Ana SayfaKURDISTANMalbata Şenyaşar: Erdogan wê bi kîjan rûyî were vir?

Malbata Şenyaşar: Erdogan wê bi kîjan rûyî were vir?

Malbata Şenyaşar di roja 695emîn de li pêş Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê didomîne. Emîne Şenyaşar destnîşan kiriye ku 5 sal in kurê wê di girtîgehê de ye û gotiye: “Edî bes e bila ev zilm biqede û kurê min berdin da ku em biçin mala xwe.”

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê 695 roj in dewam dike.

Emîne Şenyaşar di çalakiyê de axivîye û destnîşan kiriye ku çalakiya wan a ji bo pêk hatina edaletê nêzî 2 sal in berdewam dike û wiha gotiye:

“Tevî ku sermaye jî em nikarin li mala xwe rûnin û ji neçarî em tên li vir rûdinin. 5 sal in lawê min di qawîşek yek kesî de tê girtin. Bila lawê min berdin da ku em jî biçin mala xwe. Hemû kes bi vê zilmê dizane. Erdogan dê çawa were Rihayê. Wîjdanê wan tune ye. Zarokên min kuştin, malbata min parçe kirin. Bi zilmeke mezin zarokên min kuştin. Bila me jî bifikirin. Di nexweşxaneyan de mirov nayên kuştin. Edî bes e bila ev zilm biqede û lawê min berdin.”

Çi bûbû?

Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.

Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.

Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (TY/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights