Ana SayfaGIŞTÎLI ŞAREDARIYA AMEDÊ PIRSGIRÊKÊN KARKERAN

LI ŞAREDARIYA AMEDÊ PIRSGIRÊKÊN KARKERAN

Li Amedê va ye du dewreye ku HDP Şarederiyê qezenc dike lê belê AKP bi zore dest dide ser û li şûna îradeya hilbijartî kayyim tayîn dike. Di bin rêverberiya Kayyim de bandor û zordestiya mezin li dijî karkeran pêktînin.

Sinan Çiftyürek / Hemû nivîsên ê nivîskar

Yurtsever Sosyalist İşçi – 12 PDF

Daxwaza rêverberiya Kayyim di serîda ew e, karker rojekê pêş de ji sendîka Genel-İş veqetin û bibin endamê Hîzmet Îş ê. Heger veneqetin ji kar de avatin tê de guhartin a ciyê xebatê, sirgun û gef û zor li benda wan karkeran e.

Li Şaredariya mezin a Amedê de 600 ajotkar dişoxilin. Û hemû karker di fîrmaya taşeron MED A.Ş yê de dişoxilin. Heke di beşa ewlekarî de jî navbera 120 – 130 xebatkar di fîrmaya taşeron Personel A.Ş yê de dişoxilin. Û gelek pirsgirêkên xebatkarên MED A.Ş ê û Personel A.Ş ê hevbeşin. Em ê jêr de li ser wan pirsgirêkên hevbeş de kurtahî bisekinin.

Yekemîn; hemû karker bêçare di fîrmayên taşeron de dişoxilin. Û tê zanîn ku fîrmayên taşeron li her derê karkeran di bin şert û mercên Çaxa Navîn de didin şoxilandin. Şêwaza xebata fîrmayên taşeron wekî kêfkarî ye. Fîrmayên taşeron Qet zagon, destûr û ji 150 salî ve destkeftiyên karkeran wek mafê sendîka û civakî nasnakin. Wekî mînak, demjimêrên xebatê ê dirêj, mûçeyê kêm û karê zêde ê bêpere.

AKPê di hilbijartina 7ê Puşper da windakiribûn. Demildest biryara hilbijartina pêşwext ya 1ê Sermawez stand. Û ji bo ku serbikevin soz dan karkeran û gotin, “emê karkerên ku di  fîrmayên taşeron de dişoxilin wana bikin kadro”. Mixabin 5 sal li ser wê gotinê buhurîn her wiha teniya çend alîkarê AKPê kirin kadro hewd. Soza xwe neanîn cîh. Anko berevajî pêkhat belê her roj pergala taşerona mezin bu û karkerên ku di fîrmayên taşeron de dişoxilin hêjmarê wana jî zêde bûn.

Duyemîn; Muçeyên mehanîyê karkeran di navbera 3070 û 3200 lire de ye. Ev reqem hêm gelek kême û hêm jî dayîna karkeran re pirsgirêk hene. Xebatkarekî ewlekariyê wuha dibêje “her meh muçeyê min bi cuda tê razandin. Wek her meh bê istîsna muçeyê min di navbera 500 û 1000 lîre tê guhertin”. Belê kêfkarî va ye!

Ji bo xwarina rojane ya karker û xebatkaran wek tiştekî ecêb an pêkenok hene. Ji bo xwarina rojane çi didin karkeran? Navbera 3 lîre 70 quriş û 4 lîre pere didin! Karker û xebatkar ewê çawa bi 3ê an 4 lîre nîvro û êvarê zikê xwe têr bikin? Ne pêkane! Bi vî pereyi karker encax ji xwera simît û çayekê bistînîn. Ewqas!

Wekî din karker dibêjin ku “him ji karê wekhev ra muçeyên wekhev nêsepandin û him jî ji muçeyên me ra demaka dirêje zem tunneye. Ji hêla demjimêra mesaiye da jî gelek pirsgirêkên zêde hene”. Karker nizanin ku muçeyên mesaiyê ya wana çiqase û çawa dixînin nav meaşê wana. Karkerek dibêje ku “Di mesaiya cejnê da karkerên ku xebitîbûn gerek 1+3ê bidana ser meaşê wana. Mixabin 1+1 dabûn ser. Angu bê pere me didin şoxilandin. Bi kurtahî mesaî nîne suxrenin. Ji gora Peymana Karê Giştî gerek %4 zam bidana ser meaşê me lê belê va ye 4 meh derbas bûn hê jî tiştek ne diyare. Anku bi kurtahî pêvajo ya Peymana Karê Giştî jî tije xapandine. Ne Peymana Karê Giştî ê nûh pêktînin û ne jî yên berê pêktînin”

Pirsgirêkên karkeran bi dawî nayên. Belê li hêla kincan da jî pirsgirêkê wana hene. Em cardin guhê bidin karkeran, “Çar sale me kincên xebatê xwestine nedane me. Hêna nûh dan lê belê ê havînê hatin. Û xuyaye ku havîn qediya ji bo zivistanê me kinc xwestin kengî didin ne diyare. Wekî din dema ku em dişoxilin ciyê me yê rawestandinê û pergala servîsê jî tunneye. Mixabin rewşa me ev e,”

Pirsgirêka girîng karkerên ku di dema HDPê de ketine kar bi çavekî dijminatî li wan dinêrin. Ew karkeran her daîm “ê çiwext me ji kar bavêjin di bin bandora wê pisîkolojiyê da ne.

Hemû karker meseleyên xwe çi ne û wê çawa çareser bikin baş dizanin lê belê naxwazin dengê wxe derxin û bi çalakiyên rewa û yasayî bertek bidin. Lewra bertekê xwe nişan bidin ê bêmaf wana ji kar de bavêjîn.

Belê karker riya mafê xwestin û standinê baş dizanin lê ditirsin ku wê ji karên xwe bên avêtin. Belê ew ne çare ye. Çare rêxistinbûyîna karkeran e. Çare bi hevra têkoşîna mafê rewa ye.

10.10.2020

[email protected]

Tüm
sayıların PDF formatı için aşağıdaki bağlantılara tıklayın

Sayı-1

Sayı-2

Sayı-3

Sayı-4

Sayı-5

Sayı-6

Sayı-7

Sayı-8

Sayı-9

Sayı-10

Sayı-11

Sayı-12

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights