Ana SayfaGIŞTÎ"XEWNA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ NÊZÎKTIR BÛYE"

“XEWNA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ NÊZÎKTIR BÛYE”

Nivîskarê iraqî Ednan Huseyinî di nivîsa xwe ya rojnameya Eşereq El Ewsetê de diyar kir ku kiryarên Hikûmeta Iraqê kurdan bêtir dûrî Iraqê dibin û wan bêtir diajon ku xwe bi “xewna” xwe ya serxwebûnê bigirin.

Huseyin di nivîsa xwe de diyar dike ku “xewna serxwebûna Kurdistanê” berî referandûmê jî ne ewqasî nêzîk bû wek çawa niha jî ne ewqasî dûr e û balê dikişîne ser rewşa niha ya Rojhilata Navîn ku împeratoriyên mêtîngekar kurd û erebên wê di navbera dewletan de perçe kirin û rê neda wan ku dewletên xwe bi awayekî yekgirtî ava bikin.

“JI BO KURDAN IRAQ, TENÊ YEK CUDAHÎ HEYE”

Nivîskarê Iraqî dibêje ku rewşa Rojhilata Navîn a niha ji ya destpêka sedsala 20an ne cuda ye û wiha dewam dike: “Tenê yek cudahî ji bo kurdên Iraqê heye ku têkoşîna wan a aştiyane û çekdar ji bo bidestxistina qebûlkirina nasnameya wan a neteweyî û mafên wan siyasî û birêveberî, xweseriyeke kêm anî ku di serdema Sedamî de kêm bi kar anîn piştî ku bi çekên kîmyewî û gorên giştî yên li çolan hewl da serdestiya xwe li ser wan ferz bike û herwiha federasyoneke netemam û bê istiqrar jî anî ku ew jî piştî serdema Sedamî bû.”

“NIFŞÊ NÛ DÊ KIRYARÊN BEXDAYÊ QEBÛL NEKE”

Hikûmeta Iraqê ya Navendî piştî referandûmê serxwebûna Herêma Kurdistanê daxuyaniyên tund dabûn û dûre di 16ê Cotmehê de hêzên Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî ketin bajarê Kerkûk û herêmên nakok. Birêveberiya Bexdayê mercên betalkirina encamên referandûmê, radestkirina deriyên sînorî datîne pêşberî kurdan daku dest bi diyalogê bike ku ew merc li gorî gelek kurdan giran in û herwiha gotinên wek “bakurê Iraqê” di şûna Herêma Kurdistanê de bi kar tîne.

Huseyin balê dikişîne ser vê mijarê û dibêje: “Li gel ku tiştê diqewime wek şkestineke din a xewna kurdî dixuyê jî, lê ev kiryarên Hikûmeta Iraqê disepîne, dibe encamên wiha bidin ku bi behaneya sereke ya van kiryaran re nakok be. Ew behaneya ku behsa parastina yekîtiya Iraqê dike, ji ber yekîtiya Iraqê tenê bi parastina yekîtiya pêkhateyên gelê wê yê neteweyî, olî, mezhebî û siyasî pêk tê. Lê ev kiryarên Hikûmeta Iraqê li dijî kurdan, dibe ku wan biajon ku helwesteke tundrew bigirin di bin sîwanên tevgerên neteweyî yan jî di çarçoveya tevgerên îslamî de, nexasim nifşê nû yê ku bi 25 salan dûrî birêveberî, nifûz û bandora Bexdayê jiyaye.”

“NEZANÎNA EREBÎ Û ÇANDEYA IRAQÎ, SEDEMEKE SEREKE YA DENGDANA BO SERXWEBÛNÊ BÛ”

Nivîskarê iraqî diyar dike ku kurdan berê baş bi erebî dizanî û wêje û bajarên wê dizanîn ku beşdarî tevgera çandeyî û herwiha siyasî ya iraqî dibûn û wiha dewam dike: “Lê niha gelekî zehmet e ku tu kurdekî ji nifşê nû bibînî ku baş bi erebî dizane yan jî serdana Bexda yan jî Bexrayê kirine. Sedem ne tenê ewlekarî ye lê ev bêtir ji pêdivîtî û berjewndiyan e. Ev yek ji sedemên sereke bû ku kurdan bi rêjeyeke bilin(bêtirî 90%) dengê erê ji bo mafê çarenûs û cihêbûnê da.”

“TEVGERÊN WIHA DÊ DERKEVIN KU BARZANÎ JÎ DÊ NIKARIBE WAN KONTROL BIKE”

Huseyin diyar dike ku Hikûmeta Iraqê guh nedaye van mijaran û dibêje: “Ev kiryarên Hikûmeta Iraqê piştî referandûmê kirine, wek sizayeke giştî li dijî kurdan diyar dibe. Tirs jî ew e ku tevgerên kurdî yên tundrew derkevin ku ne Mesûd Barzanî û ne jî ti serokekî kurdan bikare wan kontrol bike.”

Di dawiya nivîsê de Huseyin dibêje ku gotara hikûmî ya siyasî bi giştî ya li ji bo kurdan tê dan dê nikaribe tenê çend hezar kurd jî qanî bike ji ber gotareke wiha ye ku neyarî, pozbilindî, sermeziniyê û sivikatiyê bi kurdan dike û ev gotar dê nikaribin kurdan ji “xewna wan a dîrokî dûr bixin”.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights