Ana SayfaGIŞTΓGER FERMAN A SILTAN BE, QAD JÎ YÊN ME NE”!

“GER FERMAN A SILTAN BE, QAD JÎ YÊN ME NE”!

Ev peyva gel e. Di gel metirsiya Koronayê, neçarkirina nîşandana kodên HESê ku bi vê mebestê polêsan têketina qada Newrozê asteng dikirin, bi girtin, binçavkirin û fişarên siyasî yên bêdawî, li gel guşara girtina partiyê (HDPê) û atmosfera tirsa zîndankirina vîna gel a ku bi fezlekeyan ji Şaredariyan destpêkir û niha gihîşt Meclisê… Dîsa jî gel mîna lehiyê herikî qadên Newrozê.

Sînan Çîftyurek / Hemû nivîsên ê nivîskar

Di roja Newrozê de ku bi wateya xwe ji nuh ve jiyan e, gel sibehê zû bi coş û peroş derketin ser riyan; jixwebawer, bi kincên xwe yên rengîn ji bo ku li qada azadiyê bigihîjin hev meşiyan. Ciwan, pîr û kal, jin û mêrên ku li berûberê rê civiyabûn di tirimbêlan de, li şeqaman û şaneşînan nîşana serkeftinê rê didan û bi govendê ji kesên ku diçûn qadê re digotin “em bi we re ne!” an “em jî tên qadê!” Ango li şeqam û kolanan misqalek elametê tirsê û qutifînê tune bû. Dijraberî vê, coş, biryardarî û jixwebawerî hebû li ser riyan, şeqaman û li qadan. Kesên ku nikaribûn bikevin qada Newrozê, li derûdorê civiyabûn û tevlî coş û kelecana Newrozê bibûn. Dîmena li qadê, ne tenê sedemî tevlêbûna sedhezaran, herwiha bi qêrînên azad, bi govendan û bi nîşandana çepikên ji peyamên qadroyên siyasî re jî girîng bû.

Heke were pirsîn: “Yek ji dengvedana peyamên ku li qada Newroza îsal çi bûn?” Sekna yekem “ez Kurd im, Kurdistanî me, li ser axa xwe azad û serbilind im!” bû.

A duem: Hêrsa mezin a li dijî xespkirina vînê, li dijî gef û fişaran jî bona ku qadên Newrozê tijî bibin bû çirûsk. Ango, girtin û fişarên ku ji salên 2015an heta niha ji alî Tifaqa Cûmhûr ve li ser gelê me hatibûn girankirin, gel netermisand. Dijraberî vê yekê, yên ku qadan dagirtin bi coş û biryar bûn. Fişarên siyasî, binçavkirin û girtin, cudakariya aborî, ev nikarîbûn me çavtirsandî bikin.

Sekna “ji rejîma takekesî re na!” peyamek din a li qada Newroza Amedê bû.

Ango qadên Newroza sala 2021ê, bi peyamên siyasî yên cihê barkirî bûn! Û peyamên li qadan ne tenê ji bo rejîma mêtingehkar û Tifaqa Cûmhûr, herwiha ji bo siyaseta Kurdan bûn jî.

A sêem: Peyamên herî girîng ên li qadan ev bûn: “Ger ferman a siltan ( a Enqerê) be, qad jî yên me ne! Siyaseta Kurd a modern ku bi keda sed salan hatiye afirandin, ne di nava meclîsên mêtingehkar de, lê di kuçe û qadên Kurdistanê de vejiya, bi pêş ket û mezin bû! Em girîngiyê didin dengê xwe yê li parlamentoyê, lê ew der ne qada tekane û bingehîn a siyaseta me ye. Ha ji we re qada siyasetê! Va ye gel! Va ye vîna gel! Em li vir in! Em kayyûm û fezlekeyên ku vîna me nahesibînin nas nakin!”

A çarem: “Çi ji destê gel hat kir, êdî bar ketiye ser milên siyasetmedaran.”

Li qadê kesekî ku bi min re axifî, bi biryarî wiha digot:

“Di gel çendîn fişaran û metirsiyên Koronayê, gelê me çi ji dest hat kir, lê êdî dema siyasetê ye, dor hat ser siyasetmedarên mîna we.“ Helbet ev tenê ne peyama wî bû, peyama qadê bi xwe bû. Vê peyamê di bîr dianî ku, bi gelemperî him berpirsiyariya siyasetê ya bo afirandina çareseriyê heye, him jî erk û berpirsiyariya pêkanîna Yekitiya Netewî heye. Ango, li Newroza 2021ê tenê ne di axaftinên ser platformê de, di axaftinên nava gel de jî û di mîkrofonên ber devê gel de jî ji bo siyaseta Kurdan peyama yekitiyê dihat dayin. Ji ber vê yekê kadroyên siyaseta me ya li Kurdistana Bakur, divê dest ji tevgera xwe ya ku hêviyên yekitiya netewî bo demek din û bo dahatuyek nediyar dihiştin, êdî berdin. Ew divê bi lez û bez pengavên mayinde yên yekitiya netewî bavêjin.

A pêncem: Peyamek din jî ev bû; zahmetiya debara jiyanê û betaliya ku ji aliyê qeyrana aborî ve hatiye afirandin, a ku bûye rojeva yekem a xizanan, karkeran û bêkaran, herwiha bo encamên vê yekê yên giran ên civakî, divê siyaset riyên çareseriyê bibîne. Lewra pêdiviyên yekem ên malbateka ku êvarê birçî radizê û nikare diviyahiyên zarokên xwe peyda bike, nan û xwarin in.

Dibêjin çira derewînan heta bi hetayê vêketî namîne, çira Tifaqa Cûmhûr jî tenê heta 17ê Adarê vêketî ma!

Desthilatdariya AKPê, hêja ku peyvên “Plansaziya Çalakiya Mafê Mirovan” bo raya giştî li hewa dibeziyan, bi hincetên siyasî wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoğlu ku ew parêzkarekî herî girîng ê mafê mirovan e daxist. Bi vî awayî, ceza dan parêzkarekî mafê mirovan ku ew xwediyê nasnameyeka etnîkî ya cuda bû.

Di demeke ku digotin “em reforma dadmendî û hiqûqê pêk tînin” de, di encama fişar û sîparîşa taybet a Bahçelî de doza girtinê li HDPê hat vekirin. Ji aliyê din ve jixwe dozên girtinê ku li T-KDP, PSK, KKP û PAKê hatibûn vekirin didomin. Wan hiqûqê binpêkirin û daxwaznameyên serlêdanê yên PÎA û PDK-Bakur jî nepejirandin. Îcar, bi vê vekirina doza girtina HDPê re dixwazin qedexeya siyaseta Kurdan bêtir bişidînin, şeş milyon dengên gelan û ên gelê Kurd tune bihesibînin, bi vî awayî wan çavtirsandî bikin.

Di “Plansaziya Çalakiya Mafê Mirovan” de li ser kaxiz qaşo qala “Mafê Jinan” kirin, dû re bi biryarnameyekê, bêyi ku biryara Parlamentoyê li berçavan bigrin, betalkirina Hevpeymana Stenbolê ragihandin û bi vî awayî di tewereya mafê jinan de, tirs û fişara li ser gel jî şidandin.

Eynî di wê pêvajoya ku qala “reformên” aborî dikirin de, pirsgrêkên karkeran, bêkaran û yên gel girantir kirin. Jixwe qeyrana aborî bi derketina Koronayê re kûr bibû, pê re rêjeya betalî û xizaniyê jî bilind bû, asta enflasyonê bi jor ve çû û neyeksanî belav bû. Wekî dibêjin rez ne tu rez bû, terezê jî lêxist! Hatiyê wê astê ku gava ji bo kargehekê 10 karker lazim bin, 10 hezar kesên betal serî lê didin. Tewer ew 10 kesên ku digrin jî ji nava hevalbendên xwe dibijêrin.

Ango betalên ku dixwazin bixebitin, kar nabînin. Bi milyonan karkerên ku dixebitin nikarin nan û xwarinê bibin mala xwe. Jin êdî nikarin bibin hêza kedê ya erzan û ya şûngir jî. Esnafên biçûk bêsîfteh dikanên xwe digrin. Li bajarên Kurdistanê, li cihên ku veberhênanên hilberînî û îstîhdamî pêk bînin, ji ber polîtîkayên avakirina zîndanan, qereqolan û çêkirina riyên ewlehiyê, tabloya civakî ya vir xerabtir e.

Ev in kiryarên AKPyê ku navê “reforman” û “mafê mirovan” li wan dikir. Tê wê wate yê ku dive em guh nedin gote gotê, lê li pratîka wan binêrin. Jixwe karker, bêkar, feqîr û fiqareyan jî li qadên Newrozê gotin “li kar û emelên wan mêzekin, guh nedin fortan” û bertek nîşandan.

Belê, dibêjin çira derewîna zû ditefe! Leystika “reforma” Tifaqa Cûmhûr jî heta roja 17ê Adarê dom kir, ango beza pisîkê heta ber derê kadînê bû! Di 17ê Adarê de du derbe û du biryar li pey hev pêk anîn û piştre “derketina” xwe ji Hevpeymana Stenbolê daxuyandin. Van biryaran bi zelalî derxistin holê ku qaşo “Plana Çalakiya Mafê Mirovan”, “Makeqanûna Sivîl” û “reformên” Tifaqa Cûmhûr… Ev hemî ÇÎROK in! Desthilatdariya ku vîna gel a hilbijartî him ji alî navendî him ji alî herêmî ve nas neke, nikare tiştekî bide gel! Li qada Newrozê, peyameka din ya ku gel û siyasetmedaran da ev bû.

22. 03. 2021

[email protected]

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights