Ana SayfaÇAND HUNERGIRÎNGIYA ZIMANAN Û PARASTINA ZIMANÊ KURDÎ

GIRÎNGIYA ZIMANAN Û PARASTINA ZIMANÊ KURDÎ

Abuzer Bali Han / Hemû nivîsên ê nivîskar

Rojên borî de carek dîn hebûna zimanê Kurdî hate bîranîn û pîroz kirin. Gelo li cîhanê ji bo çi her netewek payek bilind didin zimanê xwe? Ji ber ku ziman bingeha hebûna netewî (millî) ye. Ziman nebe, ji xwe netew jî nabe! Ziman bes ne tenê kilîta dev e! Ziman kilîta dilan e, hebûna gelan e! Ji bo vê ye ku bê ziman, bê zimanê dayîkê jiyan nabe!.. Her welat bi zimanê xwe têye bi nav kirin, bi zimanê xwe têye nasîn û nasandin, bi zimanê xwe her tişt têye xemilandin.

Li cîhanê herkes jî dizane, Kurdî jî ziman e. Kurdî sedema sereteyî ya hebûna Kurdan e. Kurdî bes xofa dilê neyaran û xoşewîstiya hestên niştîmanperweran e! Îro ziman ji bo neteweyek her tişt e. Ew wek fîlînta dest e. Di şer de çawa fîlînte ji destên mirovan diçe û dawî li jiyanê tê, di jiyanê mirovan de jî, li ciyê zimanê dayîkê heke zimanek serdestên welatê Kurdan Kurdistanê  diçewisînin bigire û zimanê dayîkê Kurdî bêye bîrkirin, wê demê dawî li jiyana Kurdewatiyê tê û jiyanek nû destpêdike. Wê demê jiyana nû, ne ew jiyana kevn e! Ji bo vê ye ku îro Kurd rabûne ser pêyan û dibêjin: „Bê Kurdî jiyan nabe!..“ Rastî jî, ji bo Kurdan jiyan bi zimanê Kurdî heye û wusa jî ew jiyana dimeşe. Heke Kurdek Kurdî bîrbike û bi Erebî, Tirkî û Farisî qise bike, ew dibe xwedanê an jî xwedana ew zimanê nû yê pê qise dike!.. Ji bo Kurdekî an jî Kurdekê, xwe pesin û pesinandin, ew bi zimanê zikmakî bi Kurdiyek paqiş  hatî honandin têye  xemilandin…

Di jiyanê gelên cîhanê de evra (qutsal) û pîroziya sembolan jî gelek girîng in. Çawa zimanê Kurdî bingeha hebûna Kurdan ya netewî ye, ala Kurdistanê jî, sembola Kurdan ya Kurdistanê temsîl dike ye. Di aliyê dîn de sembolên partî û saziyên Kurd jî hene û hemî pîroz in. Lê belê pêwîst e, ku „Ala Kurdistan“ê ji bo hemî sazî û partiyên Kurd ew ji hemî sembolan berztir û pîroztir be. Ew bi darê zorê jî naye pejirandin. Heke hestên mirovên Kurd ji dil û can Ala Kurdistan wusa nefikirin û nepejêrin, di jiyanê civata xwe de wê alayê wusa bikar naynîn, wê demê Kurdbûn û netewebûn bes di peyvê de dimîne!..

Gotinê „ala“ pir kes di wateya alayê de bi kar nînin. Li ciyê „ala“ bes „al“ bi kar tînin. Di zimanê Kurdî de gotina „al“ heye. Ew di wateya „sorgewez“ de bi kar tê. Hin caran jî, di ciyê „ala“yê de „al“ bi kar tînin. Dema gotina „ala“ rast be, di tewitandina „ala“ de ew dibe „alayê“. Lê serastkarên (redaktorên) rojname, malper û kovarên Kurd ew gotina rast ya wek „alê“ nûva dikin û dinivisînin. Ew tewitandina „alê“ tewitandina bêjeya „al“ e, ne ya tewitandina „alayê“ ye. Ew her du gotin ji hevûdu cuda kirin hinek dijwar e.

Di Kurdî de nixteyek (nok) pir tiştan diguhere. Di tîpên kevn de dema gotina „pêşniyaz“ nixteya li ser „z“ bêye bîrkirin, wê demê „z“ dibe „r“! Dema „zê“ bû „rê“ pêşniyaz jî dibe „pêşneyar“! Heçku „neyar“ tiştek e, „niyaz“ teştekî dîn e. Lê çi mixabin gotina şaş di ciyê gotina rast de ji aliyê pir kesan ve bi kar tê! Rastî rast e, lê ne li her derê! Rûspiyên Kurd vala negotine: „ Carekê çû, êdî me de dû!..“

Lê ew mijara me girîngiya zimanê Kurdî bû. Ez dixwazim bi du helbestên Kurdî yên derbarê zimanê Kurdî de hatin nivisîn dawî li gotina xwe bînim.Yên dibêjin ku zimanê Kurdî nîn e û ew zimana jar û lewaz e, ewna tû caran rast nabêjin! Yên ku li ser înkarkirina Kurdan hebûna xwe avadikin, dewlemendiya Kurdan dixwazin tevî hebûna xwe bikin, bi pê wê ewna dixwazin çanda xwe mezintir bikin! Lê belê diz dizin! Diz her dem li şevreşan digerin! Dema em Kurd çand û hebûnên xwe yên netewî xwedî dernekevin û wana neparêzin, her dem dizê wê bidizin!.. Dizên hebûna Kurdan tevî ya xwe dikin, ew hemî neyarên ziman û netewa Kurd in.

Bi helbestek li ser zimanê Kurdî hatî nivisîn, ez dawî li gotinên  xwe tînim. Heya demek din di nav xêr û xweşiyê de bimînin!

ZİMANÊ KURDÎ

   Zimanê   Kurdî   zimanê me ye,

  Bi dewlemendiya xwe deng daye!

 Her gotinek xwe zerîf û zîz e,

Ew nav zimanan de ya ezîz e!..

Kurdî  bi ferhenga xwe wek behr e,

Her gotinek xwe zêr, zîv, cewher e.

Kî  dibê  Kurd nizanin, dizanin,

Lê çi bikin, bindest û xizanin…

Zimanê Kurdî wek dûrrî-yekta (*) ye,

Bi her dûrra xwe wê li dinê nam daye.

Çar zarava ye, bi devokên xwe hêja ye,

Kurd, Kurmanc, zimanê wan Kurdî ye.

Ewna bi zaravayên xwe dilxweş in,

Hemî tev di rêya nivîsa hevbeş de

Bila zarava hemî bi hevra bimeşîn!..

Her ew e, Kurd bi Kurdî netew e…

Netew li dinê bra ne, hemî wek hev in,

Faşîst û rasîst neyar in û gurê harin!

Ewên ku Kurdan jar û pêrîşan dikin

Neyarên pîs û qirêj ew kolonyalîstin…

Roja me de çi aşîr û çi êl in?!.

Êdî bes e! Dubendiyê bihêlin!..

Dema hêzên netewî nebin yek,

Azadî ne mimkun e, tek û tek…

                            07.02.2008

          A. BALÎ

* dûrrî-yekta:înciya herî qenc, mirwariya xweşik,bedewiya wek dûra bêhempa

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights