Ana SayfaCÎHANTirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye di 15-16ê Adarê de li Moskowê dicivin 

Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye di 15-16ê Adarê de li Moskowê dicivin 

Civîna welatên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê de 15-16ê Adarê li Moskowa paytexta Rûsyayê tê kirin. Medya fermî ya Tirkiyê ragihand ku civîna Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê û asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Sûriyê de wê 15-16ê Adarê li Moskowê di asta cîgirên wezîrê derve de bê kirin. 

Li ser navê Tirkiyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Burak Akçapar, li ser navê Rûsyayê Nûnerê Taybet ê Welatên Rojhilata Navîn û Efrîqayê yê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Mihail Bogdanov, li ser navê Îranê Şêwirmendê Karên Siyasî yê Wezîrê Derve yê Îranê Ali Asgar Haci û li ser navê Sûriyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Susan beşdarî civînê dibin. 

Meha Kanûna 2022ê jî wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Rûsya û Sûriyê li Moskowê civiya bûn. Serokê îstixbaratên her sê welatan jî wê demê beşdarî civînê bûbûn. Di civînê de aliyan li hev kiribûn ku diyaloga siyasî di navbera Tirkiye û Sûriyê de bibe rojeva civînê. 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja 8ê Adarê gotibû, hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyê de yên bi serpereştiya Rûsyayê derbasî qonaxa duyem bûne û dê wezîrên derve yên her çar welatan bicivin. Tê çaverêkirin di demên pêş de wezîrên derve yên her çar welatan jî bicivin. 

Rudaw 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights