Ana SayfaÇAND HUNERHozan û Dengbêjê Cîhanê: Wêjekarê Nemir, "William Shakespeare"

Hozan û Dengbêjê Cîhanê: Wêjekarê Nemir, “William Shakespeare”





Rûmet Onur Kaya / Mezopotamya ya Sosyalîst, Hejmar: 10, Tîrmeh 2011

Li rûyê erdê cîhanê hin nivîskar, zanyar, helbestvan, rewşenbîr û hozan henin ku berhemên wan bandorên mezin li warên jîyanê kirin e û dilên wan riya mirovahiyê ronî û geş dikin.

William Shakespeare wekî Ehmedê Xanî, Furûx Ferûxzad, Edgar Allan Poe, Jack London, John Steinbeck, Omer Xeyyam, Mehmed Uzun, Virginia Woolf, yek ji wêjekarên mezintir ên cîhanê ye ku peyv û hevokên wî mîna rengê taverojê weke bêdemsal vedibin.

Helbestvan, şanoger, nivîskar û lîstikvanê navdar ê cîhanê îngilîz William Shakespeare di navbera sedsalên 16-17’emîn de li axên Îngîlistanê jiyaye û bi berhemên xwe yên bandorker û giranbuha re ji bo cîhana wêjeyê bûye nemir.

William Shakespeare, li gor hin çavkanî û agahiyên dîrokî, tê zanîn ku mirovekî xwendewar nebû, li dibistanê perwerdehî nedîtibû û bi salan ve li şanoyeke ji girêdayî bajarê Londonê xizmetkarê kiriye û xwe bi xwe perwerde kiriye û pirtûkên bêhejmar xwendine. Vê yekê di heman demê de, ji bo helbestvan Shakespeare rêyeke mezin vekirî ye û wî bi demê re bûye nivîskar û helbestvanê baştirîn ê cîhanê. Peyv û hevokên William Shakespeareyî li hemû cîhanê deng veda ne. Ji bilî soneyên wî, berhemên wî yên wekî; Hamlet, Romeo û Juliet, Macbeth, Kral Lear, Othello, Bazirganê Venedîkê, Julius Caesar û ên din li cîhanê gelek hatine/têne xwendin û wergerandin.

Helbest û lîstikên ku ji aliyê wêjekarê nemir William Shakespeare ve hatine nivîsîn heta niha li seranserî cîhanê bi sedan zimanan ve hatiye wergerandin û berhemên wî di şanoyên hemû erdnîgariyên cîhanê de hatine temaşe kirin, helbestên wî bûne stran, û kilam û lawje, û lîstikên ku wî nivîsandine ji bo gelek fîlmên sînemayê bûne îlham û mijar, û di jiyanê çand, wêjê û hunerê de “asoyên nû” kûr kirine. Di helbest û lîstikên wî de ruhê hezê, reng û dengên hêvî û evînê û hilma azadiyê dişibe şînbûna hêşînahiya bihareke bêdemsal xwe didin der. 

Soneyên helbestvan û nivîskarê navdar William Shakespeare, di 2010’ê sala de, ji aliyê nivîskar, wergêr û helbestvanê navdarê kurd Kawa Nemir ve, bi navê “Hemû Soneyên William Shakespeare” cara yekem ji bo Kurdî hatibû wergerandin û ji Weşanên Lîs’ê derketibû. Wergera soneyan di demeke kurt de ji aliyên xwendavanên wêjeyê ve gelek eleqeyan dîtibû û di nava pirtûkê de, 154 soneyên Shakespeare cih digirin.

Hemû soneyên William Shakespeare,  piştî gelek salan di sala 2020ê de cara duyem ji Weşanxaneya Lîsê hate weşandin. Berhemên navdar ên din ên nivîskarê, bi navên “Xewna Şeveke Havînê” û “Hamlet: Mîrzayê Denmarkê” di heman salê de bi wergera Kawa Nemirî ji Lîsê derketin. Sê berhemên William Shakespeare, îsal bi wergera Kawa Nemir hatin weşandin. Hemû soneyên Shakespeare, weke çapa sêyem bi navê “Sercem Soneyên William Shakespeare” re ji Weşanên Avestayê hat çapkirin. Sê lîstikên şanoyê yên “Romeo û Juliet” û “Macbeth” û “Bazirganê Venedîkê” yên William Shakespeare di nava vê salê de ji Weşanên Avestayê derketin li pêşberî xwînerên wêjeyê. Werger û nivîskarê kurd Kawa nemir heta niha bi hezaran helbestên nivîskarên navdar ên cîhanê wergerandine ji bo kurdî û hate ragihandin ku werger, berhema mezin a “Ulysses” ya nivîskarê navdar ê Îrlandayê James Joyceyî jî werdigere ji bo kurdî û berhem di demeke nêz de bête weşandin.

 Helbestvan, nivîskar û wergêrê kurd Kawa Nemir heta niha ji 7000’ê zêdetir berhemên wêjeyên ên îngilîz, emerîkî, îrlandî û tirkî wergerandiye ji bo kurdî.

Hin Soneyên William Shakespeare:

Sone 18

Çi bikim, çi? Te bidim ber rojeke havînê?
Delaltir î ji wê, xulqê te jê firehtire hîn.
Bayên kur dikujin delalbişkojên Gulanê,
Qewlê havînê zêde zû tê, dewrana wê nîn.
Car heye pirr germ diçirûse çavê esmanan,
Zor caran zêrînbegzê wî bi şewq û şemal e,
Her kej ji dadê dadikeve ji text carinan,
ji bext, an jî ji çerxa siruştê ya kumral e;
Lê havîna te ya nemir dê çu neçilmise,
Dê ne ew milkê bedewiya te winda bibe,
Ne Mirin qure be siya wê li ser te lîs e,
Her li van risteyan bî, dê mezinî para te be.
      Ta ku ruh li ber mirov be, an jî çav bibînin,
      Wê ev çend bijîn, ev ê tim jînê bo te bînin


Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:89 Weşanên LÎS

Sone 66

Bê zar im ji dinyaligê, dilzar, bimirama, –
Dibînim, merd kirin parsek li Kuçe-Kolanan,
Rûtik û Behle bi xeml û xêz, nabêjî çima?
Baweriya pak kuştiye şerê xwarzê-zalan,
Şerm çûye, şoreta bi xeml û xêz hatiyê cî,
Xamatiya dilpakî bi zorê danê amê,
Serpakî peymala kir qanûna axa hecî,
Hêz bû Kurdcehş, bi biratî derket ji Tehmê,
Zordest zimanê Hunerê best bi heft werîsan,
Hişsivik hefsar kir Şarezatî bin nezanî,
Te got, Rastiya saf, gotine te, Dilsaf, dîsan,
Pakî dîlê nepakiyê, Binzîn bû’b hêsanî:
      Bê zar im ji dinyayê, lê xim herim mirinê,
      Lê ez ê dildarê xwe çawa bihêlim tenê.

Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare
Ji Îngilîzî: Kawa Nemir
rûpel:185 Weşanên LÎS

Wêjekarê mezin William Shakespeare di berhema xwe ya navdar a bi navê “Hamlet”ê de dibêje ku “Bê zar û ziman be jî, kuştin, bi riyeke ku her kesî Behitî bihêle, xwe dide der..” (Bi wergera Kawa Nemir). Bi rastî jî peyv û newayên nemir û mezin her tim û di her şert û mercan de bi riyeke xwe didin der.

Shakespeare di nava helbest, sone û lîstikên şanoyên xwe de; qala hez, êş, hesret, hêvî, jan, derd û xemên ên civakî xwe û hemû mirovahiyê û xwezayê kirine û bi vî awayî fikr, hest û ramanên xwe anîne zimên û wî bûye dengê qîrîna mezlûmên serdema xwe û ya herdemê û dengê wî dê hertim rojane bimîne.

William Shakespeare hozanekî gerdûnî ye û wekî nivîskar, helbestvan û dengbêjên mezin û nemir ên kurd ên Baba Tahirê Uryan, Evdalê Zeynikê, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Mehmed Uzun, Yaşar Kemalî, wekî nivîskar û helbestvanên Furûx Ferrxzad, Omer Xeyyam, Virginia Woolf, Homeros, Edgar Allan Poe, Jack London, Pîr Sultan Abdal, John Steinbeckî û gelek hozan, helbetvan, feylesof û ramangerên din ên wêjeyê; hozanekî mezin e û dengbêjê cîhanê ye.

*Ev nivîs sê sal berê weke kurtenivîs li blogeke hatibû weşandin û nivîs ji aliyê nivîskarê ji nû ve hate serastkirin û berfirehkirin.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights