Ana SayfaGIŞTÎPÊVAJOYA DAMEZRANDINA KOMARÊ Û SIYASETA KEMALÎZMÊ YA DERHEQA KURDAN DE

PÊVAJOYA DAMEZRANDINA KOMARÊ Û SIYASETA KEMALÎZMÊ YA DERHEQA KURDAN DE

Damezrandina Komara Tirkiyeyê “projeyeke Îngilîzan e!” Îngilîzan, wê demê ji bo hêzeke astengdar li pêşiya Yekitiya Sovyetê ya ku karîgeriya xwe li ser Kurdistanê û Enedolê zêde dikir pêk bînin, biryara damezrandina dewleta Tirk dane û piştgiriya Mistefa Kemal kirine. Vê guhertina tevgera Îngilîzan, piçki jî bi armanca sererastkirina Sevrê ye. Wan bi guhertina vê tevgerê re, dest ji piştgiriya Yûnaniyên li Enedolê berdane. Dema Yûnanî bi paş ve diçin, Tirk li pey wan dikevin Îzmîrê. Kurteya Cenga Rizgariyê ya Tirkan ev e. Guhertina tevgera Îngilîzan a wê demê, hetanî roja îroyîn jî bandoreke kûr li ser tekoşîna netewî ya Kurd hiştiye. 

Sinan Çiftyürek / Yazarın diğer makaleleri için tıklayınız

Stratejiya Kemalîstan a salên 1919-1924an, bi alîkariya ewiqandina Kurdan a bi hêviyên nediyar tesfiyekirina neteweyên nemisliman bû. Ango wan hêj di serî de polîtîkayên neteweperest, nijadperest û yekparêziya ku ji Îttîhat-Terakkî girtibûn ji xwe re kiribûn bingeh. Jixwe bi biryarên ku di Kongreya Sêwasê (di 4-11ê Îlona 1919), Kongreya Erzeromê (23ê Tîrmeha 1919) û di Giştînameya Amasya (22ê Pûşbera 1919) de hatibûn girtin de, rizgariya Tirkan li ser binyada tunebûna miletên din hatibû destnîşankirin.

Mistefa Kemal, di vê pêvajoya ku li dijî gelên Xiristiyan xwestibû Kurdan bigre cem xwe, tunekirina tekoşîna netewî û saziyên Kurdan kiribû armanc. Mînak: Cemiyeta Kurdan ya li Amedê bi xwesteka walî û bi pesendkirina Mistefa Kemal hat girtin.  Piştre malûm e çi qewimîn; bi planên wî jenosîd û qirkirinên mîna Dêrsim, Zîlan, Agirî, Şeyh Seîd û Koçgîrî pêk hatin. 

Di mêjoya 20-01-1921ê de, bi dengên piraniya zêde qanûna “Teşkîlat-i Esasiye” ku ji 23 xalan pêk dihat hat pejirandin. Tê de ji Kurdan re otonomî û xalên taybetiyên rêveberiya herêmî cih digirtin. Lê belê, digel ku heta mêjoya 20ê Nîsana 1924an di meriyetê de ma jî, xwestekên netewî yên Kurdan ên biçûk jî neketin pratîkê. Di pêvajoya sê salên ku Makezagona 1921ê di meriyetê de bû, Kemalîstan li gor raçaviya geşedanên hundurîn û navnetewî, dîtin ku şert û merc ji wan re baş bûn bi amadekirina Makezagona 1924an vê pêvajoya derbasbûyînê bi dawî kirin.  

Bi Makezagona 1924an Komar, ji bo milet û baweriyên li derveyî mezheba Sûnî û netewa Tirkan veguherî zîndanê. Heta roja me jî, gel û baweriyên olî yên din di nava kirasê dînan de nikarin nefesê bistînin. Gelê me vî kirasê dînan ê yekperest û nijadperest qebûl nekir. Bi pêlên serîhildan û raperînên li pey hev, li hember sekinî. Raperîna Dêrsim a sala 1938an, bû xeleka dawî ya serîhildanên li dijî nijadperestiya yek netew-yek dewlet-yek welat-yek al ên ku bo gelê me hatin ferzkirin. Ew heyam bi vî awayî qediya.

Di dawiya salên 1950 û di destpêka salên 1960an de; bi pêşketina tekoşîna nuh a li Kurdistana Başur… Bi zîndankirina 49 siyasetmedar û ronakbîrên Kurd… Di salên 1960an de bi nêvenga demokratîk a sînordar û bi damezrandina Partiya Karkarên Tirkiyeyê (TÎPê)… Bi mebesta xwestekên netewî, cihgirtina bi aktîf a hêzên demokratîk-netewî yên Kurd di nava TÎPê de… Bi serîhildana tekoşînên serxwebûnên netewî ku bi karîgeriya bayê çepgirî û sosyalîzmê yê ku di asta gerdûnî de bi hêz dihat, li bakurê Kurdistanê jî tekoşîna netewî ji nuh ve zindî bû.

Di vê pêvajoyê de welatparêz, çepgir û hêzên komunîst; bi saya dersên ku ji Koçgîrî, Şeyh Seîd, Agirî, Zîlan û Dêrsim girtibûn, bi armanc, şêwe, rêkxistin û tekoşînên nuh rabûn ser piya. Yek ji taybetmendiyên vê pêla nuh ew bû ku siyaseta demokratîk a medenî gihîşte asta girseyîbûnê. Rejîma Tirk jî, di esasê xwe de ji vê taybetmendiya tevgera Kurd bizdiya û lewma ket nava liv û tevgerê. Bi derbeyên 12ê Adarê (1971) û 12ê îlonê (1980) jinavbirina hêzên demokratîk ên Kurd kir armanc û ji gelek aliyan ve jî bi ser ket.

Pelçiqandina hereketa demokratîk û sivîl ku di bin zext û êrîşên salên 1980yî de pêk hat, qedexekirina azadiyan û mafên bingehîn, êşkenceyên li zîndanên Amedê ku mirovan ji mirovayetiyê dida fedîkirinê, di nezera gel de bûn sebebê hêrs û bertekên mezin ên ku hêvî û bêhêviyê dihundurandin. Tekoşîna çekdarî ya ku PKKê di sala 1984an de da destpêkirin, bi rêjeyek mezin bi vê bertek û hêrsê re gihîşt hevûdin. Di salên 1990î de, digel hemî sazgêriya fişara giran jî, di serî de pîrozkirina Newrozê, tevgera demokratîk a sivîl ji nuh ve girseyê bidestxist û roj bi roj mezin bû.

Siyaseta Tirkiyeyê ya li derve û hundur, li ser bingeha tunekirina destkeftiyên Kurdan hatiye plankirin.

Di encama geşedanên li Başur û tekoşîna ku di salên 1990î de li Bakur bi pêş ket de; rayedarên dewleta Tirk gotin “em rastiya Kurdan dipejirînin”, “riya YE di Amedê re derbas dibe.”Di salên 2000î de bi damezrandina Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya bi fermî û piştî îlankirina Rêveberiya Xweser a li Rojava, li Bakur çi li kuçeyê çi jî li parlamentoyê be muxalefeta demokratîk-netewî ya Kurd bi pêş xist û ev yek di Mijdara 2013an de bi Erdogan peyva “Kurdistan heye” da gotin, TRT Kurdî hat vekirin û hwd.Lê bes, ev vegotin û pengav bi awayek fermî di zagonan û Makezagonê de cih negirtin. Rayedarên Tirk ji bo propagandayê ger ji wan re pêwîst bûya, digotin “Kurd û Kurdistan heye,” lê di fermiyetê de Kurd hêj jî “hemwelatiyên Tirk ên ku bi eslê xwe Kurd in!” Û 20-25 milyon Kurd hêj di bin nîrê giran ê asîmîlasyonê de ji ziman û çanda xwe ya netewî tên dûrxistin.

Di hilbijartinên 7ê Hezîranê 2015an de HDPê %13 rêje û 80ê mebûs bi destxist. Ji Qersê heta Rêhayê renge nexşerê bu rengi Kurdî.  Piştî van geşedanan, Lijneya ewlehiya netewî (MGK) ya Tirk rewşa Rêveberiya Herêma Kurdistanê ku ber bi serxwebûnê ve diçe û Rêveberiya Xweser a Rojava ku tekoşîna statuyek fermî dide, di nava xwe de nirxand û konseptek nuh destnîşan kir.Armanc, hêza tevgera demokratîk-sivîl ku di hilbijartinan de bi ser diket û di kuçeyê de mezin dibû li hundur were şikestin. Li derveyî sînor, armanc rûxandina binyadên federal ên kiryarî û fermî bû, ger ev yek pek neyê jî qet nebe bi riya lawazkirinê wan saziyan veguherinîn rêveberiyek klasîk a xweser ku bêyî artêşa netewî be.

Di hilbijartinên Hezîranê de partiya AKPê daket rêjeya 40 ji sedî û ji bo desthilata bi serê xwe piraniya dengan bi dest nexist. Erdogan xwe neda ber koalisyonê û bi girtina biryara hilbijartina pêşwext a 1ê Mijdara 2015an re bûyer li pey hev qewimîn. Di 20ê Tîrmehê de qetlîama Sûrûcê, di 22ê Tîrmehê de li Ceylanpinarê kuştina du polîsan, di 10ê Cotmehê de qetlîama rawestgeha Enqereyê hat jiyîn. Van qetlîam û provakasyonan dawiya “Pêvajoya Çareseriyê” bi xwe re anîn ku ew di 16ê Tîrmeha 2014an de di Rojnameya Fermi de bi navê “Qanûna Derbareyê Qedandina Terorê û Bihêzkirina Yekparebûna Civakî”  hatibû weşandin destpêkiribû.

Di heman pêvajoyê de, di Tebaxa 2015an de şerê xendekan alav da û heta Adara 2016an di navendên bajaran de dom kir, bajar hatin şewitandin û rûxandin. Tevgera demokratîk-sivîl a girseyî ku li kolan û qadan diherikî belav bû û hêj jî ranebûye û bi hişê xwe ve nehatiye.Di van şert û mercan de hilbijartina 1ê Midara 2015an pêk hat, AKP rêjeya dengên xwe yên 40 ji sedî gihand 49an, HDP bi rêjeya 10.76 ji sedî deng girt û bi zahmetî bendavê derbas kir.

Îtifaka Komarî; niha stratejiya ku piştî hilbijartinên Hezîrana 2015an eşkere kiribû, li pey hilbijartinên Mijdarê jî bi xurtî didomîne. Lewra ew tekoşîna azadiya netewî ya li çar parçeyên Kurdistanê li pêşiya armancên xwe yên 2023, 2053 û 2071an mîna astengên esasî dibînin. Ji ber ku hêzên demokratîk ên netewa Kurd, li gel tekoşîna xwe ya netewî di tekoşîna demokrasiya li Tirkiyeyê jî bûye dînamîkek girîng. Ne tenê di hilbijartinên herêmî de, herwiha di hilbijartinên gelemperî de jî bûne mifteya çareseriyan. Lewma ji bo bêbandorkirina siyaseta sivîl çi ji destên wan tê dikin.

*Li dijî qanûn û bi niheqiyeke eşkere, serokên şaredariyan ên hilbijartî ji ser kar dûr dixînin, li dewsa wan qeyûman erkdar dikin.

*Yên ku digotin “heta li çiyê bi çek digerî, were li deştê siyasetê bike”, niha qadroyên siyaseta sivîl ên Kurd ku siyasetmedarên “deştê” ne, bi binçavkirin û girtinên bêser û ber tesfiye dikin.

*Nivîskar, hunermend, ronakbîr, siyasetmedarên Kurd û hema hemîkesî di bin navê “patenta KCKê” de didarizînin.

*Li dijî partiyên mîna PAK, PSK, PDK-T û KKPyê, ji ber ku qaşo di navê wan de peyva “Kurdistan” heye doza girtinê hatiye vekirin.

*Bi kurtî dewleta Tirk, ne tenê li dijî şêweya siyasetkirina Kurdan e, ew li dijî karê siyaseta wan e jî.

*Erdoganê ku berê digot Kurd û Kurdistan heye, niha dibêje “Kurdistan tune ye, yellah herin Kurdistana li bakurê Iraqê!”

*Siyaseta derve ya Tirk, li gor esasê nêzîkbûyîna li tekoşînên netewî yên Kurdan tê destnîşankirin.

*Armanca wan; li ser tuxubê Rojava kemereka ji Tirkmen û Ereban pêk bînin û bi pesendkirina civîna sê dewletên li Astana hedefa xwe ya “ha ji te re îdlibê, ka bide min Tel Rifet, Minbiç û Kobanê” rasteqîn bikin.

*Armancek din jî ew e ku li Başûrê Kurdistanê heta ku pêkan be yekîneyên xwe yên leşkerî sewqî aliyê hundur bikin û wan li wir mayinde bihêlin.

Li hember van hemî polîtîkayan du çekên me hene: Bihêzkirina tekoşîna demokratîk ya medenî û rasteqînkirina yekitiya netewî!

Li Bakurê Kurdistanê karker û xebatkar bi pirsgrêkên civakî û çînî yên giran re rûbirû ne.

Li Bakurê Kurdistanê îroj tenê li Dîlokê 400 hezar karkerên mûçexur hene. Gava karkerên li Rihayê, Mereşê, Semsûrê, Meletiyê, Xarpêtê û êdî yên li Mêrdînê, Êlihê û Amedê jî li vê hejmarê zêde bibin, eşkereye ku ji aliyê hejmarî ve çîneke karkeran ya bihêz li vir heye.

Di encama du geşedanên salên 1990î de, li paralelê kapîtalîzma li Kurdistanê mezinbûna çîna karkeran jî pêk hat. A yekem: ji aliyê gerdûnî ve di bin navê Tevgera Veguhestina Pîşesaziyê de, veguhestina sektorên ku hêzahiya lêzêdebûna wan kêm e û yên hawirdorê kirêt dikin, ji welatê navend yên mîna DYE û YEyê ber bi dewletên mîna Vîetnam û Tirkiyeyê ve rasteqîn bikin. Welatê derdor Tirkiyeyê jî ew ji navendên mîna Stenbol, Îzmîr û Bûrsayê ber bi Konya, Qeyserî, Trakya û Kurdistanê ve şand. A duem: Piştî salên 1990î Tirkiyeyê entegrasyon û pişaftinê ji bajarên tuxubê Kurdistanê ber bi bajarên hundur ve veguhest. Jixwe, di van salên dawî de li bajarên hundurîn ên Kurdistanê zêdebûna bilezgînî ya Herêmên Pîşesaziya Organîzekirî, di encama van her du geşedanan de pêk hat. Ango çîna karkeran bi awayek hejmarî/daringî heye, lê ji aliyê siyasî û tewer pîşeyî ve jî bêrêkxistin e.

Îroj li Kurdistanê pirsgrêkên çîna karkeran ên civakî û aborî yên dilsoj hene. Jixwe berê jî mîna şêrpençeyek civakî betalî xwe li civakê pêçabû, bi derketina Covît-19ê êdî ji her sê karkeran yek betal mane. Karkerên ku dixebitin jî ji ber sepandinên saziyên taşeronan ji mafên sosyal bêpar in, mahkûmên xebata şert û mercên Qirnê Navendî ne. Bi arîşeyên mîna tezmînata qidemiyê, mûçeya xebata zêde, şertên servîsê û xwarinê ew rûbirû ne. Bêşik e ku karker ji van kiryaran haydar in, lê ji ber ku bi qasî xebatkaran kesên betal jî hene, ji tirsa “dê min ji kar bavêjin” ew bêdeng dimînin.

Ji bilî vê li Kurdistanê fişareka cidî ya siyasî li ser karkeran heye. Lêpirsîn û raçaviya “tu cudaxwaz î, dengên xwe didî partiyên cudaxwaz”, mîna polîtîkayek dewletê tê meşandin. Berî çend rojan 20 kesên mamoste binçav kirin. Li rojavayê Tirkiyeyê, êrîşên nijadperest ên li dijî karkerên demsalî bûne bûyerên ji rêzê.

Li Kurdistanê; di vê pêvajoya ku mizeya kêmtirîn ketiye bin sînorê birçîtiyê, betalî li deriyê hemî malbatan daye, mûçe ji aliyê enflasyonê ve hatine helandin de, komunîst û sosyalîst bi pêşxistina tekoşîna bo mafên civakî û aborî, bi dîtina riyên pevgihîna bi bêkar, karker û xebatkarên xizan re rûbirû ne.

12.11.2020

***

CUMHURİYETİN KURULUŞ SÜRECİ VE KEMALİZM’İN KÜRT SİYASETİ

Türkiye Cumhuriyetinin kuruluşu “bir İngiliz projesi”! İngilizler, SSCB’nin Kürdistan ve Anadolu’da güçlenen etkisini ve sıcak denizlere inmelerini engelleyecek güç olarak Türk devletinde karar verir ve Mustafa Kemal’i destekler. Bu tutum değişikliği Sevr’in de kısmen revize edilmesidir. İngilizler tutum değiştirip Anadolu’da Yunanlılardan desteğini çeker. Yunanlılar geri dönerken Türkler peşlerinden İzmir’e girer. Kurtuluş savaşının özeti bu. İngilizlerin tutum değişikliği Kürt ulusal mücadelesini günümüze kadar derinden etkiler.

Kemalistlerin 1919-1924 arası stratejisi; Kürtleri belirsiz vaatlerle oyalayıp yanına alarak Müslüman olmayan milletleri tasfiye etmekti. Yani ta baştan İttihat i Terakki’den devraldıkları tekçi ırkçı milliyetçi politikaları esas almışlardı. Zaten 22 Haziran 1919 Amasya Genelgesi, 23 Temmuz 1919 Erzurum ve 4-11 Eylül Sivas Kongre kararlarıyla Türk kurtuluşu diğer milletlerin yokluğu üzerinden belirlenmişti.

Mustafa Kemal, Hıristiyan halklara karşı Kürtleri yanına almak istediği bu süreçte bile ulusal mücadele ve kurumlarını hedef alınmıştı. Diyarbakır’da faaliyette bulunan Kürt Cemiyeti, Valinin talebi ve Mustafa Kemalin onayı ile kapatılması gibi. Sonrası malum Koçgiri, Şeyh Sait, Ağrı Zilan, Dersim katliam ve soykırımlar kendi planlamasıyla gerçekleştirilmişti.

20 Ocak 1921’de Meclis’te salt çoğunlukla kabul edilen ve 23 Maddeden oluşan Teşkilatı Esasiye yerinde yönetim özelliği ile Kürtlere Otonomiyi olarak içeriyordu. Ancak yürürlükte kaldığı 20 Nisan 1924ê kadar Kürt halkının en ufak ulusal talebi karşılanmadı. 1921 Anayasası yürürlükte kaldığı üç yılda iç ve uluslararası gelişmeleri izleyen Kemalistler, koşulların lehlerine geliştiğinden hareketle 1924 Anayasası ile geçiş sürecini sonlandırdılar.

1924 Anayasası ile Cumhuriyet, Türk ve Sünni mezhebi dışındaki millet ve inançların hapishanesine dönüştürüldü. Günümüze kadar halklar ve inançlar, Türk İslam sentezi deli gömleği altında nefes alamıyor. Halkımız bu ırkçı-tekçi deli gömleği tanımadı. Peş peşe gelişen başkaldırı ve isyan dalgalarıyla karşı durdu. Dersim 1938, halkımıza dayatılan tek millet-devlet-vatan-bayrak ırkçılığına karşı başkaldırın son halkası oldu ve bir dönem kapandı.

1950’liler sonu 1960’lı yılların başlarında; Güney Kürdistan’da mücadelenin yeniden yükselmesi… 49 Kürt aydın ve siyasetçinin tutuklanması… 1960’lı yılların sınırlı demokratik ortamı ve Türkiye İşçi Partisi’nin kuruluşu… Kürt ulusal demokratik güçlerin ulusal talepleriyle TİP’te aktif yer almaları… Küresel düzeyde güçlü esen sol-sosyalist rüzgar ile etkileşim içerisinde ayağa kalkan ulusal bağımsızlık mücadelelerinin de etkisiyle Kuzey Kürdistan’da ulusal mücadele tekrar canlandı.

Yurtsever, sol, komünist güçler bu süreçte; Koçgiri-Şeyh Sait-Ağrı Zilan-Dersim’den çıkardığı derslerle yeni mücadele, örgütlenme tarz ve hedeflerle ayağa kalktı. Bu yeni dalganın özelliklerinden biri sivil demokratik siyasetin kitlesellik kazanmasıydı.Türk rejimi de esas Kürt hareketinin bu özelliğinden ürküp harekete geçti. 12 Mart 1971 ve 12 Eylül 1982 askeri darbeleri ile Kürt demokratik güçlerin tasfiyesini hedefledi ve büyük ölçüde başarılı da oldu.

1980’li yılların ağır saldırıları altında sivil demokratik hareketin bastırılması, temel hak ve özgürlüklerin yasaklanması, başta Diyarbakır cezaevlerinde insanı insanlığından utandıran işkenceler halkta umut-umutsuzluk yüklü büyük tepki ve öfkeye yol açtı. 1984’te PKK’nin başlattığı silahlı mücadele bu tepki ve öfkeyle büyük oranda buluştu. 1990’lı yıllara gelindiğinde ağır baskı mekanizmasına rağmen başta Newroz kutlamalarında olmak üzere sivil demokratik hareket yeniden kitlesellik kazandı ve giderek büyüdü.

Türkiye’nin içeride ve dışarıdaki siyaset; Kürt kazanımlarını yok etmek üzerine kurulu.

1990’larda Kuzey’de yükselen mücadele ile Güney’de ki gelişmeler karşısında; Türk Devlet yetkilileri; “Kürt realitesini kabul ediyoruz”, “AB yolu Diyarbakır’dan geçer” dediler. 2000’li yıllarda Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nin (KBY) resmen ve ardından Özerk Rojava’nın (ÖR) fiilen kuruluşu; Kuzey’de sokakta ve Mecliste büyüyen Kürt ulusal demokratik muhalefeti, Erdoğan’a Kasım 2013’te “Kürdistan var” dedirtti, TRT Kurdi kuruldu vb. Ancak bu söylem ve adımlar Anayasa ve diğer yasalarda resmiyet kazanmadı. Türk yetkililer propaganda için gerektiğinde Kürt/Kürdistan var dediler ama resmiyette Kürtler halen “Kürt kökenli Türk vatandaşı”! Ve 20-25 milyon Kürt ağır asimilasyonla dil ve ulusal kültüründen kopartılıyor.

7 Haziran 2015 genel seçimlerinde, HDP, %13.12 oy ve 80 vekille büyük başarı gösterdi. Kars’tan Urfa’ya kadar siyasi haritanın rengi Kürdi renge büründü. Sivil demokratik siyaset sokakta ve sandıkta büyük hamle yaptı. Bu gelişmeleri, bağımsızlığa yürüyen KBY ve resmi federal statü mücadelesi veren ÖR’nın kazanımlarıyla birlikte ele alan Türk Milli Güvenlik Kurulu yeni konsept belirledi. Hedef içeride sivil demokratik hareketin seçim ve sokakta büyüyen gücünü kırmak. Sınır ötesinde resmi ve fiili federal yapıları ortadan kaldırmak, bunu başaramazsa zayıflatıp ulusal orduları olmayan klasik özerk yapıya dönüştürmek.

Haziran seçimlerinde AKP %40’a gerileyerek tek başına iktidar çoğunluğunu kaybetti. Erdoğan koalisyona yanaşmadı ve 1 Kasım 2015’te erken seçime gitme kararı almasıyla olaylar da peş peşe geldi. 20 Temmuz Suruç katliamı, 22 Temmuz Ceylanpınar’da iki polisin öldürülmesi, 10 Ekim Ankara Gar katliamı yaşandı. Bu katliam ve provokasyonlar 16 Temmuz 2014’te Resmî Gazete’de “Terörün Sona Erdirilmesi ve Toplumsal Bütünleşmenin Güçlendirilmesine Dair Kanun” adıyla yayınlanarak kanunlaşan Çözüm Süreci”nin de sonunu hazırladı.

Aynı süreçte Ağustos 2015’te başlayıp Mart 2016’ya kadar devam eden kent merkezlerindeki hendek savaşlarında kentler yakılıp yıkıldı. Sokak ve meydanlara akan kitlesel sivil demokratik hareket çöktü ve halen tam olarak ayağa kalkamadı. Bu ortamda yapılan 1 Kasım 2015 seçimlerde AKP oyunu %40’dan 49’a yükseltirken HDP %10.76 ile barajı zor geçti.

Cumhur İttifakı; 2015 Haziran seçimleri sonrası belirlenen stratejiyi Kasım seçimleri sonrasında derinleştirerek sürdürüyor. Çünkü dört parçada Kürdistan ulusal özgürlük mücadelesini 2023, 2053 ve 2071 hedeflerinin önündeki esas engel görüyor. Çünkü Kürt ulusal demokratik güçleri; ulusal mücadelesinin yanı sıra Türkiye demokrasi mücadelesinin de önemli dinamiği haline geldi. Türkiye de yerel seçimlerin yanı sıra genel seçimlerin de kilit gücü oldu. Bu nedenle Kürt sivil siyasetini etkisizleştirmek için her yol deneniyor.

*Seçilmiş belediye başkanları haksız hukuksuz görevden alıp yerlerine kayyım atanma sürüyor.

*“Dağda silah tutacağına gel ovada siyaset yap” diyenler bugün ovada siyaset yapan Kürt sivil siyaset kadrosunu aralıksız gözaltı ve tutuklamalarla tasfiye etmeyi sürdürüyor.

*Kürt siyasetçi, aydın, yazar, sanatçı herkesi “Torba Yasası” gibi “KCK patenti”  ile yargılıyor.

*PAK, PSK, PDK-T ve KKP, adlarında Kürdistan var diye kapatma davası açıldı.

*Kısacası Türk Devleti; Kürtlerin siyaset yapma şekline değil siyaset yapmasına karşı.

*Kürt/Kürdistan var diyen Erdoğan şimdi “Kürdistan yok yalla Kürdistana Kuzey Irak’a” diyor

*Türk Dış siyaseti, Kürt ulusal mücadelelerin yaklaşımları esas alınarak belirleniyor.

*Rojava’da sınırda Arap-Türkmen kemerini örmek ve Astana Üçlüsünün onayıyla “al İdlib ver Tel Rıfat-Minbiç-Kobani” hedefini gerçekleştirmek. Güney Kürdistan’da, mümkün olduğunca askeri varlığını içeriye taşıyarak kalıcılaşmak. Bütün bunlara karşı iki mücadele silahımız var; sivil demokratik mücadeleyi güçlendirmek ve ulusal birliği gerçekleştirmek!

Kuzey Kürdistan’da işçi emekçiler ağır sınıfsal-sosyal sorunlarla yüz yüze.

Kuzey Kürdistan’da bugün sadece Antep’te 400 bin ücretli işçi var. Buna Urfa, Maraş, Adıyaman, Malatya, Elazığ ve artık Mardin, Batman, Diyarbakır, Van …. Eklendiğinde nicel olarak güçlü bir işçi sınıfının olduğu açık.

Kürdistan’da kapitalizm ile paralel işçi sınıfının büyümesi 1990’lı yıllardaki iki gelişme sonucu oldu. İlki; küresel olarak Sanayi Taşıma Hareketi adı altında, çevreyi kirleten ve katma değeri düşük sektörlerin AB, ABD gibi merkez ülkelerden Türkiye, Vietnam gibi çevre ülkelere taşınması sonucudur. Çevre ülke Türkiye’de İstanbul, İzmir, Bursa gibi merkezlerden Konya, Kayseri, Trakya, Kürdistan’a taşıdı. Diğeri; Türkiye 1990’lı yıllardan itibaren entegrasyon ve asimilasyonu Kürdistan sınır illerinden iç kentlere taşımasıdır. Zaten son yıllarda Organize Sanayi Bölgelerinin iç Kürdistan kentlerinde de hızla çoğalması bu iki gelişmenin sonucudur. Yani işçi sınıfı sayısal/nesnel olarak var ama siyasal ve hatta mesleki olarak örgütsüz.

Kürdistan işçi sınıfının bugün yakıcı ekonomik, sosyal sorunları var. Sosyal kanser olarak işsizlik zaten toplumu sarmıştı, Covit-19 ile artık her üç işçiden bir işsiz. Çalışan işçiler ise taşeron firmaların uyguladığı sosyal haklardan yoksun Ortaçağ koşularında çalışmaya mahkûm. Kıdem tazminatı, fazla mesai ücreti, yemek ve servis koşulları sorunlarla yüklü. Elbet işçiler yapılanları biliyor ama çalışan kadar işsiz olması “işten atılırım” korkusuyla sessiz kalıyor.

Bunun yanı sıra Kürdistan’da işçilerin üzerinde ciddi siyasal baskı var. “Bölücüsün, bölücü partiye oy veriyorsun” sorgu ve gözetimi devletin politikası olarak yürütülüyor. İki gün günce 20 öğretmen gözaltına alındı. Batıda Kürt mevsimlik işçilere ırkçı saldırılar ise rutinleşti.

Kürdistan’da; asgari ücretin açlık sınırının altında kaldığı, işsizliğin her evin kapısını çalmaya başladığı, enflasyonun ücretleri erittiği bu süreçte; komünistler, sosyalistler ekonomik, sosyal haklar uğruna mücadeleyi geliştirmek ve işsiz, işçi, yoksul emekçilerle buluşmanın yollarını bulmakla yüz yüzedirler. 12.11.2020

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights