Ana SayfaCÎHANLAVROV: EM Ê JI BO SÛRIYÊ HEVKARIYA BIAMERÎKAYÊ RE BIDOMÎNIN

LAVROV: EM Ê JI BO SÛRIYÊ HEVKARIYA BIAMERÎKAYÊ RE BIDOMÎNIN

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson civîna rojnamevanî ya hevpar li dar xistin. Lavrov got ku ew dê ji bo Sûriyê hevkariya digel Amerîkayê berdewam bikin.

Ji axaftina Lavrov çend babetên sereke:

— Rûsya dibîne ku Amerîka amade ye piştgiriyê bide lêkolînkirina bûyerên li Idlibê qewimîne.

‘EM Ê HEVKARIYA BI AMERÎKAYÊ RE BIDOMÎNIN’

— Em ê ji bo Sûriyê hevkariya bi Amerîkayê re bidomînin. Em amade ne kordînasyona firînê bi Amerîkayê re ji nû ve bidin destpêkirin.

— Em baş nabînin ku biryara li ser Sûriyê bibin Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY).

— Rûsya û Amerîka ji bo çarseriya siyasî ya krîza Sûriyê di heman nêrînê de ne.

‘PÛTÎN AMADE YE ASTENG BÊN RAKIRIN’

— Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got ku em amade ne ji bo rakirina astengên li pêşiya Washingtonê hewil bidin.

— Piştî hevdîtinan em ji hevdu çêtir têdigihên.

— Me di sala 2013an de digel Amerîkayê di maweyeke pir kin de, Sûriye ji çekên kîmyewî paqij kir. Raporên KENY û OPCWê li ser hene.

— Ti delîleke ku rastiya gotinên Amerîkayê yên li ser bûyerên li Idlibê qewimîne bipeyitîne nîne.

‘RÛSYA BEŞAR ESAD JÎ DI NAV DE JI BO NAVEKÎ NALÎZE’

— Rûsya hêvî dike hevdîtinên bêçekirinê yên ji bo Sûriyê di navbera Rûsya û Amerîkayê de ji nû ve dest pê bikin.

— Dê Moskow têkiliyên xwe yên bi Şamê re ji bo hevkariya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) bikar bîne.

— Ger lêkolîna ser 4ê Nîsanê were derengxistin, ev dê were maneya ku OPCW naxwaze rastiyan derxe holê.

— Nêzîkbûna pragmatîk a li ser pêwendiyên Amerîka û Rûsyayê dê ji bo zexmkirina têkiliyên her du aliyan sûdewartir be.

— Rûsya Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad jî di nav de li ser navekî nalîze, divê Sûriyeyî bixwe li hev bikin.

TILLERSON: DI NAVBERA RÛSYA Û AMERÎKAYÊ DE BAWERÎ PIR KÊM E

Di civîna rojnamevanî de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson jî ev daxuyanî dan:

— Baweriya di navbera her du welatan de gelekî kêm e. Nabe ku pêwendiya du welatên cîhanê yên xwedî hêzên nukleerî wisa be.

— Divê her du welat jî dawiyê li stratejiyên bersivdana hevdu werînin. Amerîka û Rûsyayê li ser li hev kir ku koma xebatê li ser çareseriya kêşeyên asta biçûk ava bikin.

— Em her du alî jî Sûriyeyeke yekpariya wê parastî û aram dixwazin. Daxuyaniya Amerîkayê li ser ji aliyê Esad ve bikaranîna çekên kîmyewî daxuyaniya dawî ye. Rejîma Sûriyê ev ne cara yekê ye ku çekên kîmyewî bikar tîne.

— Esad bi xwe bûye sedem ku fişara navnetewî li ser bê kirin. Em bawer dikin ku divê Esad bi awayekî bêpirsgirêk dest ji deshilatê berde. Di çareseriya encamdanê de ne bawerim rolek ji bo Esad û malbata wî hebe. Em ê vê qebûl nekin, nebawerim dinya jî vê qebûl bike.

— Manewrayên hêza deryavanîya Amerîkayê ya li nîvgirava Koreyê bi plan bû, ti armanceke wê ya leşkerî tune bû.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights