Ana SayfaGIŞTÎMalbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin

Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 365’emîn de berdewam kir. Çalakî îro salek li pey xwe dihêle û sivê dê di salvegera yekemîn de berdewam bike. Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû û li gel Ferît Şenyaşar çûye nexweşxaneyê, keça Emîne Şenyaşar û lawê wê Perîhan Yuzuguldu û Mehmet Şenyaşar îro hatin ber edliyeyê û nobed girtin. 

Mehmet Şenyaşar derbarê nobeda salek li pey xwe dihêle de axivî û got: “Tevî zoriyan jî nobedê salek li pey xwe hişt. Dayika min û Ferît îro çûn nexweşxaneyê. Ez û xwişka xwe hatin û me nobed dewr girt. Em sibê bi wesîleya salvegera yekemîn li benda rêxistinên mafê mirovan in ku werin ber edliyeyê. Heta edalet bicih were wê ev nobed bidome. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin.” 

JI BO JINAN EDALET 

Perîhan Yuzuguldu jî destnîşan kir ku wê îro di şûna dayika xwe de nobed dewr girtiye û got: “Dayika min û kekê min 365 roj in li ber edliyê perîşan bûn. Em dixwazin tavilê edalet bicih were. Heta edalet were cih, em ê ji vir neçin. Em gazî her kesî dikin; em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Dayika min ji bo jinan û dayikan edaletê dixwaze. Îro roja jinan e. Bila jin dayika min bi tenê nehêlin. Birayê min Fadil Şenyaşar 4 sal bêsûc girtî ye. Bila wî berdin.” 

SERDANÊN PIŞTGIRIYÊ

Serdeanên piştevaniya bo malbatê jî didomin. Hunermend Nûrcan Degîrmencî û muzîkjenên pê re ku ji bo mitînga 8’ê Adarê li Rihayê ne serdana malbatê kirin û diyar kirin ku ew piştgirtiyê didin malbatê û ew 8’ê Adara îsal diyarî dayika Emîne dikin. 

Şandeya jinên hunermend kêliyek bi malbatê re nobed girt û pişt re ji wir veqetiyan. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights