Ana SayfaGIŞTÎMilîtarîzekirina Sosyalîzmê

Milîtarîzekirina Sosyalîzmê

Şerefxan CIZÎRÎ / Mezopotamya ya Sosyalîst, Hejmar: 11, Berfarban 2021

Ev nêzîkî 200 sala ye ku teorî û praktîka sosyalîzmê tê şîrovekirin. Tevgerên sosyalîstî, akademîsyenî, polîtîkvanî, rêxistinên karkerî û navnetewî, kesên hunermend û teorîsyen pirr caran ditin li ser sosyalîzmê pêşkêş kirine. Li ser çilobûn û çawabûna civateke sosyalîst pirr tişt hatine nivîsandin û ji sala 1917’an de û vir de jî, hinek raman hatine ceribandin. Li ser civat, mirov, kultur, huner, polîtîka û hişmendîya sosyalistî heta roja îro teorî û dîtinên cûrbecûr pêkhatine. Ji aliyekî de ev rastî dewlemendîyek e û lê belê heger dewlemendî bi serê xwe bibe armanc, wê çaxê dewlemendî dibe tevlihevî. Sosyalîzmeke dewlemend hergav baş e, lê sosyalîzmeke tevlihev alîkarîya tu mirovan nikare bike. Jiyana civatî pirr dijwar e û ji ber wilo ji zelalîya siyaset û îdeolojîyê dixwaze. Pirr tevgerên nîyet xerabe dikarin vê dewlemendiyê ji bo armancên xwe yên pîs bikarbînin.

Weke m!nak mirov dikare gotina “sosyalîzma netewî” nîşan bide. Faşîzm û Nazîzma Germanî, dixwastin gotina sosyalîzmê bilewitînin û wê ji bo armancê xwe bixebitînin. Li welatê “sosyalîst” jî pirr caran sosyalîzm ji bo armancên qirêj dihate bikaranin. Ji bo minak mirov dikare bibêje ku li van welatan navê dagirkeriyê bibû sosyalîzm û navê diktatorîyê jî bibû pêşverûtî.

Baş tê zanın ku weke teorî û praktîk divê îdeolojîya sosyalîzmê sivîl û aştîxwazî be. Sosyalîzm, li ba qlasîkên xwe yên navdar weke utopyake sivîl û aştîxwaz tê pesinandin. Tevgerên sosyalîst tu caran weke prensîb nikarin bibin şerxwaz. Ji ber ku felsefa sosyalîzmê felsefa aştîxwaziyê ye. Li cem tu niviskarê, teorîsyênê, îdeologê û polîtîkvanê sosyalizmê, weke prensîb felsefa şer nayê parastin. Di tekstên sosyalîstî de xweparastin heye, demokrasî û têkoşîn heye, ramanên mirovî hene, humanîzm û kultur heye, ji bo van arınanca ji xebata polîtîk heye ûhw. Lê weke felsefe tucarî parastina şer û mîlîtarîzmê, di tekstên sosyalîstî de pêde nabe. Sosyalîzm antî- mîlîrarîst e û ev yeka ji pirr eşkere ye. Lê heger li hinek cîhan behsa şer û xebata mîlîterî bi taybetî bê kirin jî, ev yeka bi giştî ji bo rakirina şer ji meydanê ye. Sosyalist û Marksîstan hergav daxwaz kirine ku şer bî tevahî ji nava mirovantiyê rabe… Sosyalîstan heta îro ji mecbûrî şer kirine…

Belê. Dîtinên Fredrich Engels di vi warî de pirr zelal in. Heger karbidest û sermayedarên civakê bi rastî encamên demokratîk bipejirînin, wê çaxê tu sebeb tuneye ku sosyalîst tundîyê bikarbînin. Bi kurtî sosyalîst hevalbendên xebatên demokratîk û sivîl in. Pêwiste di vir de tu şik tune be…

Ma gelo teorî, îdeolojî û praktîka sosyaltîzmê çawa pêşket? Rastiya dîrokî çî ye? Tê zanîn ku ji pirr alîyan de mana gotina sosyalîzmê hatiye gûhertin. Sosyalîzm ji pirr aliyan de ji armancên xwe hatiye bidûrxistin. Sosyalîzma ku di wexta xwe de aştîxwaz bû, pirr caran di praktîke de bû şerxwaz. Sosyalîzma ku di bingehê xwe de sivîl bû hate mîlîtarizekirin. Sosyalîzma ku li ser hîmê dîtınên dîrokî û zanyarîyê ava dibû di pratîkê de bû dogmat1k û sekterîst. Sosyalizma ku ya zehmetkêşan bû û enternasyonalîst bû, di pêşketina dîroka rastî de, bû ya burjuvaziya biçûk û neteweperest. Sosyalizma ku di armanca xwe de ji bo desthilata xelkê û demokrasiyê têkoşin dida, di rastiyê de burakrasî û diktatorî pêşxıst. Bi kurtî tiştê ku di qirnê 19′ an de bi serê sosyalîzmê hat, bi serê kutubxana ku çekê kîmyevî bifiroşe nehatiye! Tu tevgerên ramanî û polîtîk weke sosyalîzmê, ji armancên xwe evqasî ne hatine dûrxistin. Ji ber vê yekê jî, sosyalîzm divê bi hemû hawayî li eslê xwe vegere û bikaribe bersiva dema me ya modern bide…

Baş e, çima wilo bi serê sosyalîzme hat? Li ser vê yekê dikarin pirr dîtinên cûrbecûr hebin. Ev tiştekî normal e. Divê mirovê sosyalîst, hemû dîtin û rexneyên ku li ser vê mijarê hene fêr bibe û encamên rastî û zanîstî ji van derxîne. Em hewcedarê rexne û ramanên zanistî ne û di vê mijarê de, divê mirov karibe bi durustî, pitpita ser tenûran û ramanên rastı ji hev baş cîhê bike. Ewê ku problemên sosyalîzmê ji xwe re kirine weke pitpita taxe, ew bi xwe jî problemeke sosyal û psîkolojîk pêktînin. Weke baş te zanîn, bi taybetî li Kurdistanê, xaînên sosyalîzmê pirr caran, ji nav vê qategorîya sosyal derketine. Ew ê ku di şeveke tari de bûbûn sosyalîst, di şeveke tarî de jî, dev ji sosyalzmê berdan. Wexta ku ew bûn sosyalîst, nizanîbûn çi ma bûne sosyalîst û wexte ku vana dev jî sosyalîzmê jî berdan, dîsa nizanîbûn çima dev ji sosyalîzmê berdane!

Ez bawer dikim ku ewê riya van kesan, hergav li ser nezantiyê û şaşîtiyê her berdewan be!

Bi dîtina min yek ji problemên sosyalîzmê ew e; ji destpêka Şoreşa Oktober û heta îro, ji pir alîyan de mîlîtarîzekirina raman, rabûnûrûniştin, dîtin û jîyana sosyalistî berdewam kir û hlna jî berdewam e.Ez li vir mîlîtarîzekirinê wılo fahm dikim: Tenê danûstandinên polîtîk ji jor ber bi jêr de dimeşin, kanalên       danûstandinan,  ji jêr ber bi jor de hatine xitimandin. Karê polîtîk ji pirr alîyan de tekez hatiye navendî kirin û mantiqê leşkerî jî, bi hemû hawayî ketiye şûna xebata demokratîk û sivîl. Kultura leşkerî çareserkirin bi xwe kirine armancên serbixwe. Piraniya derfêtên ekonomî kanalîzeyî xebata leşkerî dibin. Serok dikevin şûna xelkê, kesên bi rutbe dikevin şûna kategorîyen sosyal û polîtîk, qûretî,  fexfexe û xwe nîşandan dikeve şûna hişmendiya polîtîk, desthilat dikeve şûna aqil, qvantîta kar dikeve  şûna qallta kar, pragmatîzm û opportunîzm dikeve şûna prensîban, karê bi lezgînî dikeve şûna kar e bi plan û program, alet dikevin şûna armancên politik û jiyan ji pirr alîyan de anormalize dibe. Ji xwe armanca mîlîtarîzekirinê jî, anormalîzekirina jiyana civake ye…  

Li ser mîlîrarîzekirina sosyalîzmê bi taybet xebatên baş û zanistî heta nûha ne hatine kirin. Li ser vê mijare zêde tişt nehatine nivîsandin. Lê xebateke balkêş li ser vê mijarê ya akademîsyên Amanda Peralta ye. Ew bi xwe ji Emerlka Latin e û eslê we Arjantinî ye. Di nav tevgera gerîlayen Arjantîn de karkiriye, paşe ketiye zindanê û di pirr asaqên nebihlstî re derbas bûye. Di salen 70 de ew weke penaber hatiye Swêdê û di nav Partiya Çep de kar dike.  Amanda textorê dîrokê ye û teza xwe li ser şer, şoreş û polîtîka di ramanên Marksistî de nivîsandîye. Li gora dîtinên Amanda Peralta sosyalîzm hatiye mîlîtarîzekirin. Encamê vê yekê dikarin pirr bin. Yek ji van encaman, teorîya şer û polîtîka ye ku ji teorîsyenên burjuwazî hatiye girtin. Sosyalîstan teorîyên burzuwazî li ser şer, bê rexnekirin weke teorîyên xwe pejirandin. Di warê felsefe, dîrok, ekonomî, kultur û pirr tiştên din de, sosyalîstan rexne li teorî û dîtinên burjuwazî girtine û alternatifê xwe nîşan dane. Li di warê şer de, bi giştî bê rexnekirin tenê teorîyên burjuwazî û bi taybetî jl teorî û dîtina Carl von Claseuwitz ji xwe re kirine bingeh.

Başe, Carl von Clausewîtz kî ye? Clasuewîtz him teorîsyenekî şer yê navdar e û him ji di wexta xwe de di arteşa Prusya de general bû. Pirtûka Clausewitz ku li ser şer hatiye nivîsandin di warê xwe de bûye qlasîkek naskirî. Di pirtûka xwe ya li ser şer de, Clasuewîtz li dijî teorî û dîtinên çewt derdikeve. Ew kesên ku digotin şer dikare bibe ilmekî paqij, an jî şer tenê dikare bibe huner, ji aliyê Clasuewîtz de dihatin rexnekirin. Şer ne ilm bû ne û jî huner bû. Şer xabetekî têkoşînê bû ku pê nakokî dihatin çareserkirin. Di şer de xwînrijandin hebû û berjewendîyên cîhê cîhê bi hev re şer dikirin. Şer ji alîyekî de weke polîtîka û bazirganiyê bû. Li gora Clasuewitz, mirovan dikaribû bigota ku şer, bi babetekî din berdewambûna polîtîka ye. Armanca şer ew e ku nakokîyen civakî bi rêya zorê çareser bike û mirov dikare bêje ku kırina normal, şeniqandin û karê polîsîye jî zor tê de heye. Di vê hevgiradanê de jî armanc bi darê zorê çareserkirina nakokiyan e. Ev yeka pirr eşkere ye. Ji her vê yekê jî divê mirov karibe şer û bûyerên bi zorê, ji hev baş cîhê bike. Li gora Clausewîtz diva bû ku şer wılo bihata pênase kirin; tevgereke desthilatî ku dixwaze daxwazîya xwe bi dijminê xwe, bi darê zorê bide qebûlkirin. Şer berdewamkirina polîtîkayê bû û armancê wê jî, jinavbirina desthilata dijmin bû. Lê mirov baş dizane ku di d!rokê de şer hebûn û şer hebûn.

Ji bo zelalkirina bûyeran divabû mirov şerê heq û şerê neheq ji hevdû cîhê bikirana. Weke ku baş tê zanîn, heq û neheqî gotinên polîtîk û îdeolojîk in. Di warê şer de divabû ev gotin, ji pirr alîyan de xweşîk bêne zelalkirin. Mînak: Li gora faşîstan jî şer tişteki din bû. Faşîsta bawer dikirin ku şer, qarakterê netewî xurt dike û hestên netewî jî şîyar dike. Ji ber vê yekê jî şer, li gora tevgera faşistî pêwîstîyek bû. Di felsefa faşîstî de şerkirin bingehekî giring bû. Civat û danûstandinên sosyal li gora prensîbê mîlîterî dihate avakirin. Ji ber vê yekê jî serokê faşîst, felsefa mîlîtarîstî di hemû warê civatê de dipesinandin û pêşdixistin. Di vê felsefê de ferqa jiyana civatê û jiyana arteşî ji hev tune bû. Huner, edebîyat, zanist, rêxistin, raman û pirr tiştên din li gora prensîb û normen mîlîterî form digirin…

Di warê şer û zorê de divê gotinên weke şerê sosyal, şerê netewî, şerê şoreşgerî, şerê çînayetî ûhw, baş bêne analîzkirin. Em hemû baş dizanin ku têgehên weke şoreş, polîtîka û şer bi giştî, ji bo hemû mirovan nayêne heman manê. Di nav van her sê têgehan de û tevgeran de danûstandinên pirr tekilhev hene. Ev tiştekî eşkere ye. Lê mirov dikare bipirse; ma gelo ev danûstandin ji alîyê îdeolojik, felsefî, exlaqî û kulturî tenê çi manê? Ma gelo dewlet hergav weke sazîyeke milîter e an jî mirov dikare bipirse; ma gelo dewletên sivîl dikarin hebin? Ma gelo polîtîka tenê ya dewletan e? Li derveyî tıxûbên dewletê yê fermî, polîtîka çawa kare bê meşandin? Ma gelo di jiyanê de dikare tiştin hebin ku li derveyi polîtîkayê bin an ji ma gelo polîtîka dikare hemû tişt be? Ûhw. Zelalkirin û bersiva van pirsan ji bo mirov û tevgerên sosyalistî pirr giring in. An na ewê sosyalîzm û felsefa çepirîyê bikeve bin nîrê îdeolojîya burjuwazî…

Clausewitz li ser pênase ya şer wilo digot: Desthilata ku bi teknîk û keşfên ilmî re hatiye xemilandin, ev desthilat li vê derê desthilata fizîkî bû, ango zor bi xwe bû. Di vir de ez dixwazim bêjim ku em di vi warî de, qala desthilata exlaqî nakin. Desthilata exlaqî mijareke din e… Di warê desthilata fızîkî de, tiştekî din î bingehîn hebûn; mırov bi xwe zorê li dijminê xwe dike ku daxwazîyên te bi cîh bîne û ev yeka jî di rastiyê de, dihate mana ku dijminê te ji desthilanîn bikeve. Ji desthilanîn ketina dijmin ji bo te, biserketina şer bû. Alavên şer jî, zor û desthilanîn bû. Armanca şer jî bê desthilanîn kirina dijminê te bû. Danûstandina di navbera alavên şer û armancên şer de jî, praktîk bû, kirin bû û tevgera polîtîk bû. Teorîya Clausewitz ya li ser şer, bi piranî li ser gotinên weke polîtîka û şer, stratejî û taktîk, êrîşkirin û parastin, şerê bi tixûb û şerê bêtixûb, ûhw ava dibû. Di hemû dîtinên Clausewitz de dîyalektîkek Hegelîst heye. Li gora Clausewitz teorîya şer, divabû li ser fêrbûna dîrokê bi kûr û dûr ava bibûya. Teorîyek baş dikarî bû alîkarîya mirovan bikira ku mirov danûstandinên di navbera fenomenên cîhê cîhê de keşif bike û zanebûna xwe ya li ser şer tekûz bike. Weke hemû tevgerên civakî, şer jî hewcedarê teorîyeke bi rêk û pêk bû.

Baş e, Marks û Engels çawa nêzikayî li dîtinên Clausewiız dikirin? Mirov dikare dîtinên Marks û Engels li ser vê mijarê di hinek sedemên dîrokî de kom bike. Dema yekemîn di navbera salen 1848 – 1849′ an de derbas dibe. Di van salan de dîtinên Marks û Engels li ser şer û şoreşê pirr pozîtîf in. Li gora wan şer û şoreş girêdayî hevdû ne, hevdû pêşdixin, tesîrê li hev dikin, hevdû xwedî dikin û xwlnê didin hev. Di vê dîtinê de tesîra dîyalektîka Hegelîst pirr eşkere ye. Marks û Engels li şer û şoreşê weke zewacek bê problem meyze dikin. Lê di rastiya xwe de ev zewac, zewacek bi problem bû…

Dema dûyemîn jî di navbera salen 1850 – 1859’an de derbas dibe. Di dema yekemîn de pirr tevgerên şoreşgerî li Ewrûpa belav bûn û têk çûn. Tevgera karkeran li paş ket. Ketina tevgera şoreşgerî li Ewrûpa xeyalên nifşek mirov wenda kir. Lê yek ji wan kesên ku xeyal û ramanên xwe wında nekir Fredrich Engels bû. Engels di vê demê de pirr pirs û lêkolîn li ser şer xwendin, ders ji wan derxistin û tecrûbên xwe yên kevn di çav re derbas kirin. Bi taybetî jî xwest ku teorî û ramanên Clausewits baş fêr bibe.

Dema sêyemîn di navbera salên I859 – 1871ê de derbas dibe. Di vê demê de şer û şoreş ji hevdû têne veqetandin. Di salên 1848 -1871ê de li pirr welatên Ewrûpa şer bibûn. Lê ev şer bi tu hawayl tesîreke pozîtîf li tevgera şoreşgerî nekiribû. Ji pirr alîyan de tesîr negatif bû. Piştî salên 1871ê heta I895 an li ba Marks û Engels dîtinên nû pêde dibin…

Li gora van dîtinên nû, şer, ji pirr alîyan de li dijî pêşketina şoreşê radiweste. Ji bo Marks û Engels hêdî hêdî problemên aşitîye dikete warê navendî. Lê Marks û Engels tucara ne bûn pasifîst… Di dîtinên Lenîn de jî şer û şoreş, ji teorî û dîtinên wî yên bi giştî nikarin bêne veqetandin. Dîtinên Lenîn li ser partî ye ji wilo ne. Lenîn, sîstemeke bi taybet ji xwe re çekirîye. Ev sîstema ramanî û teorî li gora mercên Rûsya yê rastîya dîrokî şikil girtibûn. Di sala 1905’an de, di nameyekê xwe de Lenîn wilo dibêje; “Kongra partiyê divê hesanî be, weke ku di bin şer de ye, kurt be, weke ku di bin şer de ye, bi tixûb be. Ev kongreyeke ku ji bo şer organîzekirinê yê.” Paşre Lenîn dîtinên xwe, di vi warî de hîn bêtir sîstematîze kirin. Li dora sala 1915′ an Lenîn teorîya Clawusewitz li ser şer û ditinên Marksîstî bi hevdû ve baş girêdan. Şer, ji bo Lenîn dibû berdewama polîtîkaye. Bi dîtinên Lenîn re tiştekî pirr giring careke di ji nû de dikete rojevê. Ev jî pirsa şere heq û şere neheq bû.

Tê zanîn ku di dema navîn de Dêra Katolîk dîtinê xwe li şerê heq û neheq diyar kiribû. Li gora dîtinên Dêre, şerê heq ew bûn ku ji alîye serokatîyeke meşrû ve hatine beyankirin. Serokê ku ne meşrû bûn nikaribûn şerê heq beyan bikin. Di we xalê de dîtina meşrû pirr formalîst bû. Heta mirov dikare bêje ku ev dîtin ji pirr alîyan de, ne dîtinek huquqî bû jî. Li ba dîtinên Dêrê formê beyankirina şer, di ser naveroka şer re hatiye girtin. Lenîn ew dîtinên Dêrê serobino kirin. Li şûna gotina meşrutiyetê dîtina li ser şerê heq pêşxist. Mao j idi pirsa şer de xwedî dîtin bû. Prensibe Mao bi kurtî ev bû; xwe biparaze û dijmin jî ji navê rake. Clausewitz dixwest ku dijmine xwe kedi bike, lê Mao Tse Tung digot dijmin divê ji meydane bê rakirin. Piştî Mao pirr kesen din weke Che Guewara, Regis Debray ûhw, stratejî û taktlka Mao pêşxistin. Li Çinê tevgera Mao bi taybet li hemberî dagirkeriya Japon rawestiya bû. Tevgera Mao ji xwe re dijminekî li derve û biyanl kiribû hedef. Lê li Emerlka Latln dijmin di hundir de bû. Ji ber vê yekê jî bi taybet li Emerika Latin teorîya fokus pêşket. Bi kurtî ewê gerilayên ku ji bo cografya gundan hatibûn perwerdekirin, bi teorîya fokus ewê bibana gerîlayen bajaran. Weke te zanîn ev ditin heta niha li tu deveran bisernekeriye…

Bi kurtî mirov dikare wılo bibeje; Tevgera Marksistî û sosyalîstî divê xwe ji hemû cûre mllîtarîzm paqij bike. Hemû kes baş dizane ku sosyalîzm tevgereke anti-milltarist e. Lê dîsa ji em hemû baş dizanİn ku sosyalîzm ne tevgereke pasifîst e. Di vi warî de divê mirovên sosyalîst li hember tendansen milltarîst pirr şîyar bin. Problemên ku heta niha di vi warî de pêkhatine, bingehê xwe ji teori û dîtinên Clausewitz digre. Divê sosyalîst teori û dîtinên xwe, ji nava felsefe û arınanca civateke sosyalîstî derxînin. Rê û armanc divê hevdû ternam bikin. Ma mirov tucara dikare sosyalîzmê bi tanq û topan ava bike gelo?

Wek mînak mirov dikare teorî û ditinên Hegel li ber çavan bigire. Marks û Engels, dîtin û teoriyên Hegel ji pirr alîyan de serobino kirin. Hegel li ser lingen wî dane rûniştandin. Ji bo vê yekê jî teorî û dîtinên Marksistî di hêla felsefî, dlrokî, polîtîk, ekonomî ûhw de, berhemên hêja derxistin holê. Marksîzm, di warê ramanî de şoreş kir. Lê di warê milîterî de teorî û ditinên Marksîzmê ne serbixwe bûn. Marksîzmê teorî û dîtinên xwe yên li ser şer, ji burjuwazî deyn kiriye. Weke tê zanîn, şer bixwe, di dîrokê de tucarî bê alî nebûye. Di şerkirinê de îdeolojî û naverokek heye ku bi dîtinên Marksistî re tucara li hev nake. Madem ku em li dijî çewisandina mirovan bi destê mirova ne, emê çawa bikarin bibin hevalbendê kuştina mirovan bi destê mirovan?

Em hemû baş dizanin ku şer bi xwe re babatên organîzasîyonên nû pêk tîne û danûstandinên nû diafırîne. Di şer de, dîtinên hîyerarşîk û otorîter pirr xurt dibin. Mirov bi xwe di nava şer de tucara nikarin normên şer bigûherin, lê belê şer pirr caran dikare mirovan bigûhere. Wan ji eyarê mirovantiye derxîne, wana bike weke xwe. Şer, di encam de mirovan bi hesani dikare bike weke xwe! Wexta ku mirov bibin weke şer, wê çaxê şer dibe armanc…

- Advertisment -

Recent Comments