Civîna welatên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê de 15-16ê Adarê li Moskowa paytexta Rûsyayê tê kirin. Medya fermî ya Tirkiyê ragihand ku civîna Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê û asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Sûriyê de wê 15-16ê Adarê li Moskowê di asta cîgirên wezîrê derve de bê kirin.
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ragihand, ku ew di wê baweriyê de ye ku Tirkiye dê serlêdana Swêdê ya ji bo endamtiya NATOyê bipejirîne, lê tekez kir ku ew dê nikaribin hemû daxwazên Enqereyê wek "berdêla erêkirinê" pêk bînin.
Hat ragihandin ku Fransa dixwaze beriya dawiya salê li dijî operasyonên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya welatên herêmê li Urdinê lûtkeyekê li dar bixe.
Parlamentoya Iraqê îro derbarê teqîna li Zaxoyê de civîneke awarte lidar xist. Li gorî rapora ku di rûniştina li ser bomberdûman û topbarana Artêşa Tirkiyê yên li hemberî sînoran de hat amadekirin de, hat gotin ku "Tirkiye bi kûrahiya 105 kîlometreyan ketiye nava axa Iraqê."
Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku nêzîka pênc sal û nîv e girtî ye dibêje, qet nabe Tirkiye di şerê Ukraynayê de alî be, lê divê bo şatiyê hewl bide.