Ana SayfaGIŞTÎMALBATA ŞENYAŞAR: EM DIXWAZIN DARAZ BÊALÎ BE

MALBATA ŞENYAŞAR: EM DIXWAZIN DARAZ BÊALÎ BE

Malbata Şenyaşar a ji ber qedexeya derketina derve li malê nobeta xwe ya “edaletê” didomîne diyar kir ku ew darizandinek bêalî dixwazin. 

Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar re, da destpêkirin di roja 47’emîn de berdewam dike. Malbat, ji ber qedexeya derketina derve heye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê didomîne. 

‘BILA DARAZ BÊALÎ BE’ 

Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê dîmenên têkildarî komkujiyê belav kir û wiha got: “Kêliya vî dîmenê êrişê ji aliyê cîranê me ve hatiye girtin. Yê bi çeka lûle dirêj hatiye êrişê xizmê parlamenter e. Polîs dikeve navberê çekê ji dest distîne. Dîsa çeka xwe ji polîs distîne. Di doza bi encam bû de navê wî jî derbas nebû. Ji ber vê yekê em dixwazin ku daraz bêalî tevger bike.” 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights