Guherîna demografîk li Başûrê Kurdistanê didome. Desteya Deverên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê di raporekê de hişyarî da ku guherîna demografîk a li herêmên Madeya 140î didome.
Li gorî raporê, ev guhertin bi rêya bicihkirina karmendên Wezareta Parastinê tê kirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê naveroka rapora Desteya Deverên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê bi dest xist ku 15ê Kanûna Paşîn a îsal ji bo Serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar hatiye şandin.
Demografî tê guhertin
Rapor balê dikişîne ser guhertina demografîk a li Kerkûkê û herêmên din ên Kurdistanî.
Li gorî biryara 250î ya Encumena Wezîran a Îraqê, yekeyên niştecîbûnê ji bo karmendên Wezareta Parastinê (beşên sivîl û leşkerî) tên çêkirin.
Piraniya van kesan Ereb in û ew erdên ku ji bo wan hatine veqetandin, milkên Kurd û Tirkmenan in.
Rapor dibêje, “Veqetandina erdên herêmên Madeya 140î ji bo van yekeyên niştecîbûnê, binpêkirina eşkere ya destûrê ye.”
Pirsgirêka peymanên çandiniyê yên cotkaran a ku ji sala 1975an ve hatine betalkirin, mijareke din a raporê ye.
Desthilata berê ya Îraqê bi hinceta ku ew ne xelkê herêmê ne, malbatên Kurd ji wir derxistibûn.
Her wiha rapor destnîşan dike ku nakokiyên siyasî û nebûna yekdengiya aliyên Kurd a li Bexdayê, dibe sedem ku guvaşên Kurdan neyên qebûlkirin.
Pêşniyarên ji bo sala 2026an
Desteyê ji bo qonaxa pêşiya me çend pêşniyar kirin:
Divê ji bo bicihkirina Yasaya Jimare 3 ya sala 2025an rênimayî bi lez werin derxistin da ku biryarên berê yên li ser dagirkirina erdên cotkarên Kurd werin betalkirin.
Divê biryara Jimare 29 a sala 2012an a Encumena Wezîran a Îraqê were bicihkirin ku tê de biryarên Komîteya Karên Bakur hatine rawestandin.
Divê di yasaya budceya 2026an de budceya pêwîst ji bo Komîteya Madeya 140î û avakirina herêmên Kurdistanî were veqetandin.
Divê rê li ber desttêwerdana artêşê ya di pirsgirêkên erdên cotkaran de bê girtin. Divê ev pirsgirêk bi rêya dadgehan werin çareserkirin.
Her wiha daxwaz hat kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî encamên serjimêriya 2024an li Dadgeha Federal dozê veke çimkî amarên wê bi serjimêriya 1957an re nehatine berawirdkirin.
“Madeya 140î di bernameya hikûmetê de tune bû”
Serokê Desteya Deverên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan ji Rûdawê re got:
“Di bernameya hikûmeta nû de, qala mijara Madeya 140î nehatibû kirin. Divê bi awayekî zelal cihê wê hebûya yan jî bi pirsgirêkên din re bihata girêdan.
Em li benda veqetandina budceyeke baş in da ku em karibin ji çar salên borî çêtir bixebitin.”
Kurd û Wezareta Çandiniyê
Rapor daxwaz dike ku Kurd di postên girîng ên Wezareta Çandiniyê de werin bicihkirin. Divê ev kes li ser rewşa deverên Kurdistanî xwedî tecrube bin.
Sedem jî ew e ku dadgeh dema li ser peymanên çandiniyê yên Kurd û Tirkmenan biryarê didin, agahiyan ji Wezareta Çandiniyê dixwazin.
Fehmî Burhan li ser vê mijarê got: “Dema ku kabîneyeke nû li Îraqê ava dibe, girîng e em herin cem aliyên pêwendîdar ên wekî Komîteya Madeya 140î û Wezareta Çandiniyê.
Em dê piştî şêwirîna bi Serokatiya Encumena Wezîran re, bi bernameyeke nû herin Bexdayê.”
Çavkanî: Rûdaw
