Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊMalbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe

Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye dest pê kirin di roja 644’emîn de berdewam dike. 

BI WESAYÎTAN ASTENG DIKIN

Ferît Şenyaşar û Emîne Şenyaşar ên mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê, dîtin ku wesayîtên bi plaqeya fermî careke din li ber cihê ku pankarta wan ya “Edalet” li ser dinivîse dihate daliqandin park kirine, pankart bi wesayîta xwe ve daliqand û dest bi nobetê kir. 

‘EDALET HEYE?’ 

Şenyaşar, anî ziman ku di doza wan de aliyek parlamenterê ji partiya desthilatê ye û ji aliyê partiya wî bi xwe ve jî nayê xwestin û wiha got: “Lê Wezîrekî Karê Hundir ê xwedî li vî parlamenterî derdikeve heye, serokkomarekî ku ji vê bêhiqûqiyê re bêdeng dimîne, aliyê parlamenter digire heye. Li Tirkiyeyê her kes dizane ku di dozeke ku serokkomar û Wezîrê Karên Hundir alîgir be de wê darizandineke adil neyê kirin.” Şenyaşar, diyar kir ku bûyer tevî yek e jî doz piştî du salan weke “kargeh” û “nexweşxane” cuda kirin û wiha berdewam kir: “Bi ser bûyerê ve nêzî 5 sal derbas bûn. Îstînaf dixwaze ku ev her du doz bibin yek. Wê doz ji nû ve dest pê bike. Kesekî ku dibêje li Tirkiyeyê daraz serbixwe ye, bêalî ye û siyaset asteng nake bila li doza me binêrin.”

Şenyaşar, bi lêv kir ku piştî serokkomar û Wezîrê Karên Hundir tev li dozê bûn doz ji “cudabûnê” derket û got: “Doza me veguherî têkoşîneke ku ka li Tirkiyeyê edalet heye? Nîne? Daraz serbixwe ye? An girêdayî ye?”

‘BIRAYÊ ME DI BIN ZEXTÊN SIYASÎ DE DÎL TÊ GIRTIN’

Şenyaşar, axaftina xwe wiha domand: “Em li ber deriyê edliyeyê ne, mafdar in. Hemû tiştên me li kargeha xwe kirin weke di dîmenên kamerayan de jî tên dîtin li ser xwe parastinê ye. Birayê min kesek nekuştiye. Tenê gule berdaye 2 kesên ku êrişî me dikir. Ew her du kes jî birîndar bûne. Em nabêjin birayê me girtî ye, di bin zexta siyasî de dîl girtî ye. Em vê bêedaletiyê qebûl nakin.”

‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’

Şenyaşar, anî ziman ku derbarê kesên ku li nexweşxaneyê komkujî û sûcê mirovahiyê kirin de cezayê hefsê yê muebbeta girankirî bê xwestin jî ev kes di nava civakê de digerin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Lê birayê min yê li kargehê xwe parast niha girtî ye. Em mafdar in em ê li ber xwe bidin û em ê li ber edliyeyê veneqetin. Sibê du sibe wê parlamenterên partiya desthilatê an jî namzetên wan dê bên Rihayê. Gelê Rihayê wê vê bêedaliyê bibîne. Dema namzetek hate vê derê wê pirsa ewil ku gel jê bipirse bibe ev bêedaletî. Em jî dê derkevin hemberî van. Heta ku ev bêedaletî ji holê neyê rakirin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights