Ana SayfaCÎHANRÛSYA, ÎRAN Û TIRKIYEYÊ BIRYAR DAKU MEKANÎZMEYA ŞOPANDINA AGIRBESTA SÛRIYEYÊ XURT BIKIN

RÛSYA, ÎRAN Û TIRKIYEYÊ BIRYAR DAKU MEKANÎZMEYA ŞOPANDINA AGIRBESTA SÛRIYEYÊ XURT BIKIN

Dewletên garantor ji bo civînên Astanayê, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê daxuyaniyeke hevbeş îmze kir. Her sê welatan biryar da ku mekanîzmeya şopandina agirbestê ya wan damezirandiye xurt bikin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Kazakistanê Akilbek Kamaldinov daxuyaniya hevbeş xwend û tê de wiha got: “Me di mijara binpêkirinên agirbestê yên li Sûriyeyê diqewimin de daûnstendin kir û me qebûl kir ku bibandoriya mekanîzmeya sêalî ya şopandinê zêde bikin daku asta bûyerên tundûtûjiyê kêm bikin.” Dewletên garantor pabendiyê bi rêkeftina agirbestê dikin.”

“CIVÎNA BÊ, MEHA GULANÊ YE”

Piştî ku Kamaldinov daxuyanî xwend, ragihand ku qonaxa sêyem a civînên Astanayê bi dawî bûye. Li gorî daxuyaniyê, qonaxa bê ya civînên Astanayê dê di 3-4ê Gulanê de bên lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku nûnerên DYAyê, Urdun jî li gel her sê dewletên garantor, Tirkiye, Rûsya û Îranê beşdarî qonaxa sêyem a civînan bû. Hikûmeta Sûriyeyê heyeta xwe şand Astanayê lê dijberên çekdar biryar da ku beşdarî civînan nebe.

Wezareta Derve ya Kazakistanê ragihandibû ku heyeteke ji dijberên sûrî dê îşev biçin Astanayê. Nexasim serokê heyeta Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev gotibû ku hinek nûnerên heyetên Îran, Tirkiye û Rûsyayê dê li Astanayê bimînin daku bi dijberan re bicivin.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights