Ana SayfaKURDISTANWezareta Berevaniya Iraqê: Tirkiye bi qasî 105 km ketiye nav axa Iraqê

Wezareta Berevaniya Iraqê: Tirkiye bi qasî 105 km ketiye nav axa Iraqê

Parlamentoya Iraqê îro Şemiyê civîneke awarte li dar xist û êrîş û topbaranên Tirkiyê gotûbêj kir. Sererkanê Giştî yê Iraqê û Wezîrê Berevaniyê jî beşdarî civînê bûn.

Parlamenterê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şervan Duberdanî ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku di rûniştinê de rapora ku ji aliyê Wezareta Berevaniyê ve ku derbarê operasyon û bombardûmanên Artêşa Tirkiyê yên li sînorên Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin, hatiye xwendin.

Duberdanî da zanîn ku di raporê de hatiye destnîşankirin ku hêzên Tirkiyê zêdetirî 100 baregeh li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Iraqê ava kirine.

Li gorî rapora Wezareta Berevaniya Iraqê, “zêdetirî 4 hezar endamên Artêşa Tirkiyê li ser xaka Iraqê hene û bi kûrahiya 105 kîlometreyan ketiye nava axa Iraqê.”

Li gorî vê raporê, navenda herî dûr a leşkerî Artêşa Tirkiyê li devera Zelkan a bajarokê Başîkê li deşta Nînovayê ya Mûsilê ye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Iraqê, Hêzên Artêşa Iraqê li ser axa Iraqê gelek çekên giran û sivik, ji wan wesayîtên zirxî, tank, top, helîkopter û cebilxane û çekên sivik hene.

Di raporta Wezareta Berevaniya Iraqê de cih daye encamên lêkolînên derbarê bombardûmana roja Çarşemê ya gundê Perex a Zaxoyê jî. Li gorî araportê, bombardûmana Perexê bi “topên 155 mm” hatiye kirin. Di raporê de hat gotin ku bikaranîna topa navborî ji herêma çiyayî zehmet e û hat destnîşankirin ku top ji nav Tirkiyê ji herêmeke di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ya nêzî sînorê Tirkiye û Iraqê ye hatiye avêtin.

Di navbera Tirkiye û Iraqê de peymaneke ewlehiyê heye?

Di sala 1984an de di navbera Tirkiye û Iraqê Peymana Şopandina Germ hat îmzekirin.

1- Mafê Tirkiyeyê ye ku bi kûrahiya 5 km di nav axa Iraqê de lêgerîn û operasyonên germ pêk bîne

2- Eger Tirkiye biryarê bide ku di nav axa Iraqê de şopandina ger û operasyoneke bike, dê berê Hikûmeta Bexdayê agahdar bike.

3- Şopandina germ an jî operasyonên ku di nav sînorên Iraqê de bên kirin divê ji 72 saetan derbas nebe, piştî temambûna dema diyarkirî (artêş), divê ji bo sînorên diyarkirî vekişe

4- Ev pêşnûme ne peymanek e, tenê heyama 1 salî dihewîne û ne xwediyê kalîteya ‘peymana ewlehiyê’ ye.

Di navbera Tirkiye û Iraqê de ti peymaneke nivîskî ya fermî nîne.

Çi bûbû?

Piştî ku roja Çarşemê 20ê Tîrmeha 2022an, seyrangeha gundê Perexê li navçeya Zaxoyê li Herêma Kurdistanê hat topbarankirin û di encama topbaranê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn, êriş bi ser binkeyên Tirkiyê hatin kirin.

Hikûmeta Iraqê dibêje, topbarana li Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin, lê Tirkiye wê yekê red dike.

Di heman roja êrîşê de li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, şandeke Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên û hin berpirsên leşkerî û emnî serdana cihê bûyerê kir. Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî serdana cihê bûyerê di daxuyaniyekê de ragihand, ku “êrîş ji aliyê Tirkiyê ve û bi 4 topan hatiye kirin.”

RÛDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights