Anatomîya Şoreşa: Karl Marx
Nivîs: Fidel Ferit
Pêşveçûna fikrên wî nîşan dide ku ew ji navberê dinyayeke idealîst ber bi dinyayeke materyalîst ve diçe. Felsefe, idealîzma Alman, rexnekirina dîn û dewletê, materyalîzm, rastiyên civakî û dîrokî, aboriya siyasî (ekonomiya polîtîk) û analîza binyadê kapitalîzmê bingehên sereke yên ramanên wî ne. Karl Marx di sala 1818an de li Trier hatiye dinyayê. Ew di malbateke çînan navîn de mezin bû; bavê wî parêzer bû û di bin bandora ramanên serdeman ronahîyê de perwerde bû. Perwerdehiya wî bi taybetî li ser klasîkên Latînî û Yewnanî û felsefeya klasîk hate avakirin. Di dema xwe ya ciwaniyê de, ew wek fîgurekî polîtîk nehatîye naskirin, zêdetir wek ronekbîrê ku li ser mirov, êxlaq û civakê dixebitin, şixulên xwe didomîne.
Di salên zanîngehê de, bi taybetî piştî zanîngeha Bonnê 1835an de, Karl Marx bala xwe zêdetir da perwerdehîya hiqûqê, wêjeyê û helbestê. Ji ber atmosfêra çandî ya Romantîzma Alman, ramanên wî di nav van xwendina de pêşketin. Lewma ramanên wî ji alîyê akademîkte hîn qels û bi temamî rûneniştibûn. Lê bi derbasbûna wî yan zaningeha Berlînê Marxê dît ku ev ramanên wî yên felsefî ji hev belavin. Di vê demê de, wî xwest ramanên xwe yên felsefî yên belavbûyî sistematîze bike û guherîna wî yan ramanî livir dest pê dike. Livir Hegel dinase û li ser dixebite. Dibîne ku Hegel di idealîzmê xwe de, rastiyê tenê wek pêşveçûna ramanan dinirxîne. Marx vê rêbazê ya dialektîkî bi awayekî rexneyî girt û guhert.
Radîkalîzma Hegelyanên Ciwan, di nav civakê de rexne li ser dîn û dewletê dikir û dixwest felsefeya Hegel, wek amûrekî rexneyî ya siyasî bikar bînin. Di vê pêvajoyê de veguhertina felsefîyan Marxê ji idealîzmê ber bi materyalîzmê ve çêbû. Hegel dibêje ku fikr û ruh bingehê rastiyê ne, lê Marx vê nêrînê rexne dike û dibêje ku ew nikare rastîya civakî bi awayekî rast rave bike. Ludwig Feuerbach jî materyalîzmê wek hebûna maddî ya xwezayî dibîne, lê Marx rexne dike ku Feuerbach mirov ji şert û mercên dîrokî û civakî cuda dike û wî wek zindiyekî pasîv dibîne. Li gor Marx, mirov bi awayekî bingehîn di bin bandora şert û mercên civakî û dîrokî de ye û bi pêvajoyên aborî û têkiliyên hilberînê tê şekilandin.

Pênaberîya Paris ya 1843an de di jiyana Karl Marx de serdemek girîng bû. Di vê demê de wî dixwest ramanên xwe li ser bingehekê nû ava bike; ji rexnekirina dîn ber bi pênase kirina biyanîbûnê ve çû û ji rexnekirina dewletê ber bi rexnekirina şert û mercên çinayetî ve veguherî. Di sala 1845an de li Bruksele ev bingeha nû li ser materyalîzma dîrokî hate avakirin. Li gor Marx, dîrok ne qada ramanan e, lê qada şert û mercên maddî ye. Fikirên mirovan, şert û mercên maddî nikarin derbikin; berovajî, fikr ji şert û mercên maddî têne şekilandin. Di vê nêrînê de,bi avahî(têkiliyên hilberînî), dervayê(dîn, siyasêt û huqûq hwd.)belî dikin.
Di vê pêvajoyê de, pêşketina fikrên Marx di navbera pêşxistina teorîk û siyasî de berdewam bû. Di sala 1848an de di “Manîfestoyan Kominîst” de hate weşandin û ev berhem yek ji bingehîyên materyalîzma dîrokî bû. Karl Marx û Friedrich Engels tê de rave kirin ku civaka kapitalîst di navbera nakokîyên xwe de pêşve diçe û dîrok bi bingehê şerên çinayetî tê şopandin.
Piştî şoreşên 1848an, Marx neçar ma ku li London wek pênaber bijî. Di vê demê de jîyana wî pir dijwar bû; pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên tenduristî û êşên malbatî jî hebûn. Lê belê, wî li ser projeya xwe ya sereke “Das Kapital” xebitî û bi deh salan li Londra bi lêkolînê li ser kapîtalîzmê re mijûl bû.
Di analîza xwe de, Karl Marx dît ku kapitalîzm wek sistemeke ku li ser metayê ava dibe û ji du çînên bingehîn pêk tê: burjuvazî û proletarya. Li gor wî, kapitalîzm di nav nakokiyên van du çînan de xwe diçerixîne. Ev nêrîn ne tenê guhertinek di felsefeya siyasî-aborî de ye, lê di heman demê de bingehê zanyarîya civakî ya modern ava dike.
Li gor Marx, armanca teoriyê ne tenê famkirina dinyayê ye, di heman demê de guherandina wê ye. Ji vê belê, teoriya wî wek amûrekî şoreşgerî tê dîtin ku li hemberî burjuvazî di destê çîna karkeran de dibe bombeyeke ewtomîk .
