Ana SayfaÇAND HUNERJIYAN Û FÎLMÊN GOLSHIFTEH FARAHANÎ

JIYAN Û FÎLMÊN GOLSHIFTEH FARAHANÎ

Lîstikvan, Çalakvan (Aktîvîst) û Stranbêja navdar a cîhanê Golshifteh Farahanî, di 10’ê Tîrmeha sala 1983-an li Tehrana Îranê ji dayik bûye û heta niha bi dehan fîlman leyîstin û bi gelek fîlmên xwe li festîvalên fîlman xelat wergirtin. Dayika Golshifteh Farahanî, Fahimeh Farahanî hunermend û Bavê wê Behzad Farahanî derhênerekî şanoyê û stranbêj e, xwişka wê Shaghayegh jî wekî Farahanî lîstikvana sînemayê ye û birayekî wê yê din bi navê Azarakhsh heye.

Rumet Onur KAYA / Hemû nivîsên ê nivîskar                           

Hunermenda piralî Golshifteh Farahanî, di 5 saliya xwe de perwerdehiya pîyano û muzîkê hilgirtiye û di 6 saliya xwe de dest bi şanoyê kiriye. Li gorî hin çavkanî, tê zanîn ku zaroka malbateke kurd e. Lîstikvan demekê li dibistaneke muzîk a Tahranê xwendiye û 14 saliya xwe de, di fîlmeke bi navê “Derakht-e Golabî” (1998) yê Dariush Mehjuî de leyîstiye û bi rola xwe ya vê fîlmê, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Fajr a Tahranê, bi beşa Fîlmên Navneteweyî de xelata “Lîstikvana Herî Serketî” (Teyrê Sîmir a Krîstal) wergirtiye. Lîstikvana navdar Farahanî di gelek festîvalên fîlman ên neteweyî û navneweyî de ji zêdetirî 15 xelat wergirtine.

Dema ku ew keçeke ciwan bû, ji dibistanê vegeriya malê, şelpeya xwe derxistiye û bi duçerxeya xwe, li kolanên Tehranê bi cilûberga mêrê geriyaye û ji ber ku çi kesan fêm nekin ku ew jin e pirçên (por) xwe kurt kiriye. Piştî çend salan mîna qedera Helbestvan û Derhênerê navdar ê Îranê Furûx Feroxzadê dilê wê şikestiye û mecbûrî ji warê xwe çûye Fransayê. Golshifteh Farahanî, li ser nefî dibêje ku ‘Nefî hêza min e’ û ‘Nefî wekî mirinê ye, tu yî nikarî fêm bikî heta ku ew bê ba te’ bi van peyvan hest û ramanê xwe bi bîr tîne. Jiyana wê di nav hesretî û keser de derbas bûye û bo sînemaya cîhanê lîstikvaneke bîrawer bûye.

Yek ji lîstikvanên herî serketî ya sînemayê Golshifteh Farahanî nêzîkî rêbaza Sînemaya Serbixwe ye, fikr û ramanên xwe yên der barê sînemayê wiha rave dike; “Sînemaya Serbixwe bêhtir biraman û narîn e.

Hunermend, di sala 2006’ê de bi rola xwe ya di fîlmê bi kurdî “Niwemang / Nîvê Heyvê” (Derhêner: Behmen Qubadî) de, li Festîvala Fîlman a San Sabastianê xelata Best Fîlm wergirt. Farahanî, di sala 2006’ê de di fîlmê “Mim Mesle Madar” yê Rasool Mollahholi Poor de leyîst û di 2007’ê de ji nû ve di fîlmê “Santurî” yê Dariush Mehjuî de cih girt. Mim Mesle Madar, di sala 2008’ê de ji aliyê Îranê bo beşa Baştirîn Fîlmê Bi Zimanê Biyanî ya Xelatên Akademiyê de weke berendam hat nîşandan. Farahanî, di sala 2008’ê de di fîlmê “Body of Lies” (Li Ser Derewan) yê Ridley Scott de leyîst û bi vê fîlmê ve di fîlmeke Hollywoodê de û digel lîstikvanên navndar ên Amerîkayê Leonardo Di Caprio û Russell Crowe ve hi heman fîlmê de rol girtin, û ji ber vê fîlmê terikandina wê ya ji Îranê hate qedexekirin. Lîstikvana navdar Golshifteh Farahanî, bi fîlmê xwe ya bi navê “Derbare-i Elyy, 2009” (Derhêner: Asgar Ferhadî) re, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê xelata Hirça Zîv û li Tribecayê Çîroka Fîlmê Herî Serketî girtin. Fîlmê “Derbare-i Elyy” di heman demê de li Berlînê xelata Derhênerê Herî Serketî girt.

Di navbera salên 2004 û 2014’ê de çêkerê fîlman a bi navê Amîn Mahdavî re zewicî maye. Golshifteh Farahanî di sala 2015’ê de, bi Christos Dorje Walker re zewicî ye. Di 2012’ê de, bo kovara Fransayê Madame Figaro pozeke tazî daye û balê kişandiye zextên li ser jinan û ketina wê ya Îranê hatiye qedexe kirin. Hunermend ji wê demê bi vir de li Parîsê dijî. Farahanî di der barê van rojên dijwar û zor de bo koverekê axaftibû û di hevpeyvîna xwe de qala vê pêvajoyê kiribû. Farahanî ji ber ku di fîlmê Ridley Scott’ê leyîstiye 7 mehan hatiye pirsyarîkirin û hate tawambarkirin û pişt re dadger posaporta wê lê vegerand û lîstikvana navdar bi du valêzên xwe mecbûr ma li lez Îranê terikand û çû Fransayê. Golshifteh Farahanî, di sala 2013’ê de di fîlmê “Warê Min ê Îsota Şêrîn” yê derhênerê navdar ê Herêma Kurdistanê Hiner Saleem de leyîst û fîlm, li beşa Nerineke Diyarkirî ya Cannesê û Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hate nîşandan. Farahanî, di sala 2016’ê de fîlmê “Paterson” yê derhênerê navdar ê Amerikayê Jim Jarmusch de leyîst û sala 2017’ê di fîlmên Hollywodê yên “Santa & Cie” (Derhêner: Alain Chabat) û “Pirates of The Caribbean: Dead Men Tell No Tales” (Derhêner: Joachim Ronning, Espen Sandberg) de rol girtin.

Lîstikvana navdar a cîhanê Golshifteh Farahanî zimanên Farsî, Fransî û Îngîlîzî dizane û li Parîsa Fransayê dijî. Farahanî yek ji lîstikvanên herî serketî ya îranê bû û mecbûr maye ku çûye Ewropayê û xebatên xwe yên der barê sînemayê li Ewropa û Amerîkayê didomîne û hunermenda sînemayê, di heman demê de stranan distre (digel hunermendê navdar ê kurd Mohsen Mamjoo re di strana ‘Hamash Delam Migire’ de duet kirine û strana wê ya ‘Shahzadeye Rohaye Man’ li ser platforma înternetê gelek hatiye guhdarî kirin û amûra muzîkê bi navê ‘Hang’ lê dixe.

Çavkanî: 
https://www.imdb.com/name/nm0267042/bio
https://www.theguardian.com/film/2012/sep/06/golshifteh-farahani-exile-iran-like-death
hwww.fandango.com/people/golshifteh-farahani-202873/biography
www.rotka.org/bir-tutam-sac-golshifteh-farahani/
www.kundir.net/kurt-sanatcilari/golshifteh-farahani-hayati.html
www.starsunfolded.com/golshifteh-farahani/

Amadekar û Nivîs: Rûmet Onur Kaya

Dîrok: 09.12.2019
Fîlmografiya Golshifteh Farahanî:

“The Angel” (1998)
“Haft Parde” / Melek” (2000)
“Zamaneh” (2001)
“Azar / Deux Fereshte” (2003)
“Jayi Digar” (2004)
“Boutique / Eti” (2004)
“Ashk-e Sarma / Ronak” (2004)
“Mahiha ashegh mishavand / Touka (2005)
“Bab’Aziz: Ruhunu Tefekkür Eden Prens / Nour” (2005)
“Be name pedar / Habibeh” (2006)
“Niwemang / Nîvê Heyvê” (2006)
“Mim Mesle Madar / Sepideh” (2006)
“Gis Borideh / Mariam” (2006)
“Santuri / Hanieh” (2007)
“Chacun son cinéma ou Ce petit coup au coeur quand la lumière s’éteint et que le film commence” (2007)
“Divar / Satareh” (2008)
“Hamisheh paye yek zan dar mian ast / Maryam” (2008)
“Shirin / Woman in audience” (2008)
“Body of Lies / Aisha” (2008)
“Derbar-i Elly / Sepihed” (2009)
“Si tu meurs, je te tue / Siba” (2011)
“There Be Dragons / Leila” (2011)
“La règle de trois / Marie” Short Film (2011)
“Poulet aux Prunes / Irâne” (2011)
“Syngué sabour, pierre de patience / The woman” (2012)
“Just Like a Woman / Mona” (2012)
“My Seet Pepper Land / Govend” (2013)
“Rosewater / Maryam” (2014)
“Eden / Yasmin” (2014)
“Exodus: Gods and Kings / Nefertari” (2014)
“Les deux amis / Mona Dessaint” (2015)
“Go Home / Nada” (2015)
“Les malheurs de Sophie / Madame de Réan” (2016)
“Altamira / Conchita” (2016)
“Paterson / Laura” (2016)
“Pirates of the Caribbean: Dead Men Tell No Tales / Shansa” (2017)
“The Song of Scorpions / Nooran” (2017)
“Shelter / Mona” (2017)
“The Upside / Maggie” (2017)
“Santa & Cie / Amélie” (2017)
“The Night Eats the World / Sarah” (2017)
“Les filles du soleil / Bihar” (2018)
“Human Rights Day Global Broadcast” (Video) 2018.
“Gen: Lock” (TV Series short) Yasamin ‘Yaz’ Madrani – 2019
“L’angle mort / Elham” (2019)
“Arab Blues / Selma” (2019)
“Dhaka (post-production)

Çavkanî:
https://www.imdb.com/name/nm0267042/

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights