Ana SayfaGIŞTÎMALBATA ŞENYAŞAR JI BO ÇALAKIYA XWE BANGA PIŞTGIRIYÊ KIR

MALBATA ŞENYAŞAR JI BO ÇALAKIYA XWE BANGA PIŞTGIRIYÊ KIR

Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” didomîne banga piştgiriya çalakiya xwe kir. 

Beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzkar û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Ferdê malbatê Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û pişt re hatibû girtin. Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du lawê xwe winda kir li gel lawê Ferît Şenyaşar ji bo dozê edalet pêk were bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê daye destpêkirin û di roja 7’an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û lawê xwe îro jî hatin ber edliyê û xwestin bi Serdozgeriya Komarê re hevdîtin bikin lê daxwaza wan bêbersiv ma. 

BANGA PIŞTGIRIYÊ 

Malbata Şenyaşar a li ser terenceyê avahiya edliyê rûniştina xwe berdewam kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê bangê kir: “Nobeta me ya edaletê di roja 7’an de berdewam dike. Em her kesê xwedî wîjdan vedixwînin ber edliyê ku 10 deqîqeya piştgiriyê bide têkoşîna me ya heq û edaletê.” 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights