Di hişmendîya wana de, derdorên wana hemû gundî ne! Tenê ew zana ne! Weke rewşenbîrên kemalîst ji jor de li mirovan temaşe dikin, lê jibira dikin ku ew bi xwe wextekê zarokên gundîyan bûn!
Li gora bahweriya min Stalîn û sîstema Stalînîst temsîlî çîna zahmetkêş nedikir. Berjewendiyên çîna zahmetkêşan tu cara nikare di dîktatoriya kesan de bê komkirin.
Roja 23 ê meha Cotmehê di sala 2022 an de DMA (Dibistana Marksîst Li Amedê) hate ragihandin. Bi vê xebatê me xwest bangewazîyekê bikin ku Marks bi fikir û ramanên xwe were Kurdistanê! Marks were û li ser pirsgirêkên Kurdistan û Rojhilata Navin ji me re bibe alîkar. Rê nîşanî me bide.
Tifaqa Kurdistanî bi hemû haweyên xwe divê bibe pêvajoyeke organîk. Doz û xebata me divê tucaran nebe pêvajoyeke mekanik! Qadroyên Kurdan divê bi tevgera siyasî re, li hemû perçeyên Kurdistanê di nava têkiliyên organîk de bin.
Ev nêzîkî 200 sala ye ku teorî û praktîka sosyalîzmê tê şîrovekirin. Tevgerên sosyalîstî, akademîsyenî, polîtîkvanî, rêxistinên karkerî û navnetewî, kesên hunermend û teorîsyen pirr caran ditin li ser sosyalîzmê pêşkêş kirine.
Gava ku mirov li pratîka siyaset û ramanên kurdi di bin navê netewparêziyê de tên formüle kirin de baş hûr û kûr bibe, bi hêsanî mirov pêrgi dîtin û pratîkên cüda dibe. Di tekst û jêdarkên teorîk de tenê yêk pênasîya netewparêziyê tüneye.
Manîfestoya Komûnîst navé pirtûkek Marks û Engels e. Manîfesto pirtûkek pirr biçûk e lêbelè pirr jî bi nav û deng e. Manîfesto, di nav xebata Marks û Engels ya entellektuelî de, dikare weke pelek ji pirtûkeke mezin were ditin. Dema ku Manifesto hate nivîsandin, tekoşîna polîtîk li hemû welatèn Ewrupa gelek xurt bû.Li gelek welatan tevgera şoreşgerî li deriyê burjuvazî dixist. Burjuvazî jî di oda xwe ya germ de ji serma diricifîn!
Heyamek hebû hemû tevgerên Kurdan xwe weke tevgerên Marksîst bi nav dikirin. Di vê pirsê de bi hevdû re ketibûn pêşbirkeke bêhempa. Her tevgerê li gora ramanên xwe navek dido li Marks zêde dikirin û digotin Marksîstên çak û pak em in! Ji bona ku kiryariyên xwe bidin pejirandin, çend pirtûkên elif be ji weke çavkaniyên sereke nîşan didan…
Çavkaniyên diroka raman û hişmendîya Kurdî heta nûha baş nehatine analîz kirin. Çima gelo? Ji ber ku tekstên nivîsandî bi Kurdî di nava civata me de zêde belav nebûne. Kesên Kurd heta nûha zêde li raman a Kurdî negerîya ne. Sîyaset a Kurdan û raman a Kurdî bi hevdu re nemeşîyane. Xweşik ji hevdu re û ji dil ne gotine rojbaş! Gelek sîyasetmedaran çavkanîyên raman a Kurdî ji xwe re zêde nekirine problem û gûh nedanê wana. Ne ku zêde, heta mirov dikare bibêje ku raman û tekstên ku hişmendîya Kurdî tînin ziman, hema hema li cem entelektuel û sîyasetmedarên Kurdan tûne ne. Ewê ku li ba wana hene jî, îro libo libo li vî alî û wî alî belav bûne.