Ana SayfaKURDISTANLi Duhokê di sîstema gazê de teqîn çê bû: 4 mirî, 33...

Li Duhokê di sîstema gazê de teqîn çê bû: 4 mirî, 33 birîndar hene

Derengiya şevê din li Taxa Girê Basê ya bajarê Duhokê tankeke gazê ya li ser banê avahiya cihê mana xwendekaran teqiya.

Berdevkê Berevaniya Sivîl a Duhokê, Bêwar Ebdulezîz ji Rûdawê re ragihand, “teqîn di sîstema gazê ya firinekê de çêbûye, li heman avahiyê li qata jor cihê mana xwendekaran jî hebûye.”

Nûçegihanên Rûdawê li cihê bûyerê û herwiha li nexweşxaneyê ragihandin, ewên bûne qurbanî xwendekar, karmendên firinê û hêzên ewlehiyê ne ku yek ji wan efserê Polîsê Hewarçûnê ye.

Li gor zanyariyan, efserê ku di bûyerê de canê xwe ji dest daye, navê Elî Berwarî û pileya wî Raîd e û Cîgirê Rêveberê Polîsê Hewarçûnê yê Duhokê bûye, polîsek bi navê Xefûr Omer ku ser bi Polîsê Hewarçûnê yê Duhokê bûye di bûyerê de canê xwe ji dest daye. Herwiha yek ji xwendekarekaran jî di bûyerê de canê xwe ji dest daye û navê wî Nîhad Elî ye û xelkê nahyeya Sersingê bûye.

Serokê Zanîngeha Duhokê, D. Dawûd Silêman Etrûşî ji Rûdawê re ragihand, di wargeha xwendekaran de ti xwendekarên zanîngehê lê nebûn, lê belê xwendekarên sê peymangehan lê hebûn, lê di dema bûyerê de hejmarek xwendekarên Zanîngeha Duhokê çûbûne wê derê.

Serokê Zanîngeha Duhokê herwiha got, “Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê D. Aram Mihemed çend caran têkilî pê re kiriye û derbarê rewşa xwendekaran de agahî wergirtine û ji halê birîndarên teqînê pirsiye û ji wan re hêviya silametiyê kiriye.”

Parêzgarê Duhokê, Elî Teter ku serdana cihê teqînê kiribû, derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got, “4 kesan canê xwe ji dest dane ku du ji wan efser û polîs in, kesê sêyem xwendekar e lê kesê çarem heta niha nehatiye naskirin.”

Elî Teter herwiha got, “Heta niha (demjimêr 02:30) 33 kes birîndar bûne, ku hejmarek ji wan birînên wan sivik e û bo malê hatine şandin, lê hejmarek kesên din birînên wan giran e û tişta ku pêwîst be dê ji bo wan were kirin.”

Parêzgarê Duhokê destnîşan kir, “Me biryar daye bi ti awayî nabe kar bi sîstema gaza şil (LPG) bê kirin, heta em nezanin sedema wan bûyeran çi ne. Em dê bi hûrgilî lêkolînê derbarê wan bûyeran de bikin ku gelo sedem gaz e, tank e yan sîstem e û ji ber kevniya sîstemê ye.”

Beriya çend rojan bûyereke teqîna tankera gaza LPG li Silêmaniyê jî çêbûbû û di wê bûyerê de 15 kesan canê xwe ji dest dabûn û 12 kes jî birîndar bûbûn. Herwiha ji ber hêza teqînê avahiyeke 3 qatî ku mala welatiyekî bû, bi temamî herifîbû.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights