Sînema ango "Hunera Heftemîn", di dîroka mirovahiyê de li gorî huner û diyalektikên din ve hunereke nû û herî belavbûyî ye. Ev hunera ciwan, bi taybetî hunerên kevnan (Wêje, Helbest, Muzîk, Şano, Wêne, Peyker û hunerên hwd.) û bi giştî hemû huneran û wek felsefî û ramanê jî, tê de hemî hebûn û kirûyên jiyanê dihewîne.
Di dîroka mirovahiyê de Keçan û Jinan, bi piranî di siya Baviksalarî de mayîne, ked û xebatên jiyanên wan nehatine dîtin an jî bi temamî hatine veşartin û zext û tundên giran dîtine.
Dengeke spî û ronahî bilind dibe, xwe bi hest û fikrên xwe ve hêdîka xuya dike û rûyê vê qor bi qor mezin dibe.. Ev dengê ku tê bihîstin, li pêşber derketina lez û beza wextê ye û qîrîna awazên wî, li dijî windabûna peyv û çîrokên jiyanê me derdikeve û neynika ruhê demê nîşan dide.
Hejmara Yekem a Fanzîna "Sînemaya Serbixwe", wek e-fanzîn (elektronîk) derçû. Di nav rûpelên Fanzînê de, nivîs û gotarên ên li ser Sînemayê, Çandê û Hunerê cih digirin.