Ana SayfaGIŞTÎHERÊMA KURDISTANÊ BO SERXWEBÛNÊ ŞANDEYEKÊ DIŞÎNE DERVE

HERÊMA KURDISTANÊ BO SERXWEBÛNÊ ŞANDEYEKÊ DIŞÎNE DERVE

Şandeyeke ji Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêja referandûma serxwebûna Kurdistanê dê serdana welatên cîran û welatên mezin ên cîhanê bike.

Roja sêşemê di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civînek li dar xistin û di civînê de biryar hat dayîn ku ji bo şopandina pêvajoya referandûmê, şandeke hevpar a ji hemû partiyên siyasî dê were avakirin.

Berdevkê PDKê eşkere kr ku divê em ji hemû aliyan re qala serxwebûna Kurdistanê bikin ku ji bo wan ne gef û metirsî ye û zirarê jî nade wan. Emê li ser sînorên wan aramiyê dabîn bikin û berjewendiyên wan jî werin parastin.

Di 9ê Nîsana 2017an de rayedarên payebilind ên PDK û YNKê, bi balyoz û nûnerên 33 welatên biyanî re hevdîtin pêk anîbûn û zanyarî û ramanên xwe yên li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê bi wan re parve kiribûn.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights