Ana SayfaJINDİ ÇANDA KOLEKTÎVÎZMÊ DE GAVEK DİN A ABORÎ

Dİ ÇANDA KOLEKTÎVÎZMÊ DE GAVEK DİN A ABORÎ

 

Jin di vê xebatê de bi xwe madeyên xam dikirin, amade dikin û berhemên xwe dadixin bazaran û difiroşin. Aboriya komînal pêk tînin, jê sûd digirin û sûd didin civakê; Koperetîfa Lorîn.qam-koparatifen-jina-li-qamislo-1

Şoreşa Rojava ku di oxira pêkanîn netewa demokratîk û peydakirina alternatîfa modernîteya kapîtalîst de, di hemû qadên jiyanê de xwedî hewldan û tevgerîn e, di qada aborî de jî aboriya komînal weke rêgeza pêşxistina aboriyê esas digire û pêş dixîne.

Di vê çarçoveyê de li gelek gund, bajar û herêmên Rojava koperetîfên cihêreng ên aboriyê ku ji komînên gel derdikevin hatin avakirin. Niha jî ji bo pêşxistina van koperetîfan û zêdekirina berhemên wan xebat tên kirin.

Koperetîva Lorînqam-koparatifen-jina-li-qamislo-2

Herî dawiyê di gaveke ku xebatek mezintirîn a komînaliya aborî pêş bixîne, 50 jin ji gelek komînên bajarê Qamişlo û di bin çavdêriya Meclîsa Aborî ya bajar de koperetîfek aborî bi navê Koperetîfa Lorîn vekirin.

Koperetîfa ku bi tenê ji aliyê jinan ve tê birêvebirin, riya karkirin û xwexwedîkirinê li pêşiya van jinan vekir. Her jinek bi 20 hezar L.S tevlî koperetîfê bû û wiha ew ê ji berhemên karê koperetîfê sûd werbigire

Xam dikirin, amade dikin û berhem didinqam-koparatifen-jina-li-qamislo-3

Xebatên koperetîfê jî xwarinên demsalan in. Ango jin xwarinên ku ji bo demsalan tên depokirin amade dikin û difiroşin.

Jin bi xwe dadikevin bazara El-Hal û sebze, meywe (fêkî) û xwarinên din ên demsalan bi komû û erzan dikirin. 6 jinên endamên koperetîfê bi vî karî radibin. Ew rojane li gorî pêdiviyan dadikevin bazarê û madeyan dikirin.

Paşê ji seat 80.00 heya 17.00’an xebata kolektîf dest pê dike. Ango jinên din kar di nav xwe de dabeş dikin. 6 ji wan madeyên hatin kirîn dişon û yên din jî van xwarinan li gorî pêdiviyê dihêrin, dikelînin an jî hişk dikin, yanê bi hunera zanîna dayikê amade dikin.

Piştî ku made tê amadekirin, ew berhemên xwe dixin tûr an jî qetremîzan û bi buhayên erzan dûrî keysbaziyê dadixin bazarê. Dawiya rojê, li gorî rêjeya navîn, her jinek 500 lîre ji vê xebatê bidest dixîne.qam-koparatifen-jina-li-qamislo-4

Koperetîfa Hevgirtin alîkar e

Ji bo firotina berhemên karên destê jinan, komeleya Hevgirtin a ku li ser asta herêma Cizîrê xwe birêxistin kiriye alîkariyê dide. Beşek ji berhemên koperetîfa Lorîn, komeleya Hevgirtin difiroşe. Beşek din jî li firoşgehên din ên bajarê Qamişlo tên firotin.

Proje berhemdar e

Koperetîfa Lorîn ku ev demeke amadekariyên vekirinê dike, di 12’ê cotmehê de bi fermî hat vekirin û dest bi xebatan kir. Niha ji bo demsala zivistanê jinan xwarinên weke tirşo, megdûs, ava îsotan, miloxiya hişk, nane û buharên hêrandî amade kirin û daxistine bazarê.qam-koparatifen-jina-li-qamislo-5

Beriya demekê jî jinan miqdarek mezin ji mirebeya Sêv û Tirî amade kirin û firotin. Ji vê firotinê 260 hezar lîre bidest xistin.

Hewldanên mezinkirinê

Koperetîfa ku sûd da endamên xwe, hêviya mezinkirinê jî di wan de çêkir. Endamên koperetîfê niha hewl didin ku xebatên xwe firehtir bikin û bi vê yekê re hemwext hijmara endamên xwe zêdetir bikin, da ku bihêlin jinên din jî tevlê bibin û jê sûd bigirin.

Jinan sûda wê vegotinqam-koparatifen-jina-li-qamislo-8

Endama koperatîfê Emîne Ebdullah ku Endama Komîna Şehîd Sediye ya taxa Qenat Siwês e da zanîn ku armanca wan ji avakirina vê koperatîfê pêşxistin û xurtkirina aboriya jin e.

Endama Komîna Şehîd Riyowîn a taxa Qedûrbeg Nesriye Mehmûd ku endama koperetîfê ye li ser tecrubeya xwe got ku, divê hemû jin çanda avakirina koperatîfan û xebata kolektîf pêş bixin û wiha axivî: “Bi saya koperatîfan dikarin pêdiviyên civakê bi cih bînin û dorpêça aborî ku li ser herêmê hatiye ferz kirin bişkînin. Dîsa jî ya herî girîng, derfetên karkirin û xwexwedîkirine li pêşiya jinan vedibin.

QAM-KOPARATIFEN-JINA-LI-QAMISLO-14.jpg (1620×1080)

qam-koparatifen-jina-li-qamislo-9

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights