Ana SayfaGIŞTÎDemirtaş: Nabe Tirkiye di şerê Ukraynayê de alî be

Demirtaş: Nabe Tirkiye di şerê Ukraynayê de alî be

Selahattin Demirtaş di hevpeyvînekê de ku ji Girtîgeha Edirneyê bi awayekî nivîskî bersiva pirsan daye, derbarê şerê Ukraynayê de dibêje “Wek prensîp divê şer bê redkirin û ji xeynî hemû hevsengiyên neteweyî û navdewletî divê berevanî li aştiyê bê kirin û rêzgirtina li îradeya gelê Ukraynayê wek bingeh bê wergirtin. Lê tişta tê dîtin, li beramber amadekariyên eniya rojava bo tengavkirina Sûriye û Çînê, Putin bi rêya destpêkirina şer li cihekî wek Ukraynayê ku li gor wê asan e û hest bi bihêzbûna xwe dike, hewl dide pêgeha xwe biparêze.”

Demirtaş dibêje “Wiha dixuye ev şer heta asteke zêde eniya rojava bi xwe ve mijûl bike û wan neçar bike planên xwe di ber çav re derbas bikin. Şer xirab e, şer wêranker e, lê mixabin amrazeke siyaseta emperyalîstan e. Krîza Ukraynayê dibe sedema derencamên girîng ên navdewletî. Wek çawa pirsgirêka enerjî û xorakê li cîhanê mezin dibe, di heman demê de saziyên navdewletî hêzên mezin wek NATO, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Amerîka di warê çendayetî û çawatiyê de dixe jêr pirsyarê û rê li ber biryarên nû vedike.”

Derbarê derencamên vê rewşê de li nav Tirkiyê, Demirtaş got “Li nav Tirkiyê hikûmeta AKPê dê têkeve nav xitimandineke tam û yan dê nikaribe polîtîkaya hevsengiyê ya bê prensîb a heta niha bimeşîne, yan jî wê bikeve bin wê polîtîkayê. Divê Tirkiye qet nebe aliyekî şer, lê divê ji bo aştiyê hewl bide.” Demirtaş tekez dike ku qet nabe Tirkiye di şerê Ukraynayê de alî be, lê divê bo şatiyê hewl bide.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights