Ana SayfaKARKERBelçîka: Wê 4 rojan kar bikin, 3 roj jî bêhnvedan e

Belçîka: Wê 4 rojan kar bikin, 3 roj jî bêhnvedan e

Li Belçîkayê kesên dixebitin li şûna 5 rojan, di hefteyê de wê bikaribin 4 rojan kar bikin.

Ji bo vê guhertinê partiyên hevpeymanê di meha Hezîranê de li hev kiribûn û di Parlamentoyê de qanûn hatibû guhertin. Ji duh û pê de ev biryar êdî ketiye meriyetê.

Li gorî vê, xebatkar wê ji xwediyên karan re bibêjin ku ew dixwazin 4 rojan kar bikin û êdî wê 38 saetên karkirinê ne di 5 rojan de lê di 4 rojan de bicih bînin.

Kesên ku wan û xwediyên kar bi vî rengî li hev kir, wê bikaribin şemî û yekşeman û rojeke piştî wê yan jî beriya wê bêhna xwe vedin an jî rojeke din bêhna xwe vedin. Xebatkar dikarin bi xwediyên kar re li hev bikin û vî tiştî her ji 6 mehan carekê biguherînin.

Ger mehneyeke mafdar a xwediyên karî hebe, dikarin vê daxwazê qebûl nekin ango ger mehneyeke mafdar nebe, xwediyên karî nikarin vê daxwazê nepejirînin.

Xwediyên karî yên vê rewşê rexne dikin, diyar dikin ku hin fikare ji bo kargehan wê çêbibe. Her weha diyar dikin ku xebatkar piştî saetên dirêj ên karkirinê dema diçin malên xwe jî di ser bikeve, wê saetên dirêj li derveyî malên xwe bin û wê ev jî bandorên neyênî çêbikin.

Di pakêta reformê de her weha hin mafên din jî ji bo xebatkaran hene. Li gorî vê, xebatkar ger nexwazin wê bikaribin bersiva e-maîl û peyamên din ên xwediyên kar ji wan re bi rêya webê şandine, nebersivînin. Her weha piştî saetên karkirinê wê bikaribin navgînên xwe yên karkirinê bigirin û peyamên derbarê karkirinê de ji nedîtî ve werin. (AEK/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights