Malbata Şenyaşar di roja 695emîn de li pêş Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê didomîne. Emîne Şenyaşar destnîşan kiriye ku 5 sal in kurê wê di girtîgehê de ye û gotiye: “Edî bes e bila ev zilm biqede û kurê min berdin da ku em biçin mala xwe.”
Ferît Şenyaşar diyar kir ku di doza wan de serokkomar û Wezîrê Karên Hundir alîgir in û bi lêv kir ku di dozeke wiha de darizandineke adil nikare bê kirin.
Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, diyar kir ku gel şahidê berxwedana li dijî zilmê tê kirine û wiha got: “Heke zilm hebe berxwedan heq e.”
Malbata Şenyaşar, wêneyê ambûlanê yê rastî êrişê parazvan û xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibû parve kir û got: “Di şer de jî, êrişî ambûlansan nayê kirin.”