Ana SayfaCÎHANAMERÎKA: DIOPERASYONA REQQAYÊ DE HSD HEYE, EM ROLA TIRKIYEYÊ DINIRXÎNIN

AMERÎKA: DIOPERASYONA REQQAYÊ DE HSD HEYE, EM ROLA TIRKIYEYÊ DINIRXÎNIN

Berdevkê koalîsyona hêza dijberî DAIŞê yê amerîkî mîralay John Dorrian ragihand ku di operasyona rizgarkirina Reqqayê de misoger HSD heye û niha em rola Tirkiyeyê dinirxînin.

Fermnadarê amerîkî John Dorrian bi vîdyo konferansê beşdarî civîna çapemenî ya Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) bû û di bersivdayîna pirsekê de got: “Di mijara tevlîbûna kurdan a Reqqayê de hetanî astekê em difikirin cih bidin wan. Em xebatên xwe bi Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Koalîsyona Erebên Sûriyeyê re dimeşînin. Hêzên ku beşdarî operasyona Reqqayê dibin ji sedî 75 erebên Sûriyeyê ne. Ev rastiyeke demografik a herêmê ye û di nava van de kurd, xrîstiyan û yên din jî hene.”

Li gorî nûçeya DHAyê, Dorrian di berdewamiya axaftina xwe de got: “Tirk jî dixwazin rolekê bilîzin,, bi çend leşkeran dikarin tevlî bibin. Li ser rola Tirkiyeyê ku bilîze bi hefteyan heta bi mehan bi eşkere me got, ji bo têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê li bakurê Sûriyeyê em ji rola Tirkiyeyê re vekirîne. Ev wê çi be, wê çawa bimeşe hê li ser vê lihevkirin çenebûye. Lê ji hela kanalên leşkerî û dîplomatîk em bi Tirkiyeyê re her roj dipeyîvin. Piştî dawiya van xebatan wê her tişt eşkere bibe.”

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights