Ana SayfaCÎHANGAVA KU KOMUNA PARÎSÊ DÎWARÊN BAJÊR DAGIR DIKE

GAVA KU KOMUNA PARÎSÊ DÎWARÊN BAJÊR DAGIR DIKE

Ji komunîstan, anarşîstan û hetta mîlîtanên rasta tundrew: ev sedsalek û nîv e, gelek kes doza mîrateya Komuna Parîsê dikin. Vê cenga bîranînî carna li ser dîwaran, carna bi firçeyên grafîtî û afîşan, bi xêzkirina xeyalekê desteka xwe ya ji bo serhildana 1871ê nîşan da.

Mathilde Larrère / lemonde-kurdi.net/

Di dema Komuna Parîsê ya di 1871ê de, wekî şoreşên berê, poster û grafîtî wekî «dîwarên şoreşger»(1) bûn, şênîyên bajêr agahdar û seferber dikirin. Hemû jî piştî «hefteya xwînrêj» (21-28ê Gulanê) ya ku dawî li serhildanê anî, hatin paqijkirin. Lêbelê piştî demeke kurt, dîwarên paytextê dîsa peyivîn: kesên anonîm, ji koroya Versayê veqetîyan û yên serfiraz tawanbar kirin, yên têkçûyî jî rûmetdar kirin. Komeke «leşkerên komarî û hevalên gel» di 1872an de li ser dîwarên baregeha Pépinière weha nivîsand: «Artêşa Versayê, parêzvanên despotîzmê û yên Fransaya me ya reben; hûn kujerên gelê xwe ne, lekeya xwîna li ser enîya we dê tu carî ji holê ranebe». (2) Avahîya şexsî ya Adolphe Thiers, ku ji hêla Komunê ve hatibû hilweşandin û ji ber sedemên bacê cardin hate çêkirin, di 1873yan de hate hedefgirtin: «Gelî parîsîyan, ev xanî bihayê xwîna we ye». Bêguman, pesnê serhildanê hate dayîn: «Rûmet û şeref ji bo Ferre, Crémieux û Dombrowskîyê wêrek ku ji bo Komunê mirin» (1872, li ser dîwarekî herêma 12an, Parîs). Li gor qeydên polîsan, di 1872yan de ev nivîsên hanê bi qasî % 23yê hemû grafîtîyan bûn. Dû re dema ku şerê peyvan ber bi goristana Père-Lachaiseê (Per Laşez), ber bi Mur des fédérés* ve ber bi kulîlkên ku li wir hatibûn danîn belav dibû, ev nivîs jî li gor polîsan provokator bûn û hatin rakirin.

Bêguman divê ji bo şopandina nivîsên wê demê yên Komunê bêtir kar li ser sedsala 20emîn were kirin. Nivîsên dîwarî êdî bi sazkirina Komarê û erêkirina azadîya derbirînê re, ji bo dîrokzanan nema bûn «vegotinên provokator» ên di raporên polîsan de.

Ji sala 1920 û pê ve, Partîya Komunîst a Fransî (PCF) wekî nûnerê sereke yê bîrewerîya komunal derket pêş (3) û bîranîna komunîstan li ser komunîstan ferz kir. Çalakîyên li ber vî Dîwarî, ji bo partîyê bû numayişeke girîng, di gulana 1936an de tevî meşekê zêdetirî 500,000 kes li hev civand. Bi gelemperî di belavok, gotar û posteran de behsa Komunê tê kirin. Komun bûye mijara stranan, wekî ya ku di sala 1971an de ji hêla Jean Ferrat ve hatîye nivîsandin. Lêbelê Komun pir kêm bi formata nivîsên dîwarî hatîye pîrozkirin ji hêla PCFê ve.

Lêbelê, di 1968an de, li sikaka Sorbonneê, nivîseke gir ya «BIJÎ KOMUN» balê dikişandin ser xwe. Tu tişt ecêb xuya nedikir: bûyerê di meha xweş a gulanê de cihekî girîng girt (pêşandanên fîlman, ji nû ve çapkirina rojnameya Jules Vallèsî ya bi navê Le Cri du peuple …).  (4) Dema ku zordestîya li dijî xwepêşanderên Gulana 68an bi piranî bi yên 1871ê re dihate berawirdkirin, Alain Touraineyê civaknas weha dinivîsî: «Mafê Partîya Versayê nîne ku qala reform û pêşveçûnê bike» (Le Monde, 30ê hezîrana 1968an). Ludivine Bantignya dîrokzan (5) dibêje «Şûna modeleke ku dikare li gor lehengên Komunê bi heman rengî ji nû ve were hilberandin, Komun hê paşê rasterast ji bo demokrasîya yekser û xwe-birêxistinkirî bû referansek.»

Salvegera sedsalê dîsa agirî geş kir: birrek gotarên çapemenîyê, ceribandin, roman, ji nû ve çapkirina bîranînên serhildêran, bibîranînên kovî û heta çend bernameyên televîzyonê jî, meseleya Komunê cardin anî rojevê. Lêbelê nivîsên diwarî zêde tunebûn. Lê divê bê gotin ku, piştî ku dîwar di 1968an de hatin girtin («Dîwarên spî, mirovên lal», wekî yekê ji wan digot), derbirîna bi vî rengî hinek kêm bû. Lêbelê, Ernest Pignon-Ernestê hunermend, salvegera Komunê li ser keviran bi bîr anî. (6) Di şeveke adara 1971ê de, wî resmeke ku tê da kesekî «xwe dirêj kirî» danî ser rêyên paytextê yên ku bi kevirên peyarêyê hatine çêkirin. Ji xeynî cihên din, hunermendî nerdîwanên Sacré-Cœur hilbijartin ji bo van resman. Bi vî awayî Pignon-Ernest berê me da şîdeta ku sedsal berê li bajêr qewimîye.

Piştî 1971ê, di tevgerên civakî de bikaranîna Komunê bi awayekî berbiçav kêm bû. Ev yek ji ber kêmbûna bandora PCFê bû, ya ku bîranîna bûyerê bi dehsalan hilgirtibû ser milên xwe. Lê di heman demê de ji ber entegrasyona wê ya nav çîroka neteweyî ya di destpêka sedsala 20 û 21î de bû. Komun kete nav mufredata dibistanan û heta meydanek jî jê re hate veqetandin li herêma Butte-aux-Cailles. Meydana hema li bin Sacré-Cœurê jî navê Louise Michel (yek ji pêşengên Komunê) girt. Bi vî awayî gava ku Komun hate naskirin, malzemeyek ji destê çepgirîya tund hate standin.

Şîyarbûn di destpêka 2010î de dest pê dike. Berî her tiştî, di navbera 2011 û 2014an de, bi piranî ji ber çepgirîya azadîxwaz û antîfaşîst a tund referansên belawela hene. Di navbera wan de dijberîyeke dualî li der e: ya ewil, li dijî ji nû ve nivîsandina vegotina Versayî ye ku Komunê wekî «tevlihevîyeke vandalî» bi nav dike. Mîsal, Jean Sévillia di kitêba xwe ya «Historiquement correct» (Perrin, 2003) de, bo Komunê dibêje «anarşîya ku hêzên serhildêr, paytext bi terorê 72 roj bi rê ve birîye.» Dijberîya duyem jî ew e ku hin alîyên rastgir ên tund dixwazin xwedî li mîrateya Komunê derkevin. Mîna koma nasnamegir a Parîsî: Projeya Apaçî (Le Projet Apache) ku ji 2011an ve dîwaran leke dikin: «Komara pîçan ji xwîna Komunaran** çêbû.» Ev bikaranînên nû yên ku kevneşopîya bîranîna anarşîst a serhildanê zindî digirin, li gor pênasekirina Jacques Rougerie, talîya talî tê maneya «lêpirsîna azadîxwaz a demokrasîyê» ye. (7) Di sala 1871ê de ji hêla meclîsên herêmî ve, pirsgirêkên temsîlîyeta gel û serwerîya wan, birêvebirina hêzê, demokrasîya «rast», rasterast û civakî, di nîqaşên giştî de ji nû ve derdikeve pêş. Di vê çarçoveyê de, sibeha 18ê adara 2014an (salvegera 143emîn) Sacré-Cœur bi grafîtîyên sor û reş şîyar bû: «Ne Xweda, ne efendî, ne dewlet», «Agir berdin şapelan» û «Her bijî Komuna 1871ê!»

 

Tevî mobîlîzasyona 2016an ya li dijî qanûna xebatê, grafîtîger di navenda xwepêşandanan de bûn. Ew bi bidestxistina bîlbord û vîtrînên banka û şîrketên sîgortayê sîstema grafîkan û qada giştî berevajî dikin. Hê paşê li ser medyaya civakî belav bûn û rê li ber afirandina estetîkeke nû ya tevgerên civakî vekirin. Tevgera Nuit debout (Bişev li ser pîyan) bi hefteyan qada Républiqueê dagir kir. Nivîsên wan ên dîwarî xwedîlêderketina sembolîk nîşanî me dide. Navê qadê jî hate guhertin: Qada Komunê. Û di rawestgehên metroyê de grafîtîyek weha hebû: Bila Komun zindî be !


Di bihara 2018an de vê meseleyê cardin rû da, li alîyekî serîrakirina karkerên rêhesinî ya li dijî reforma SNCFê û li alîyê din jî xwendekarên lîseyê yên li dijî Parcours supê (nivîsbarîya nû ji bo dersbasbûna zanîngehan) li ber xwe didan. 50. Salvegera Gulana 68an zorê dide ku nivîsên diwarî vê yekê pîroz bikin. Lê belê Komun jî têra xwe heye di van nivîsan de. Gelek fakulteyên zanîngehan ji hêla xwendekaran ve ku navê cihekî kiribûn «Komuna azad a Tolbiacê, ya Censierê» hatin dagirkirin. Di xwepêşandana 22yê gulana 2018an ya karkerên rêhesinê de meriv dikarî tiştên weha bixwenda: «Gulana 68an ne xema me ye, em 1871ê dixwazin». Di dema xwepêşanda 16ê tîrmeha 2018an ya li dijî bermayîyên nukleerî, ji nav dirûşmên curbicur herweha dirûşmeke wekî «Bimre duk, bijî Komun» jî hebû li Keştîgeha Victor Hugoyî ya Bar-le-Ducê. Komun ji bo potansîyela xwe û serhildaneke xeyalî dikeve nav liv û tevgerê û 1968an qels dibinîn. Bi gotineke din, gava dibêjin «em 1871ê dixwazin» tê maneya ku «em» ji şerekî çekdarî re amade ne.

J

i bilî vê yekê, ev tişt li ser wêneyekî sexte ya 68an wekî ajîtasyona nerm a burjuwazîya ciwanan disekine, lê ev çîrokeke din e.

Tevgera „Êlegên Zer“ behsa Şoreşa Fransî kir, ku ew ji Komunê bêtir bi têgîna pirtûkên gilî re mijûl bûn. Civaknasî û çanda wan a sîyasî ji tevgerên civakî yên berê cudatir e. Çavkanîyeke mezin a tevgera karkeran, Komun, di nav çanda populer de ji Şoreşa Fransî kêmtir tê zanîn û kêmtir tê îqtibaskirin.(8) Lê derketina holê, ji perdeya III (1ê kanûna pêşîn a 2018an), komên xweser ên ku çanda xwe ya milîtanî ya ku ji hêla 1871ê ve ji wan re maye, tînin û zûbizû parve dikin, dibe ku yekem gotinên pêşîn ên dîyarker bin. Bi minasebeta perdaya VI (22ê kanûna pêşîn a 2018an), li Montmartreyê, grafîtîyek li bin guhê Sacré-Cœur xuya dikir: «Komuna Parîsê ya 1781ê / Êlegên Zer 2018an». Di 12ê kanûna paşîn a 2019an de, nivîseke mezin li ser kepengên qerase yên dikanên mezin dixuye: «1871 sedem ji bo nîyandina Macron». «Dê Komun dîsa bibişkive», «Bijî Komun», «Komun hêj sax e ». Perde piştî perdeyan, di xwepêşandanan de qalkirinên bi vî awayî dewam dikin. Dû re heman qalkirin di dema tevgera li dijî reforma teqawidîyê de, ku di 5ê kanûna pêşîn a 2019an de dest pê dike, carek din tên cem hev. Ka em bala xwe bidinê, di 8ê kanûna pêşîn de, li Bûlwara Magentayê weha dinivîsî: “Em bi grevê dest pê dikin, bi şoreşê dê dawî lê bînin. 1871-2019. Em li vir in. GJ (Êlegên Zer)» û du roj şûnda li Bûlwara Raspailê: «Berîya hatina Komunê em li benda pereyî ne.»

Ev nivîsên hanê ji vexwendina navekî zehftir xwedan mane ne û zêde cih nahêlin ku tevgerên cihêreng derbarê vê beşa dîrokê de pêşdarazîyê bikin. Lêbelê, ew nîşan didin ku hem «êlegên zer» û hem jî dijberên reforma teqawidîyê hay ji bandora 1871ê ya mobîlîzator an provokator hene. Ji ber vê yekê Komun bêtir bûye hemwateya «gelê serhildêr, raperîn û serhildanê». Dibe ku krîza tendirustîyê 150emîn salvegera Komunê têk bibe. Ji bo kesên di karantînayê de, grafîtî yek ji wan rêyên kêm ên çalakîyê ne ku ji me re maye. Loma divê em baldar bin ka li dîwar ji me re çi dibêjin. 14ê tîrmeha dawî, li ser dîwarekî ya li başûrê Parîsê weha dinivîsî: «150 sal / Komunê zindî bikin/ Em ji bîr nakin».

*Mamosteya dîroka hevçax a Zanîngeha Gustave Eiffelê, nivîskara kitêba Auteure de Rage against the machisme (weşanxaneya Détour, 2020).

Wergera ji fransî: Bilal Ata Aktaş la dir. de), Le fond de l’air est jaune. Comprendre une révolte inédite, Seuil, Parîs, 2019.

* Dîwarek e li Goristana Père-Lachaiseê ku li ber wî dîwarî 147 alîgirên Komuna Parîsê hatin kuştin (têbînîya wergêr).

** Endam û alîgirên Komunê (le communard) (têbînîya wergêr).

_________

1-Navê berhevoka posteran ji 1848, Gallica, https://gallica.bnf.fr. Malpera hanê https://argonnaute.parisnanterre.fr xwepêşangeheke dîtbarî ya afîşên Komunê pêşkêş dike.

2-Ev mînakên grafîtîyan ji salên 1871-1879 ji Céline Braconnier hatine girtin, «Braconnages sur terres d’État. Les inscriptions politiques séditieuses dans le Paris de l’après-Commune (1872-1885)», Genèses, hejmar 35, Parîs, 1999.

3-Binêre: Éric Fournier, La Commune n’est pas morte. Les usages politiques du passé, de 1871 à nos jours, Libertalia, Montreuil, 2013.

4-Binêre: les pages consacrées par Ludivine Bantigny à la mémoire de la Commune dans 1968. De grands soirs en petits matins, Seuil, coll. «L’Univers historique», Parîs, 2018, r. 286-289.

5-Ludivine Bantigny, 1968, op. cîld.

6-Binêre: Laurence De Cock et Mathilde Larrère, «Anvers et contre tout», dans Manifs et stations. Le métro des militant-e-s, Éditions de l’Atelier, coll. «Celles et ceux du Maitron », Ivry-sur-Seine, 2020.

7-Jacques Rougerie, « Entre le réel et l’utopie : République démocratique et sociale, Association, commune, Commune», dans Laurent Colantonio et Caroline Fayolle (sous la dir. de), Genre et utopie. Avec Michèle Riot-Sarcey, Presses universitaires de Vincennes, coll. «Temps et espaces», Saint-Denis, 2014.

8-Sophie Wahnich, «Sans-culottes et gilets jaune», dans Joseph Confavreux (sous

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights