Ana SayfaGIŞTÎMalbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e

Malbata Şenyaşar: Heke zilm hebe berxwedan heq e

Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, diyar kir ku gel şahidê berxwedana li dijî zilmê tê kirine û wiha got: “Heke zilm hebe berxwedan heq e.” Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 351’an de berdewam dike. Nobeta ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikarî tevlî bibe, Ferît Şenyaşar didomîne.  Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Gotina herî baş a mirov têkildarî hiqûqê bibêje ew e ku heke bi rêya darazê zilm hebe, berxwedan heq e. Gelê Rihayê şahidê berxwedana li dijî zilmê ye. Hem li pêş hiqûqê hem jî di sindoqê de hûn ê bedelê bidin.”

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights