Ana SayfaGIŞTÎMELE BEXTİYAR: HETA KURDEK MABE KERKÛK NABE HERÊMEK SERBİXWE!

MELE BEXTİYAR: HETA KURDEK MABE KERKÛK NABE HERÊMEK SERBİXWE!

Berpirsê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar got: “Heta kurdekî bi şeref mabe nabe qebûl bike Kerkûk bikin herêmekî serbixwe.”

Mele Bextiyar di merasîma çileya Celal Talebanî de li Debaşana Silêmaniyê ragihand: “Di nav hemû awayên serkeftinên leşkerî de plangeriya xirûrî heye. Ew xirûr jî nabe rastiya siyasî û îdarî. Ya herî baş ew e, ku em vegerin ser maseya danûstandina û destûr bibe dadwerê hemû aliyan.”

Derbarê pêşniyarên li ser Kekrûkê û herêma serbixwe jî Mele bextiyar got: “Heta kurdekî bi şeref mabe nabe qebûl bike Kerkûk bikin herêmekî serbixwe.”

Mûftî: Pêwîste kêşe bi danûstandinê çareser bibin

Endamê Polîtbûroya YNKê Ednan Mûftî jî li ser aramgeha Celal Talebanî ji Rûdawê re got: “Herdem Mam Celal hewla çareserkirina pirsgirêkan dida. Divê niha jî li ser heman rêbaza Mam Celal pirsgirêk li ser maseya danûstandinê werin çareserkirin.”

Ji aliyê din ve, siyasetmedar û endamê berê yê polîtbûroya YNKê Ferîdûn Ebdulqadir jî hişyarî da û diyar kir, eger aliyên kurdî navmala xwe birê nexin dê Kurdistan rêbirûyê karesatekî mezintir bibe.

Fereydûn Ebdulqadir got: “Metrisiyeke mezin li ser Kerkûk û navçeyênd in jî heye.”

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights