Teza Doktorayê ya Marx û Felsefeya Yewnanî
Di sala 1839an de, Marks, ku hîn li Berlînê bû, dest bi nivîsandina teza doktorayê kir ku dê alîkariya wî bike da ku wek mamosteyê zanîngehê kar bibîne. Tade yan hevalê wî Bruno Bauer, şerên bi malbata wî re, dergistîyan wî ya bi Jenny Von Westphalen re û pêwîstiya ku ji ber vê yekê zû kar bibîne, Marksê teza xwe bi lez û bez nivisî û di Nîsana 1841ê de destûrnameyan xwe ji Zanîngeha Jenayê stand. Sernavê tezê ‘Cudahiya di navbera Felsefeya Xwezayê ya Demokrîtos û Epîkuros de’ bû. Gelek hevkarên Marks ên Hegelyanên Ciwan bi vê felsefeya Yewnanî ya piştî-Arîstoteles re eleqedar bûn, him ji ber ku li gorî wan heman pirsgirêkên ku felsefeya piştî-Hegelî pê re rû bi rû mabû pêşkêş dikir, him jî ji ber ku ew hawîrdora rewşenbîrî bû ku Xirîstiyantî tê de dest pê kiribû—û ol di nav Hegelyanên Ciwan de mijareke nîqaşê ya domdar bû.
Naveroka tezê ya Marx zêde ne balkêş e: ew ji rexneyek li ser wan kesên ku felsefeyên xwezayî yên Demokritus û Epikurus wekhev didîtin û ji lîsteyek cudahiyên di navbera van felsefeyan de pêk tê. Marx êrîşî determinîzma mekanîkî ya Demokritus kir û ji ber ku Epîkurus fikra spontaneîteyê xistibû nav tevgera atoman, pesnê wî da. Ev beşên jêrîn, li navbera not û çavkaniyan de hatine bicihkirin, ji mijarên zêdetirîn balkêş û ji der mijarên pêk tên, bêguman armanc ew bû ku ji bo weşanê di sererastkirî û berfirehkirî ya tezê de cih bigirin. Xala destpêkê ya Marx di van çavdêrîyan de felsefeya dîrokî ya Hegel sererast bike û pêştir bibe. Ev bijarte pirsgirêka ku di nameya Marksê ji bavê xwe re şandî bû de nivîsî bû berfireh dike: piştî bi awayekî dilêşî çareserkirina Hegel yan ku li ser pirsgirêka, têkilîya di navbera rastiyê û rasyonalîteyê de peywira feylesof çî ye? Marksê, ev pirs bi zimanekî hinekî nezelal û razber bersevandî ye, li gor wî, divê Hegel bi awayekî radîkal ji nû ve were fikirîn û li ser bingehek nû bê avakirin, bingehek ku di hundirê xwe de him tine kirina felsefeyê û him jî pêkanîna wê bihewîne. Ji ber ku felsefe divê ku rastîya ku heye rexne bike û nakokîyên di navberê îdeal û rastiyê de rave bike. Marx her wiha li vir çiqas di bin bandora formeke îdealîst de be jî têgeha praksîsê jî bikartîn e.
Teza doktorayê ya Marx | Pêşgotin
Ku armanca vê nirxandinê di serî de ne teza doktorayê bû ya, gelek argûman wê him ji alîyê zanistîve baştir him jî ne ewqas bêperwa bû ya. Lê belê, ji ber şertên daringî ez qanih bûm ku bi vî awayî were weşandin. Xeynî wê, ez bawerim ku min pirsgirêkeke ji felsefeya Yewnanî heya ku roj îro nepena xwe parastîye çareser kiriye.Ez bawerim pispor dizanin ku ji bo mijara vê nirxandinê tu lêkolîn û berhemên berê yên nehfdar tune ne. Heta roja îro pêşgotinên Cicero û Plutarkhos hatine dubarekirin. Şîroveya Gassendi, ya ku Epîkuros ji qedexeya ku Rahîbên Dêrê û Serdema Navîn, serdema bêaqiliya bicîbûyî, li ser wî danîbûn rizgar kir, lê ew bi tenê qonaxeke balkêş e xeynî wê ne tiştekî din e. Ew hewl dide ku wijdana xwe ya Katolîk bi zanista xwe ya pûtperest re û Epîkuros bi Dêrê re li hev bîne, lê helbet ew hewldaneke pûç bû. Ev mîna ku mirov kincê rahîbeyeke Xiristiyan li fahîşeyêke Yewnanî ya ku bi aramî geş dibe bike. Ji bo Gassendi me fêrî felsefeya Epîkuros bike divê hîn gelek tiştan ji wî bi xwe fêr bibe.
Divê ev lêkolîn tenê wekî amadekariyek ji bo xebateke berfirehtir were dîtin, ku tê de ez ê bi hûrgilî çerxa felsefeyên Epîkurî, Stoayî û septisistî yê di têkiliya wan a bi tevahiya spekulasyona Yewnanî re rave bikim. Kêmasiyên vê lêkolînê û hwd. yên wê demê dê ji holê rabin . . .
Hegel taybetmendiyên wan pergalan bi gelemperî bi awayekî baş dane penasê kirin, lê belê Pêşnûma wî ya diroka felsefeyê ya ku xijmetkar berfireh û wêrek, di bingeha xwe peyda kir, diroka felsefî wek mijarekê cudatir biwelid e. Lewma ber li hêrgulandina wê girt û ew bêderfetkir. Herwiha tegîhiştina wî ya li ser tiştên ku wek vê mînakê par excellence (tişteku hatiya asta heri jor) spekulatif, binav dikir, rê li ber vî ronakbirin mezintir girt û neheşt ku ev giringîyan van pergalan ji bo dîroka felsefeya Yewnanî û hişmendiya Yewnanî ferq bike. Ev pergalana ji bo dîroka felsefeya Yewnanî mifteyekê heri giringtirin.
Sedema di vê şixulê de tevlî kirina rexneyên li ser polemîka Plutarkhosa li dijî teolojiya Epîkurosê ji ber ku ev ne tiştekî rîzper e ev di heman demê de helwesta hişê teolojîk a li hemberî felsefê ye.
Rexneyan min, dixwude çiqas mijarên din jî bihebîne, herî zêdetir li ser şaşîtiyên ku nêrînên Plutarkhosê felsefe derxistî ye dadgeha olê ne. Ji niqaşeke ser vê mijarê ez gotineke Davîd Hume bestir dibînim : Bêguman ev ji bo felsefeyê, ya ku divê nêrînên wê yên serwer ji her alî ve bên naskirin, heqareteke, ku ew li her derfetê neçar dimîne ji ber encamên xwe dikeve bin bandorî yan parastina xwe û li ber her huner û zanistê ku jê aciz dibe, xwe rewa bike. Ev wek mînakeke Krale kî li hemberî tebaa xwe bi xiyenateke mezintiran welatê xwe meriv sûcdar bikin.
Felsefe ya ku dinya fetih kirîye, da ku di dilê xwe yên azad de xwedî yê dilopeke xwînê be li hemberê neyarên xwe ewê wê hewaran Epîkuros biqîre û bidomîne: “ Kafirên rast ne yên ku xwedayên gelek kes pê bawerin li erdê dirêj dikinin, yên ku zanyariyên kesan wek yên Xwedê ne bikartînin e.
Felsefe wêya venaşê re. Daxuyanîya Prometheusa ku; Ez ji hemû xwedayan nefret dikim. Ev angaşîyan felsefê ya ku li hemberî hemû xwedayê ku bihuşt û ser rûyên erdê yên ku hişmendîya xweru yan însanan wek xwedayî nabinin e.
Felsefe ji tirsonekên belengazê ku ji bo cîhê wê yên civakî xirab bûye ketine keyf û şahiyê gotina Prometheus ji xulamên xwedayan re kiribû bikartîne: “Baş zanibe ku ez belengazî ya xwe bi koletî yan te re naguherînim.”
Prometheus, di nav feylesofan de ezîz û şehîdên herî mezintirîn e.

Werger: Fidel & Xweza
Kaynakça
Marx, K. (2017). Seçme yazılar (D. McLellan, Ed.; G. Ateşoğlu vd., Çev.). Ayrıntı Yayınları. (Original work published as Karl Marx: Selected Writings)
McLellan, D. (Ed.). (2000). Karl Marx: Selected writings (2nd ed.). Oxford University Press.
