Ana SayfaGIŞTÎSALIH MUSLIM: BALAFIRÊN TIRKIYEYÊ BÊ DESTÛRA KOALÎSYONÊ NIKARIN LI WIR BIFIRIN

SALIH MUSLIM: BALAFIRÊN TIRKIYEYÊ BÊ DESTÛRA KOALÎSYONÊ NIKARIN LI WIR BIFIRIN

Hevserokê PYDê Salih Muslim derbarê êrişa hewayî ya Tirkiyeyê bo Şingal û Rojava ji Spûtnîkê re ragihand ku balafirên Tirkiyeyê bê destûra koalîsyonê nikarin li wê herêmê bifirin.

Hikmet Durgun / sputniknews

Hevserokê PYDê Salih Salih Muslim ji bo êrişa ser herêmên Şingal û Rojava ji ajansa Spûtnîkê re got: “Balafirên Hêzên Hewayî yên Tirkiyeyê bêyî destûra koalîsyonê nikarin li wê herêmê bifirin. Di encama êrişê de ji hêzên YPGê û ji hêzên Pêşmerge jî kuştî û birîndar hene, divê hêzên koalîsyonê ji bo vê êrişê daxuyaniyekê bidin.”

Di encama êrişên balafirên Tirkiyeyê ya Şingalê de li gorî daxuyaniya malperê fermî ya PDKê ji hêzên Pêşmerge 5 kuştî û 9 birîndar û ji hêzên YBŞê jî 1 kuştî û 4 kes jî birîndar bûn. Herwiha YPGê jî di daxuyaniya xwe ya ji bo êrişa herêma Qereçoxê de got: “Di encama êrişê de saziyên me yên leşkerî hedef hatin girtin û kuştî û birîndarên me hene û em ê navên wan paşî eşkere bikin.” Li gorî YPGê balafirên tirk Radyoyê Dengê Rojava jî bombebaran kiriye.

‘ME HEVQAS HÊVÎ NEDIKIR’

Salih Muslim di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: “Em li benda êrişa hewayî ya Tirkiyeyê bûn. Ji xwe Tirkiye her roj gundên rojava bi tank û topan bombe dikir. Lê me hevqas hêvî nedikir. Me hêvî nedikir ku wê bi 26 balafiran êriş bikin. Balafirên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê bêyî destûra Hêzên Koalîsyona Hevpeyman nikarin vê êrişê pêk bînin. Divê koalisyon ji bo vê êrişê daxuyaniyekê bide.”

‘DIBE OPERASYONA REQQAYÊ KRÎZÊ DERXÎNE’

Muslim di dirêjiya axaftina xwe de got: “Bêyî destûra koalîsyonê çawa balafirên tir dikarin li herêmê bifirin. Divê koalisyon daxuyaniyekê bide û mijarê zelal bike. Di êrişê de agahiya wan hebû an na? Vê êrişê çawa dinirxînin. Ev êrişa Tirkiyeyê wê bandorê li operasyona Reqqayê jî bike û dibe bibe sedema krîzekê.”

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights