbûneke civakî û zanebûnê ava bibe, ne li ser bingehê leşkeri û ewlekarîyê. Ji ber pratika ku heta niha li ber çava ye û li ser navê sosyalîzmê hatiye ceribandin jî divê mirov rexnegir be, bi doza xwe re dırust be û civaka sosyalist ji bermayên civakên kevnare azad bike. Ji ber gelek encamên ku heta niha derketine holê û bi berfirehî şênber bûne, em dibinin ku gelek niqaşên teorik û pratik li ser navê modelên sosyalîzmê derketine pêş.Lê sosyalizm nikare bibe sextekarî, xapandin, deformasyon û bi xwe re nirxên sosyalîzmê jî bilewitînin.
Di civaka Kurdistanê de pêngava yekemin ji bona sosyalîstan ev e, kolonyalîzm divê ji Kurdistanê derbikeve, bi dawî bibe. Bi rê û rêçikên pêwist were qewirandin. Divê Kurdistan weke welat pêşî serbixwe bibe, dezgeh, saziyên ku bermayên kolonyalîzmê ne divê werin hilweşandin. Tenê yên ku xwediyên niştimana xwe ne dikarin bibin xwediyê mal û milkan li welatê xwe, an jî yên ku xwediyê azadi û alavên ku pêdivî pê heye vê daxwaziyê hane dikarin bicîh werinin, dikarin bibin xwediyê niştimana xwe. Heta ku rizgariya netewî bisernekeve, sosyalizm li Kurdistanê nikare were ava kirin û pratîze kirin jî. Doza serbixwbûn û sosyalîzmê li Kurdistanê divê bi hevdû re bimeş in. Beriya ava kirina sosyalîzmê li Kurdistanê dive welatê me, erdnigariya me ku em weke netew li ser azad û serbixwe dijin, hebe. Ma li hewa û ezmanan sosyalizm ava dibe gelo? Ma ku serweriya netewa Kurd tune be, em ê çawa sosyalîzmê li welatê xwe pratîze bikin? Ma dibin bandor û têkilîyên kolonyalîzmê de wê Kurd çawa sosyalîzmê ava bikin? Ma ku dewlemendiya welatê me, ya sererd û binerd, ne dibin kontrola Kurdan de be, em ê çawa plansazîya ekonomîk li welatê xwe saz bikin?
Ji ber wan sedeman jî divê pêşî Kurdistan rizgar bibe, nirê kolonyalîzmê bişkîne, Kurd bibin xwediyê mal û milkên xwe, bibin xwedî sazîyên xwe. Kurd divê bibin xwedi derfet û kultura xwe, bibin xwedi dîrok û zimanê xwe jî. Bi Kurdî perwerde bibin, zanîngeh û sazıyên dewletê bi Kurdî bin. Kurd bibin xwediyê civaka xwe. Li welatê xwe jî serwer bibin. Divê Kurd desthilatdarên hundir û derveyî ku li Kurdistanê hebûn û weke zîroyan, şez û genan heta niha xwîn û keda gelê Kurd miştine, desthilatdarîya wan bi dawî bibe. Kurdistan divê ji kedxwiran û nekirkêrên derve û hundir paqij bibe, di civaka xwe de pêrabûnên li dijî nejêhatiyan, zexelan û bertilxwiran jî berfirehtir û kurtir bike.
Hemû tixubên ku dagirkeran di nava me da saz kirinê, al, sembol û rengên wana divê em di civaka sosyalist de fizikî tunebikin. Divê ew hebûn û sembolên dagirkeran ji hişmendî û dêrûnîya Kurdan bidûr bikevin. Divê pêşî kurd bibin xwe, divê Kurd bibin ji bo xwe û civaka xwe. Li gorî vê rastîyê jî, xwe ji bona civakek sosyalist bi rêxistin bikin: Li welatê me divê sosyalizm li ser rastî û daneyên xwezaya me, erdnigarî û rûweknasîya me, têkilîyê dîrok – çanda me şênber bibe. Sosyalîzm divê li gorî têkîlîyên çinên sosyal û di civakek serwer de şênber bibe. Li gora vê rastiyê jî formasyona xwe bigire.Divê gelekî bi zelalî Kurdên me şanazîyê bi şaristanî, kultur û zimanê xwe bikin.Ma em ê sosyalîzmê li Kurdistanê bi Tirkî, Farısî û Erebî pratîze bikin? An jî bi destûra dagirkerên welatê xwe birêve bibin, ava bikin? Qet nabe! Ma dinyayeke wilo heye gelo? Sosyalıstên Kurdistanê dive gelek bi zelalî û eşkere ji bona hevdûgirtina Kurdan, azadî û serbixwebûna Kurdistanê têkoşîn bidin.
Ez baş dizanim ku gelek çawkanîyê sosyalîzmê hene, gelek lêkolîn û xebat li ser navê sosyalîzmê hatine kirin.Yek ji wana ku bala min baş kişandiyê gotareke Albert Einstein e. Ev xebata kurt û watedar di sala 1949 de, piştî şerê Cihanê Yê Diduyan ni navê “Why Socialism? 1949” di Kovara Çepgir Monthly Review de hatibû nivîsandin. Bi kurdî ev gotar tê wateya “Çîma Sosyalîzm” Li gorî zanistê navdar Albert Eınstein sosyalizm armanc dike ku civaka li ser nirxên sosyal û etîk ava bike. Li gorî dîtinên vi cıwamêrî mirov dixwazin ku weke mirov hevdû qezenc bikin, bi hestyarî û bi yeqinkirin, bi kêf û xweşiyê bi hevdû re bijin. Derfetên xwe bi hevdû re parve bikin. Baş têzanîn ku di civaka kapîtalîstî de “Hilberin bi armanca qezencê tê kirin. Ne ku wê armancên hilberînê çi bibin” dibêje Einstein.Minak, kapîtalîst çekan hildiberînin ji bona ku mirovan bi hevdû bidin kuştin dibêje Einsteîn.Him çekan hildiberinin û him jî gava ku mirov bi wan çekan hevdû dikujin, ew carnan hestiran ne ji dil dibarinin? Ma dirûtiyeke wilo beloq dikare kê kanix bike gelo?
Ji bona ku mirov ji wan armancên xerab bi dûr bikeve, di civaka sosyalist de divê civak giraniyê bide perwerdehîya mirovan.Li gorî Einstein divê perwerdehî di civakek sosyalist de pêşî bibe xwediyê armancên civakî.Ji bona hemû civakê bibe armanceke sereke jî.Dîsa ekonomiya civakê divê bê plankirin û li gorî pêdivîyên civakê hilberîne jî bike.Plankirina ekonomik bi tena sere xwe hilbet nabe sosyalızm.Sosyalîzm divê beriya her tiştî pirsgirêkên sosyal, hişmendî û kulturî çareser bike, di xebata xwe de navendibûn û siyasetê kêm bike.Di civaka sosyalist de zelalbûna armancên civakî divê baş derkeve pêş û niqaşên me ji divê azad bin û bê asteng werin pêşkêş kirin. Qedexe divê ji holê rabin û giranî bikeve qada zanebûnê… Einstein dîtinên xwe bi kurtas wilo formüle kiribûn.
Ez vê nivîsê bi rastî naxwazim zêde dirêj bikim.Her tişt jixwe baş dîyar bûye. Weke ku Roza Luxemburg ji gotibû; “an sosyalizm an jî barbarî!” li peşberi mirovantiye rawestiya ye. Hilbijartin ya mirovan bi xwe ye. Mafê hemû mirovan li dinyayê heye ku dîtin û helwesta xwe di vê dualîtiye de baş zelal bikin! Xebata sosyalîzmê li Kurdistanê divê li ser vê rastîyê pêş de biçe û formata xwe jî bigire.
Armanca sereke ji bona hemû Sosyalîst – Marksîstên Kurdistanê divê bêşik bibe Kurdistaneke Yekgirtî, Serbixwe û Sosyalîst. Di Rojhilata Navîn de divê Kurd bibin xwedî dewlet, bê Kurdistaneke serbixwe wê tucaran kedkarên Farîs, Tirk û Ereban nikaribin li welatê xwe jî sosyalîzmê ava bikin. “Neteweyên ku neteweyekî din bindest bikin û wana biçewsînin, bi perçiqînin, ew bi xwe ji ne azad in” Ev angaşta hane Marks ji bona Îrlanda gotibû, lê ew angaşt bi rastî bi hemû teori û dîtinên Marks re baş li hev kiriye jî. Beyî Kurdistaneke serbixwe tucaran ne pêkan e ku sosyalizm li Rojhilata Navin ava bibe û bi ser jî bikeve. Di rizgarkirina Kurdistanê de berjewendiyên kedkarên Tirk, Farîs û Ereban jî hene. Divê em û ciranên xwe bi hevdû re rizgar bibin, bi hevdû re azad bibin, bi hevdû re kedxwîrîyê ji Rojhilata Navîn biqewirînin. Wekhevîyê di nava netewan de saz bikin û bi hevdû re bibin cîranên xwedî bi rûmet. Di nava xwe de jî têkilîyên serdestî û bindestîyê bi dawî bikin û weke civak, dewlet û neteweyên wekhev bi hevdû re bijîn. Hevkarî û piştevanîya hevdû bikin, bi hev re têkilîyên hevbeş pêşde bibin û nirxên wekheviyê bi parêzin. Ya na tucaran sosyalizm li Rojhilata Navîn pêkan nabe, tund û tujî wê her berdewam be, pîvanên aqilane wê werin betal kirin, heger li ser navê sosyalîzmê tişteke were pêşkêş kirin jî, cudabûna wana û ya Baasîtiyê û Kemalîzmê jı qet hevdû namîne.
