Ana SayfaGIŞTÎMALBATA ŞENYAŞAR: DI ŞER DE JÎ ÊRIŞÎ AMBÛLANSAN NAYÊ KIRIN

MALBATA ŞENYAŞAR: DI ŞER DE JÎ ÊRIŞÎ AMBÛLANSAN NAYÊ KIRIN

Malbata Şenyaşar, wêneyê ambûlanê yê rastî êrişê parazvan û xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibû parve kir û got: “Di şer de jî, êrişî ambûlansan nayê kirin.” 

Emîne Şenyşar a ku hevjîn û du kurên xwe, di sala 2018’an de, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re çalakiya xwe ya bi daxwaza “Edaletê” di roja 75’an de, dewam kirin. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya derketina kolanan, çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir. 

“EM Ê BÊDENG NEBIN” 

Malbatê, li ser hesabên xwe yên medya înternetê wêneyê ambûlanê yê Enver Yildiz û Halîl Yildiz ên birîndar têde bûn û rastî êrişa parazvan û xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatibû, parve kir û ev peyam da: “1- Di şer de jî êrişî ambûlansan nayê kirin (Wêneyê ambulansa birîndar tê de bûn) 2- Belgeya fermî ya qeyda dengê birayê parlamenter (Îtîrafa mudaxilekirina darazê ye). Kuştina 4 mirovan ne pirsgirêke, piştî bûyerê Parlamentere Yildiz zêdetir bi hêz bû! EM EDALETÊ DIXWAZIN. Emê li dijî zilmê bêdeng nebin.”

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights