Ana SayfaCÎHANSerokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê pêk bînin

Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê pêk bînin

Serokwezîrê Swêdê Kristersson îro 8ê Çileya 2023an di konferansekê de ku ji aliyê saziyeke ramanê ya berevaniyê li Swêdê ve hatibû organîzekirin, behsa helwesta Tirkiyê ya derbarê endamtiy Swêdê di NATOê de kir û nerehetiya xwe ya li bermaber helwesta Enqereyê nîşan da.

Ulf Kristersson got, Tirkiye piştrast dike ku em çi dibêjin em dê bikin, lê ew hêj jî dibêjin tiştê ku em nikarin bidin an jî naxwazin bidin dixwazin.

Swêd, Fînlanda û Tirkiyê di sala 2022an de peymaneke sê alî îmze kiribûn, ji bo ku îtirazên Enqereyê yên li ser endamtiya herdu welatan di NATOyê de nehêlin.

Rêveberê Enstîtuya Lêkolînên Tirkî ya Zanîngeha Stockholmê Paul Levîn ji Euronews re got, “Eger ev gav nehatana avêtin, ne mimkûn bû ku Enqere di vê mijarê de bi pêş ve biçe.”

Paul Levin dibêje, “Ez nafikirim ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Swêdê nêrîna xwe ya li ser radestkirinê biguherîne,” û diyar dike ku Dadgeha Destûra Bingehîn daxwazên radestkirina kesên ku li welatê xwe ‘dibe ku bi îşkenceyê re rû bi rû bimînin’, bi taybetî di van bîst salên dawî de red kiriye.

“Ev veto zexta Tirkiyeyê ya li ser Amerîkayê ye”

Toni Alaranta, Analîstê Tirkiyê li Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Fînlandayê jî vê nêrînê re dipejirîne. Alaranta ji Euronews re got: “Ev tenê mijareke girêdayî Swêd û Fînlandayê nîne, lêbelê zexta dewleta Tirk li ser DYA’yê ye ku çekan dide YPG’ê.”

Toni Alaranta destnîşan kir, “Li Fînlandiyayê piraniya xelkê difikirin ku em nikarin pirsgirêkên navbera Tirkiye û Amerîkayê çareser bikin.”

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights