Têkoşer û Helbestvan Osman Sebrî: Jîyan û Têkoşîn
Abuzer Balî HAN*
Osman Sebrî di sala 05.01.1905‘an de li Semsûrê li bajaroka Kolik (Kahta) li Gundê Narîncê ji dayika xwe bûye. Semsûr (Adiyaman) heya sala 1954 an bajaroka Malatyê bû. 1 ê Berfenbara sala 1954 an ji Meletyê hate veqitandin û kirin wîlayet. Ew bajarokên bi Meletyê va hatin girêdayin wek 9 bajarokên bi navên Besni, Çelikhan, Gerger, Gölbaşı, Kahta (Kolik), Samsat, Sincik û Tut bi Semsûrê va hatin girêdayîn.
Dadgeha Meletyê ya cezayên giran dida mirovan, wênê cara yekem Osman Sebrî ji cezayê darxistinê azad kirî bû! Ew bûyera Apo Osman Sebrî di salên 1980’yî de li bajarê Şamê taxa bi gotina Ereban „Cebel Akrad“ û bi navkirina Kurdan jî „Taxa Kurdan“ dema ez mala birêz mêvan bûm, ji min re wûsa gotî bû:“ Dema apên min darxistin, ez hîn xort bûm. Di xortaniya xwe de min dixwest ku ez efser (subay) bim! Lê Apên min yên serok aşîr dixwestin ku min ji bo rêvabirina aşîra me ya bi navê „Mêrdesiyan“ perwerde bikin! Ji bo vê ye, ez ji dibistanê derxistim û di xortaniya xwe de ez zewicandim!..
Dema apên min yên bi navê Nûrî û Şûkrî bi pir mirovên aşîrete ve hatin daliqandin, bi wê dozê (dawa) dewleta dagirker dixwestin min jî di wê rê da têk bibin! Wê demê ez di girtîgeha Meletyê de bûm! Ji ber ku ez li bajarê Meletyê dihatim mehkeme kirin! Di mehkemeya dawî de dema dozger (hakîm)ifada min digirt, navbeyniyek da doza rêva çûna dadgehê! Di wê demê de ez û dozger (hakîm) tenê mayî bûm! Dozger mirovekî bi heybet wek mirokî Kurd min ew eciband! Ji min re got:“ Xorto! Dewlet dixwazê te darda bike! Lê ez li te dinerim ku tû sûcê te ji bo tu were darda kirin nîn e! Ji bo vê ye ku ez dixwazim şansek jiyînê bidim te!.. Dema ez dadgehê biqedînim, cenderme û mirov dervayî vê salonê pir dibin! Tu bi kelepçeya xwe di nav mirovan de bireve!.. Ez baver nakim ku pir dû te kevin! Tu yê berê xwe bide Çiyayê Begdaxî û tê xwe bigîhîne nav aşîra Mêrdesiyan û aşîra Hecî Bediraxa ku li Kolikê!..
Şansa min wek dozgerê Dêrsimî gotî, baş serket! An jî dozger (Hakîm) ew şansa ji min re amade kirî bû! Ki dizane? Mêrxasên wek hekîmê Dêrsimî li dinê jimara wan kêm be jî, ji wana yek bûyî bû alîkarê min!..
Hêdî çiya û baniyên welat, ji min re bûn xelat!.. Her çiqas di xortaniya xwe de jî ez bêtirs û serbilind bûm! Lê çiya û baniyên welat ji wê rojê şûnde îdamê xelasî ji min re bûyî bû jiyanek nû!.. Min hêdî dixwest ku welatê xwe ez çawa azad kim!..
Hevalê hêja û hemwelatiyê min! Tê dîsa navê Meletyê û çîroka min anî bîra min! Ezê li ser hin bûyerên girîng te pê wan agadar bikim!
Bavê min û Serok Eşîra Mêrdesiyan zû çûyî bû ser dilovaniya xwe! Ez jî li paş mirina bavê xwe deh saliya xwe de sêwî mayî bûm!.. Dayîka min ya ronedî Emîne Xatûn, piştî ku bavê min çû ser dilovaniya xwe, ew bi apê min Şûkrî Axayê Mêrdesiyan re zewicî. Dayîka min bû malbeta apê min ya duwemîn! Apê min yê mezin Şûkrî Axa bi kar û barên Aşîra Mêrdesiyan rêva dibir. Apê min roj bi roj li ser rêvaberiya aşîra me, rêzan û rêdanên wê hînî min dikir…
Têkoşerê nemir Osman Sebrî li ser destpêka xwendina xwe ya seretayî jî ji min re wûsa berdewam kir:“Di sala 1917 an de mamosteyekî Tirk hatî bû gundê me yê Narînce. Li gel wî mamosteyî min şehadeta destpêkê (îbtîdaî) sitand. Sala dîn min li Kolikê (Kextê) dest bi dibistana navîn (rûştiyê) kir. Ew jî sê salan de min qedand û şehadeta xwe hilgirt. Sala 1922 an mêha payîzê ez hîn 17 salî bûm ku ez zewicandim!.. Ji wê jinê sê kur hatin dinê! Ji wana du kur zû mirin û kurê sêyem yê bi navê „Welato“ dimîne!.. Osman Sebrî bi gotina xwe wûsa berdewam dike:“ Lawê min yê ku bi navê „Welato“ her ku çû ew mezin bû! Welato bi serê xwe di jiyana min de ji min re bû xemûkeser! Ji ber ku ew xortê hêja wek lêheng bi destê pismamên min hate kuştin!..“
Di axaftina me da min xwest tiştekî li ser vê mijara kuştinê lê zêde bikim! Min wûsa got û berdewam kir: „Ew bûyera tirsehêz û qambax ya Welato di sala 1974’an de hatî kuştî, ew ji balbeta Apê Osman Sebrî, newiyê Şûkrî Axa yê bi navê Sirri Erdem têye nasîn bû. Sirri Erdem ji bo vê kuştinê cezayê mezin kişand şûnda ji zindanê têye der! Dema ew ji zindanê derketî, min bi rêya hevalên xwe me jê pirsî bû! Gelo te ji bo çi ew camêra bi tabenceya xwe kuşt!?!.
Bersiva Sirri Erdem wûsa bû:“ Em xismên hevûdune!. Bavê wî Apê Osman Sebrî zûde ji Kolikê derketiye û çûyê binxetê! Doza zeviyan û doza mal û milk Welato dikir! Em hemî xisim di jûrekê de (oda) rûniştî bûn! Axaftinên sert di navbeynê me da dibûn! Welato jêhatî û camêr bû! Dema hêrs ketî, wî destê xwe avêt pişta xwe! Min li pêşiya wî dest avêt tabenceya xwe û agir lê reşand!.. Welato di alîkî de ket ser xaliyan. Dema ew mirî û bêcan ma, me ew sekir ku li ser wî camêrî tabance tûne bû! Em pir ber xwe ketin! Ew yekcar hêdî mirî bû! Min cezayê xwe giran kişand! Ez bêjim çiqas pişmanim, bê feyde ye!..“

Osman Sebrî dema encama bûyerê ya ku ji min bîstî qet tu bersiv nedanê! Ji bêdengiyek şûnda di ciyê mayî de Osman Sebrî axaftina xwe wûsa berdewam kir:“ Ez benî, em Kurd ji neyartiyê de ji xwe re wek şêr û pilingin! Dema li dijî neyarên xurd de, em Kurd her yek di alîkî de diçin! Ji bo vê ye, ku em Kurd sernakevine!“ Wî gotina xwe wûsa dawî lê anî bû!..
Li taxa Kurdan ew têkoşerê nemir bes bi qiza xwe ya bi navê “Kewê“ tev dijiyan. Xaniyê ew tê da ne xaniyê axan bû! Xanî li ser yek qatî, hinek jî di erdê da hatî bû avakirin! Lê bas hûndirê malê her roj bi mêvanan tijî dibû! Mala wî wek dibistana zimanê Kurdî bû! Wî dersên zimanê Kurdî hînî Kurdan dikir! Lê kesekî bi navê Şivan hebû ku ew heft salî bû! Şivan şagirtê wî yê herî piçûk bû! Tenê ders dida wî. Aliyê dîn de ew herdû bûyî bûn hevalê hevûdu!.. Paşê bavê şagirt ji min re got:“Ew tenê ne şagirtê Apo Osman e! Ew havalê wî yê heja ye!“ Hevalê wî yê wê demê heft salî, îro li Swêden kî dizane ew bûyê nêzîkî 40 salya xwe!..
Rêvaberiya Kolonyalîstên Fransizan Apo Osman Sebrî wî carna surgun dikin, hincaran jî davêjin girtigehan!..
Dema ji girtîgehê sala 1937 an derket şunda li bajarê Şamê ew cîhwar dibe! Di sala 1944 an de zewaca xwe ya duwemîn bi Şadiyê Xanimê va dike. Şadiyê Xanim bi eslê xwe Çerkez bû. Bavê wê generalekî Osmaniyan bi navê Recep Toguz Paşa bû. Osman Sebrî dema sala 1926 li Adanê hapisêda bû, hevalê wî yê hepisê bi navê Hûsêyîn Hîlmî Atîk ji aslê Çerkez bû. Ji bo ku dêma li Bingolê (Çabakçûr) ew qeymeqam bûye, ji bo alîkarî û tevî serhildana Şêx Said bûye, 15 sal ceza dayî bûn wî…
Osman Sebrî dema hevdîtinên me da digot ku ew mamosteyê Tirk ku yê hatî gundê me mirovekî sosyalîst bû. Destpêke da gotinên wî kêfa min pênadihat! Paşê min dît ku ew li dijî feodalîtê û parastina gundî û zahmetkêşan re piştgir e! Her ku çû, ez nêzîkî wî dibûm. Dema apê min ez zewicandim, min bi apê xwe Şûkrî re got:“Apo!. Ez parê erdê yê xwe dixwazim!“ Apê min Şûkrî ji xwe çûyî bû! Ji min re got:“Para çi! Erd û gund hemî ya teye!.. Gelo par çiye!“ Paşê ji min pirsî û got:“Tuyê parê xwe çi bike!“ Min jê ra got: Ezê parê xwe li gundiyan belav bikim! Çi dikeve para min ezê wê bigirim! Bila gundî li erda xwe xwedî derkevin!“ Navbeyna me sar bûyî bû! Li gor apê min, heşê xwe min wê demê wenda kirî bûm!..
Apê min Şûkrî mirovekî jêhatî bû!.. Axayekî Kurdan wekû xwe bû! Di alîyê din de ew zavayê Hecî Bedir Axayê Kolikê bû. Dema Fransizan heya nêzîkî Kolikê bûn, Hecî Bedir Axa bi hezaran siwariyên Kurdan amade kirin û Fransiz ji wê dawerê kirin der!.. Ji bo vê jî ew mirovê xwendin û nivîsandina xwe tuneyî ji sala 1924 an şûnda du dewreyan ew bûyî bû miletwekilê Meletyê!.. Lê wî ne apên min û ne jî axayên Kurd ku alîkariya Şêx Sayîd kirine, ewna ji sêpeyan (îdamê) xelas nekirin!.. Dawî da malbeta Hecî Bedir Axa jî tevî axayên Kurd yên dîn ewna jî hatin sirgûn kirin! Mehmet ( 8 ê meha Augustê sala 1943 li sirgûnê hatî bû dinê. 11 ê Tîrmehê sala 2019 an li Enqerê jî çûyî bû ser dilovaniya xwe!..)
Apo Osman Sebrî ji zewaca xwe ya duwemîn ya bi Şadiyê Xanimê ve kirî sê law bi navê Hoşeng, Hoşîn, Heval û du qîzên bi navê Hingur û Hevî jê bûn. Dema li Şamê min mala wan serdan kirî bes qiza wî ya bi navê „Kewê“ tenê hebû! Dema agahiya li jor heyî navê Kewê derbas nebû! Ji ber ku kes li derdora Apê Osman Sebrî nemayî bûn, wî meriya xwe ya bi navê „Kewê“ anî bû mal! Ew jî bûyî bû qîza wî ya sêyemîn…
Dema ew bûyerên Suriyê yên dawî bûn, gorbehişt Apo Osman jî çûyî bû ser dilovaniya xwe! Kewê jî zewicî û bi hevalê xwe va dîsa barkirin bakurê welat! Wektekê li gundê Apo Osman Sebrî li Narîncê û li Kolikê bi cîhûwar bûn!.. Dema min dîwana Osman Sebrî amade dikir, ji min re got ku:“Hîn ez xweşim, dîwan bila bêye weşandin û çendikan jî ji min re bişînin!..“ Min jî soz dayî bû ku di xweşiya wî de ew dîwana wî ezê bidim weşandin!..
Soza min dayî bû Apo Osman Sebrî di saxiya wî de çi mixabin min nekarî bû wê bi cîh bînim! Bicîh ne anîna wê ne di deste min de bû! Pêşgotina dîwanê rehmetî Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanlî bi zimanê Erebî bi tîpên Aramî nivisî bû. Mamoste Îzedîn Naso wergera wê ya Kurdî bi tîpên Latînî amade kir. Çapxaneya Apec ya li Stokholmê wergera pêşgotinê xwestin bi xwe amade bikin. Lê soza min dayibû Mamoste Naso, ez lê venegerîm. Ew xwesteka Mamoste Wanlî jî bû. Çapkirina dîwanê dirêj kirin û dîwan dema sala 1998’an hate çapkirin, têkoşerê nemir Osman Sebrî jî roja 11.10.1993 çûyî bû ser dilovaniya xwe! Di rojên pêş me de bi çapa dîwanê ya 4’an helbestên wî yên heya îro di dîwanên çapbûyî de cih negirtin jî yê bikevin destê xwendewanan. Lê pirtûka wî ya ji serpêhatiyan bi navê “Hevalê Çak” min bi Hoşeng Sebrî ve amadekirî jî ji aliye weşenxaneya Lîsê ve li Amedê hate weşandin. Osman Sebrî û Cegerxwîn, her du helbestvan jî di rêya têkoşîna gelê xwe de jiyana xwe borandin. Her du helbestvan jî sosyalîst û azadîxwaz bûn. Herduyan jî dixwest Kurdistaneke azad û serbixwe bibînin û tê de bijîn. Cegerxwîn di goftugoyek xwe de ji min re wisa gotîbû: “Ne dûr e! Roj yê bêt, ez jî dizanim Kurdistan ê azad be! Lê ez jî dixwazim di Kurdistaneke azad de rojên xwe yên azad û şahî biborînim!” Ew xwestek ne bû para wana. Lê rojên li pêş me, ew xwesteka dilê wan ê bêguman pêk bê! Ew ê her bi karên xwe yên berbiçav di nav gelê xwe de bijîn û tu caran jî nayên ji bîrkirin. Piştî dîwana li Stokholmê hatî çapkirin, dîwan li Berlînê, li İstanbulê dîsa hatin weşandin!
Min karê xwe yê li ser dîwanê her berdewam dikir! 40 helbestî di dîwanên hatî weşandin de cîh negirtin û ji bo çapkirinek nû min amade kirin hemî şandin Amedê, çapxaneya bi navê „Lîs“! Di wê demêde birêz Hoşeng Sebrî jî ji bo civînekê li amadê bû. Çi mixabin diz ketî bûn çapxanê û hemî arşîv û kompûterên wan dizî bûn! Di vê navbeynê de dîwana ji bo çapa nû hatî amadekirî jî wenda bûyî bû!..Nûha ji bo çapa nû karê min berdewam dike!..
Di ew rojên borî de Keça Osman Sebrî ya bi navê „Kewê“ hevpeyîvîna wê ya bi Rûdaw Kurmancî re, di roja 10.11.2025 an de li Şamê hatî kirin da ew wûsa dibêje:“ Mîrasa bavê min ya 30 salan li Şamê hat şewitandin!..“ Hevpeyvîna xwe de wûsa diaxive:
“ Mala têkoşer û rewşenbîrê navdar yê Kurd Osman Sebrî (Apê Osman) li Şamê rastî talan û wêrankirinê hat!..
Ew mal zêdetirîn 30 salan ji bo xizmeta ziman û çanda Kurdî wekî navendekê hati bû bikaranîn. Keça wî Kewê, Osman Sebrî diyar dike ku di dema şerê Sûriyeyê çekdarên hikûmeta Beasê dest danîne ser mala wan û nêzîkî 2 hezar pirtûkên bavê wê şewitandine û kelûpelên wî yên şexsî jî dizîne!..“ Osman Sebrî yek ji kesayetiyên herî diyar yên doza Kurdî ye û jiyaneke tijî têkoşîn derbas kiriye. Keça wî Kewê ku ji bo xizmeta bavê xwe nezewicî bû, ji Rûdawê re behsa jiyana bavê xwe ya dijwar dike û dibêje!..
Kewê eşkere kir ku bavê wê her tim di bin zext û zordariyê de bû û got: „Tê bîra min e ku ez biçûk bûm. Dema hukmê Zeîm û Şîşeklî, em li Qamişlo bûn û bavê min li wir ket girtîgehê. Piştre ew ji Qamişloyê derxistin û jê re gotin tu xelkê teşwîqî raperînan dikî!.. Ji ber vê yekê, ew şandin Şamê. Li Şamê jî her tim dihat girtin an jî di bin çavdêriya mecbûrî de bû, heta ku ew şandin ciyê îro Gelê Dûrzî lê dijî navçeya Siwêdayê!..“ Ew di ciwaniya xwe de beşdarî Serhildana Şêx Seîd bûye. Ji ber vê yekê, Osman Sebrî 6 salan di zindanên Tirkiyeyê de maye!.. Piştî azadbûna xwe, ew derbasî Îraq û Sûriyê bû! Lê li wir jî wekî şoreşgerekî dev ji doza Kurdî berneda!.. Ji ber xebatên wî yên rêzanî (siyasî), hikûmeta Fransayê di sala 1936 an de ew sirgûn ciyê cûda cûda kirin. Pêşiyê de ew şandin Filistînê û piştre jî şandin girava Madagaskarê ya li Afrîqayê. Ew du salan li wê derê di sirgûnê de ma. Di serdema yekîtiya Sûriye û Misirê de, Osman Sebrî dîsa vegeriya Şamê!.. Keça Apo Osman Sebrî ya bi navê „Kewê“ dîsa dibêje: Dema min Apo Osman Sebrî dît, wî li taxa Kurdan ji xwe re xaniyek kirî bû. Li wî xanî de bi malbata xwe ve li wir dijiya. Di wê demê de wî dev ji siyaseta çalak berdayî bû û bi temamî xwe dayî bû xizmeta zimanê Kurdî!.. Bes bi nivîsandinê re mijûl dibû!.. Lê dema Kurdên siyasetmedar dihatin bajarê Şamê, yekemîn dihatin mala Osman Sebrî serdan dikirin! Xelk jî dihatin mala wî û dersên Zimanê Kurdî jê werdigirtin.“
Osman Sebrî di sala 1938 an de di damezrandina „Kuluba Xortên Kurd“ de jî di nav damezrandinan de bûye. Ji xeynî wî hevalê xwe û helbestvanê Kurdistan yê şoreşger û sosyalîst Qedrîcan, Dr. Ahmed Nafîz jî di nav amadekaran de bûne!..
Osman Sebrî piştî zêdetirî 30 salan xizmeta zimanê Kurdî de gelek berhemên wejeyî (edebî) afirandin şûnda 11 ê Cotmeha sala 1993 an roja duşembe, katjimera 15.30 de li Şamê çû ser dilovaniya xwe! Ew li goristana Gundê Berkevirê, li nêzîkî bajarê Dirbasiyê hate binax kirin. Keça wî Kewê xwest rêya bavê xwe bidomîne, lê piştî destpêkirina şerê Sûriyê neçar man bi mêrê xwe va vegerin Bakurê Kurdistanê Gundê Narîncê!.. Dema piştî çûyîna wan, li Şamê çekdarên hikûmetê 14 salan dest datînin ser mala wan!..Ew mala Osman Sebrî ya hat talankirin de nêzîkî 2 hezar pirtûkên pirtûkxaneya Osman Sebrî de heyîn, hemî tên şewitandin û tiştên wî yên şexsî jî tên dizînî!..
Lê destpêkê de Osman Sebrî di nav refên xortên „Xoybûn“ê yên çalak de jî ciyê xwe girtî bû!.. Ew bi lêhengî û bi camêriya xwe di nav gelê Kurdên rojava da baş dihat nasîn!..
Di aliyê zimanê Kurdî de sala 1954 an Rewşen Bedirxan, Jemal Nebez û Apo Osman Sebrî ji bo yeketiya zimanê Kurdî bilavokek belav kirî bûn ku dixwestin saziyek zimanê Kurdî saz bikin. Dema Jemal Nebez di ew salan de derket Ewrûpa, ew karê bikirana jî di nîvî da mayî bû!..Wek di gotina rûspiyên Kurdan (metelok) de hatî gotin: „Kesê zimanê xwe winda bike, ew kes winda ye!..“
Osman Sebrî jî wek Jemal Nebez evîndarê welatê xwe bû. Mamoste Osman Sebrî ji bo mamoste Jemal Nebez bîranînek serboriya xwe wûsa anî bû ziman:“ Ez benî, Jemal Nebez dixwest sekreterê Partiya Komunîst Ya Sûriyê Halîd Bexdaş bibîne û binase! Min jê re got: Du nebîne baştir e! Jemal Nebez li min vegerand û got:“ Em bibînin ji çi kêmtir e?“ Min jî got, baş e, rabe, em dikarin biçin!.. Em rabûn çûn heya pêşiya deriye Halîd Bexdaş. Li ber deriyê wî polisê devletê nobedar bû! Ji me ra got: „Hun çi dixwazin?“ Me jî navên xwe gotin û em dixwazin Halîd Bexdaş bibînin! Ew çû ber deriyê malê û dest danî ser zîlê dêrî! Zarokekî biçûk çar-pênç salî serê xwe ber derî re kire der! Polîs jê re got mêvanê bavê te hene! Demekê şûnda zarok dîsa vegerî serê xwe dirêj kir û got:“Bavo dibêje ez ne li mal im!“ Ew derî digire û diçe hundirê mala xwe!..
Min û mamoste Nebez mê li çavên hevûdu nêrî! Ez vegerîm mamoste Jemal Nebez û min jê re got: „Min gotî bû, em neçin baştir e! Lê te ji min baş bawer nekir! Em herdû carek din bi hevra kenîn!.. Me got:“Bila mêrîtiya vî Kurdî jî qeşmêrî be!..“
Kurdan bê wate ji bo „Osman Sebrî“ negotine „Têkoşerê“ nemir!.. Têkoşeriya wî di sala 1957 an de bi hevalên xwe ve bi damezrandina „Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê“ her berdewam kir. Ew bûyî bû sekreterê partiyê! Di rêvaberiya partiyê de xeynî Osman Sebrî Dr. Nûredîn Zaza, Hemîdê Hecî Derwêş, Hemza Niwêran, Reşîd Hemo, Mihemed Alî Xoce, Xelîl Mihemed, Şewket Henan, Şêx Mihemedê Îsa û Cigerxwîn jî cîh girtî bûn. Dr. Nûredîn Zaza ji bo serokê partiyê hatî bû hilbijartin. 14 ê xezîrana sala 1957 an civîna komîtê ya pêşîn li darket. Ew roj wek roja damezrandina partiyê hate pejirandin!..
Osman Sebrî û Cigerxwîn du hevalên hevûdu yên kevn bûn! Herdûyan jî baweriya xwe li ser sosyalîzmê di salên xwe yên xortaniyê de destpêkirî bû!
Cigerxwîn di helbesta xwe ya binavê:
“Riya me riya Lenin e!
Di wê de dubendî nîn!“
Cigerxwîn di helbesta xwe de dida xuya kirin ku ew helbestvanekî Kurdan Marksîst û Leninîst e!..
Dema Osman Sebrî dixwest para xwe ya erdê li gundiyên Kurd bilav bike, wê demê de şoreşgeriya xwe ya di ew salên xort de li p3eş çavan jî rêxistî bû!Dema salan xwe yên dawî de li ser helbest û dîwana wî dema me hevûdu re qise dikir. Bi min re wûsa axaftî bû:“Ez benî, ez ne helbestvan im! Ji ber ku Kurd bi riya helbestan bêtir ji rêzaniya (polîtîka) Kurdî fehm dikin. Ez jî bi riya helbestan dixwazim baweriya xwe di nav Kurdan de bilav bikim!..
Min di vê derbarê de nexwest zêdetir mijarê dirêj bikim!.. Lê Têkoşerê nemir ji bo hevalê xwe Cigerxwîn got ku:“Ew hinek mirovekî sûdperest e! Ji bo ku sosyalistan sûd werbigire, wî qiza xwe bir dayê Komunistan!“ Min nexwest li ser mijarek wûsa zêdetir biaxifim!.. Mijar me qut birî!..
Ya rast ew bû ku Osman Sebrî, Qadrî Can, Seyda Cigerxwîn û helbestvanên li binxetê hemî welatparêz, pêşverû û şoreşger bûn!..
Bes di salên dawî de navbeyna gelek helbestvanên Kurd yên Rojava ne baş bû! Apê Osman Sebrî dawî de bersiva wî ji bo Cigerxwîn wûsa bû:“Helbestvanekî Kurd welatparêz, şoreşger û sosyalîst di demek wûsa de nikane ku gelê xwe bihêle û biçe Ewrûpaye kêfa xwe biborîne!..“
Min nexwest vê pirsê hêdî ser rawestim! Di sala 1981 an dema Cigerxwîn li Berlîna Rojava hatî bû Newrozê, ew li mala me qasî hefteyek bûyî bû mêvan! Min gotina Apê Osman Sebrî jê re dubere kir! Bersiva Cigerxwîn jî wûsa bû:“Osman Sebrî mirovekî camêr û mêrxwas e! Ew camêra çi bêje ew rast e! Lê rastiya min jî heye! Heya îro qasî 40 berhem min nivîsandin! Ji wana du, sê dîwan min li welat dane çapkirin. Yên mayî hemî destnivîsin! Min xwest ku li dervayî welat ji wana hinekan ji bo çapê amade bikim û bidim weşandin! Ji bo vê ez hatim dervayî welat!..“
Cigerxwîn li ser soza xwe mayî bû! Dema hat dervayî welat di dêmek kurt de 8 dîwanên xwe yên helbestan û qasî 20 berhemên xwe dane weşandin şûda ew çû ser dilovaniya xwe!..
Carek dîn dema ez çûm Şamê min bersiva Cigerxwîn, Osman Sebrî re got! Ew di nav bêdengîyê de bê deng mayî bû!.. Dilê herdûyan jî ji bo welatê xwe heya nefesa xwe ya dawî lêdiket!..
Helbestvan Osman Sebrî di helbesta xwe ya bi navê Ala Rengîn de:
Ala Rengîn
Min divê her tu bilind bî
Ala rengîn kesk û zer,
Him xweşî him ceng û rûmet
Tên zanîn ji sor û gewr
Dûr, nêzîk ezê te hildim,
Tu yî xemla banê min!
Ger bi vê derman mirin bî
Bo te gorî canê min!
Sê salan bi te kêfxweş bûm,
Agrî, Zîlan, Tendûrek,
Li pêş suhna te bûne ax.
Leşkerên Turk lek bi lek
Dêrsîm û Sasun û Pijder
Bo te xwînê dirêjin!..
Herçî xort in, herçî Kurd in
Bo te lavjan dibêjin,
Leşker im bot e, ala min.
Min divê gurmîn û şer
Duwanzde mîlyon bûne pandî,
Bo te Kurdên pir huner!..
Osman Sebrî her dem giringî dida zimanê Kurdî! ji bo vê ye ku, ji xwendayê Kurd re di helbestê xwe ya bi navê „Ho Xwendayê Kurd!“ wûsa bangî Kurdan dike:
Ma zanî çiqas gelê te şaşe?
Ji ber şaşiyê gelek li paşe!
Ji hezar salan ew her bindeste,
Ji ber ku bêvac ramanpereste!..
Wî ramanek nekir çira derê xwe,
Herwekî hefsar êxist serê xwe!
Holê bi serî dihat girêdan,
Dîl û şerpeze di nava cihan!..
Nexwest bi serê xwe ew birame,
Ji lewra heya îro xulame!
Serdarê wî her beg û axa bûn,
Rênasê wî tim şêx û mela bûn!..
Ewbûn peyayên di nav me xwenda,
Wana jî rê li ber me kirine wenda!..
Di aliyê din de Osman Sebrî, xwediyê ew gotinên li jêr hatin nivîsîn e! Ew tû caran ji aliyê Kurdan va nayê ji bîrkirin!..
„Mirov ku bi zimanê xwe re bendewar nebe, nikare îdîa bike ku ew ji welatê xwe hez dike.
Her bêjeyek (her gotinek) kevirekî avahiya ziman e.
Kesê ku ehmiyet nede zimanê xwe, di jîna (Jîyana) netewiyê de tûne ye.
Ziman wekî asoya behrê ye; nêzîk xûya dike, lê çiqas tu dihêrî tim ew e.“ O. Sebrî
Helbet ziman ji bo neteweyan tiştê girîng e!
Eger mirov mêjûya xwe nenivîse, mirov kor e!
Eger mirov bi zimanê xwe nenivîse ew mirov lal e.
Kurtehelbestek ji Osman Sebrî:
Maf
Ger zilmê hene top û tifing, keştî û leşker,
Têk de dişîne ser xwedîmaf pê rê dike şer!
Ew tev nikarin destên wê yên pola bibestin,
Zorbaz û sîtemkarên keleş tê de diwestin!
Her maf wekî ro nayê veşartin bi tevayî,
Bayek tê, dibe ewrên di reş, zû dike sayî!..
Şam, 1960, Zîndana Mêzê
Di helbesta xwe ya bi navê NEWROZ’de ew
hestên xwe yên netewî wûsa tîne ser ziman:
NEWROZ
Newroz çiqas delalî, vedikujînî derdan
Her dem û gav dibalî, tuyî cejna me Kurdan
Her sal di vê çaxê de, bîst û yekê Adarê
Bi kêf û lîz û govend, me digihînî biharê
Gul û kulîlk û çîçek, dibişkivin di baxan
Çem û cobar tijî tên, heya perav û şaxan
Berf li çiya dihele, bes dimînin belekî
Wekî çînên reşbelek, dil geş dikin helekî
Rûyê erdê ji rûkî, giya dertê kes û şîn
Nêrgiz, gupik û çîçek, ji her alî didin bîn
Di van rojên şêrîn de, welatê Kurd ser û bin
Çi keç û xort û mendal, kal û pûr û bûk û jin
Dikin cejna sê rojan, bi xweşû û ken û hang
…….. ……. …….
Tev kêf û saz û sowet, reqs û dîlan û xweşî
Divya tiştekî bêjim, çend gotinan di Newroz
Zanîna min hinda bû, gelo cejna we pîroz.
Şam 21.03.1957
Hevalê Apê Osman, Ekrem Cemîl Paşa di serboriyên xwe da dinivisîne ku dema havîn dibû, axa û begên Kurdan yên ku endamên Xoybûnê bûn, ew diçûn zozan û ciyê havîngehan! Lê Osman Sebrî bi hêzek xortên Kurd ve berê xwe didan Bakûrê welat! Di hûndirê çend mehan da bi barên qatiran çek û cebilxana leşkerî tanîn ji Xoybûnê re! Axayên Kurd çiqas li dijî hevûdu bûn, hemî ji Osman Sebrî razî bûn!..“ dibêje…
Di ew demên borî de Ekrem Cemîl Paşa ji bo Osman Sebrî serboriyên xwe de dîsa wûsa nivîsandiye: „Osman Sebrî, xortê di nav me de yê herî piçûk bû. Lê wî bi karûbarên xwe yên rêkûpêk dilê me hemiyan de ji xwe re ciyekî herî baş peydakirî bû!.. Hemî endamên Xoybûnê ji wî gelek hezdikirin û nadixwestin ku hewcetiyek wî de kêmasi derkeve û li ser wî dicirifîn.“ Di wan salan de 1934 heya 1939 an berpirsiyarê Xoybûnê yê siyasî Qadrî Cemîl Paşa bû. Di destpêka şerê cîhanê yê duwemîn de Ekrem Cemîl Paşa dibe berpirsiyarê Xoybûnê. Di navbeyna wan salan de pir endamên Xoybûnê ji saziyê dûrdikevin. Dayîn û Standina Osman Sebrî jî ne wek berê ye. Girtin, hepis û bûyerên din yên siyasî wînî ji Xoybûnê dûrdiêxin. Wek tê zanîn di sala 1946 de Komara Kurd ya Mahabadê saz bû şûnda, Xoybûn jî wek hemî komelên Kurd yên din tevî komarê dawî li xwe tîne!..“ dibêje!..
Osman Sebrî di serboriyên xwe de dibêje:“ warê siyasî sala 1919 an , min çardeh saliya xwe carekê Mîr Celadet Alî Bedîrxan dîtî bû!“ dibêje. Paşê jî ewna di kovara „Hawar“ û çapemeniya Kurdî ya wê demê de dibin rêheval. Xwendin û nivîsandina Kurdî bi tîpên Latîni di nav Kurdan de dikin zimanê perwerdeya Kurdan!..
Berhem Osman Sebrî:
1954 Alfabeya Kurdî ya Latînî
1956 Bahoz / Şam
1956 Derdên Min Gotar û Çîrok / Şam
1984 Çar Leheng/ Şam
1981 Gotinên xav napijin bê tav / helbest / Almanya / , helbestên ew pirtûka hêja Hemreş Reşo ji kovarên Hawar û Ronahiyê dayîne hev û bi pêşgotina xwe û bi pêşgotina Dr.Nûredîn Zaza ew pirtûk hatiye çapkirin û weşandin.
Elîfbêya Tekûz, 1980, Şam
Bersiva Hoşeng , 1992, Şam
Dîwana Osman Sebrî, Amadekar A. Balî, Apec,
Stockholm, Sweden
Hevalê Çak, A. Balî, Hoşeng Sebrî, Çapxana Lis, 2011 Amed
Li Goristaneke Amedê (Çîrok) Weşanên Lis, 2007
Bîranînên Min, Weşanên Lis, 2012
Şerên Sasûnê, Dîrok(Komkirin û Amadekirin: Dîlawerê Zengî), Lîs, Amed, 2016
Seydayê Cegerxwîn jî, ev helbesta xwe ya bi navê:
„Ji Osman Sebrî Efendî Re“: dibêje:
Bigorî bim ji bo te ey birayê min tu kanî
Ji dûrî ve te destê xwe di nîv destê min danî
Bi min û te du destên bê çep û rast ey birader
Belê herdu qewî jarin di yek laşê giranî
Me pirsî derdê Kurdmancan ji çerxa etlesa jor
Nezanî bo tevan derde belê lê me xizanî
Belê zêr e belê zêr e belê zêr e belê zêr
Xwedanê wî cîhangêre bela ker bit dixanî
Ji bo me ne eqil fêde dikî ne xwendina pir
Ji bo me ço divêtin da ji tirsan bidne banî
Feke va ye mirim îro ji dinya ez hilat im
Bi gera xwe bi çerxa xwe te daxwaza me nanî
Cegerxwîn im mirim ez çûm ji bo we Sebriyek ma
Erê himberî Kurde welê bê wehya esmanî.
Helbesta li ser jiyan û xwesteka dilê xwe ya dawî
bi qelemê xwe Apo Osman Sebrî wûsa tîne ziman:
„Xwe danînim bo sîtem û zorê,
Bi vê serbilind ez biçim gorê.
Gava bi rûmet çûme goristan,
Hêja ye, bibim lawê Kurdistan!..“
Osman Sebrî
Ji bo ew têkoşerê serbilind û bi rûmet, dû wî re,
ez jî, jê re dibêjim:
Ser bûyîna te re sedûbîst sal bi şahî derbas bû,
Tu bi dengê helbestên xwe heya qatê erşan çû.
Em ji bo te dibêjin, tu her hêja ye li jor asuman,
Îro tu bû, lawê Kurdistan, her bijî Apê Osman!..
A. Balî Han
Zivistan 2025
*Mamosteyê zimanê Kurdî (KURDOLOG-TURKOLOG)
