Ana SayfaÇAND HUNERHUNERA HEFTEMÎN SÎNEMA Û DERHÊNERÊ NEMIR YILMAZ GUNEY

HUNERA HEFTEMÎN SÎNEMA Û DERHÊNERÊ NEMIR YILMAZ GUNEY

Rumet Onur Kaya / Hemû nivîsên ê nivîskar

Sînema ango “Hunera Heftemîn”, di dîroka mirovahiyê de li gorî huner û diyalektikên din ve hunereke nû û herî belavbûyî ye. Ev hunera ciwan, bi taybetî hunerên kevnan (Wêje, Helbest, Muzîk, Şano, Wêne, Peyker û hunerên hwd.) û bi giştî hemû huneran û wek felsefî û ramanê jî, tê de hemî hebûn û kirûyên jiyanê dihewîne. Em bi saya sînemayê cihê ku me qet neçûne ji wan dibinîn, çand û jiyanên mirovahiyê û xwezayê dinasînin. Rû û çavên sinemayê, sînorên ku li ser cîhanê radike û ew dikare bi demê re hemû xeletiyan û pêşdaraziyan tune bike.

Gotineke yê derhêner û sînemavanê navdarê Jean-Luc Godardê heye û dibêje ku “Wêne rastîn e, sînema di çirkekê de 24 caran rastîn e…”, ev gotin wate û girîngiya hunera sînemayê rave dike.

Birayên Auguste û Louis Lumière piştî rêzekî nûvedanê, di sala 1985ê de binavê “Cinematographe / Kinematograf”  yekem amûrê ku dîmenên tevgerdarê li ser perdeyan vediguhezê nûvandin. Birayên Lumière, piştî ku afirandinên xwe re belgefilmek bi navê L’Arrivée d’un train à La Ciotat” (1895) û filmek bi navê “Paydosa/Derketina Karkerên Sazgeha Lumierê” (1895) kişandin û ev filman di heman demê de bûn yekem filmên ku di perdê de hatiye nîşandan û destpêka dîroka sînemayê*. Li dû salekê vê (1896), ji aliyê yekem Derhênera Jin Alice Guy-Blaché re yekem filmê biçîrok “La Fée aux Choux” hate kişandin**. Digel wan ve re di despêka sînemayê de gelek derhêner û çêkerên wekî Auguste Marie Louis Nicolas, Louis Jean filman kişandin û temaşevanên sînemayê her ku diçe zêde bûn.

Bi vî awayî filman û bi taybetî jî sînema gelek pêş ve çûn û mînakên wan yên reş-spî û rengîn hate kişandin. Di nav vê pêvajoyê de, wek xwezayî, di sînemayê de rêbazên ku wekî; Hunerî, Civakî, yên Heyamî hwd. derketin û ji aliyekî de jî mînakên Sînemaya Serbixwe jî derdiketin holê. Cureyên sînemayê; filmên sînema, belgefîlm, kurtefilm, filmên bipevxistin, rêzefilm, xêzefilm û anîmasyon in û bi leza demê re cur be cur dibin.

Ligel ku derketina û rêjayên temaşe kirina Televîzyonê û dû re di cîhana îroyîn me de jî belavbûyîna Înternetê bandorên neyînî û erênî li ser Sînemayê dike. Lê belê wek hunerê sînema her ku diçe geşedana xwe didomîne û mînakên ên nû, resen û serbixweyê dide. Sînema, ji bo kesên ku derdekê wan hene ve, rê û amûreke herî belavbûnê ye û ji raman, xem, şayîş û pirsgirêkên ên civakî, hunerî û xwezayî ji girseyên herî belavbûyî ve vediguhezê û bi awayekî herî bandorker qala wan dike. Ya herî girîng jî sînema rojeveke pêk tîne û mijarên girîng û jiyanî dide ramandin. Qala êş, hêvî û şadiyên mirovahiyê dike û dibe dengê qîrînê û mîna rengê şînbûna biharê vedibe..

Her wiha li ser cîhanê, di nav dîroka geşadana sînemayê de, wekî Yilmaz Guney, Alice Guy-Blaché, Yeşim Ustaoğlu, Ken Loac, Jane Campion, Andrzej Wajda, Andreî Tarkovsky, Ingmar Bergman, Akira Kirasowa, Dorothy Arzner, Agnès Varda, Yasujirō Ozu, Bernardo Bertolucci, Haifaa Al-Mansour, Federico Fellini, Lucrecia Martel, Theodoros Angelopulos, Barbara Kopple, Robert Bresson, Abbas Kiarostemî, Ida Lupino, Asgar Ferhadî, Park Nam-ok, Krzysztof Kieślowskî, Behmen Qubadî, Safi Faye, Michael Haneke û gelek Derhêner, Sînemavanên mezin û nemir derketin û nû jî derdikevin. Wan Derhêner û Sînemavanan îroyîn jî bi fikr û dîmenên xwe ve dijîn û riya me ronî û germ dikin.

Destpêka Sînemaya Kurdî, wek filmê “Zerê” (1926) yê Derhênerê Ermen Hamo Beknazaryanê tê qebûl kirin û di sala 1926ê de li Ermenistana Sovyetê hate kişandin***. Li dû vê dîrokê bi taybetî li Ewropayê û li gelek welatan de filman û belgefîlmên Kurdî hatin kişandin. Di çar parçeyên Kurdan de, ji ber qedexeyan û ne pêşketina pîşesaziya sînemayê (di wateya Endustrî de), geşedana sînemaya Kurdî di dîrokeke ne dûr de xebatên xwe dest pê kirin. Di ev salên dawî de hejmara filmên Kurdî zêdetir dibe, filman Kurdî di mîhrîcanên filman de tên nîşan didin û xelatan wergirin. Derhênerên wekî Yilmaz Guney, Behmen Qobadî, Hiner Saleem, Samira Mahmelbaf, Shawkat Amin Korkî, Kazim Oz, Mizgîn Mujde Arslan, Huseyin Karabey, Orhan Eskîkoy û gelek derhênerên û sînemavanên navdar derkevin. Di sînemaya Kurdî de û li ser sînemavanên Kurdan de bandorên Derhênerê navdarê Kurd Yilmaz Guneyê gelek mezin û girîng e, Guney bi hest û ramanên xwe di sînemayê de hertim dê riyeke ronî bibe.

“Ez mirovekî têkoşînê me. Sînemaya min jî sînemaya têkoşînekê, sînemaya têkoşîna rizgariya Gelê min e…” / Yilmaz Guney

Derhêner, Lîstikvan, Sînemavan û Nivîskarê Marksîstê Kurd Yilmaz Guney (Yilmaz Pûtûn), di sînemaya Kurdan, Rojhilatanavîn û hemû Cîhanê de Sînemavanekî mezin û girîng e. Hunermendê nemir Yilmaz Guney, di sala 1937ê de li navçeya Girê Sor (Siwêreg) a Rihayê hate dinê û li Edenê mezin bû, di zeviyên pempûyan de karkeriyê kir, bi dehan film kişandin û derhêneriya ên gelek filman kir û bi salan di girtîgehan de ma. Guney, berê mirinê xwe çû Ewropayê û wekî hunermendê mezin Ahmet Kaya li Parîsê di dîroka 1984ê de di nefî de çû dilovaniya xwe.

Yilmaz Guney, di jiyanê xwe yê sînema û hunerê de ji heştê zêdetir filman kişandin, senaryoyên wan nivîsand û tê de leyîstî. Guney, wek fikr û ramanê Marksîst (Sosyalîzmê Zanistî / Komunîzm / Materyalîzmê Diyalektik) e û berhemên xwe bi nerineke Rastîbiniya Civakî re afirandin. Derhêner di filmên xwe de; qala êşên, şadiyên, bêrikirinên û hêviyên Gelê xwe û hemû Gelan kir û rastîna hemû mirovahiyê, jiyanê û xwezayê rave kir û hertim li cem Bindestan dibû.

Bêguman hemû filmên Derhênerê Kurd Yilmaz Guneyê gelek watedar û girîng in, û divê mirov filmên wî dubare û ji nû ve temaşe bike, li ser wan de bifikire û asoyên biharên wan bibîne. Mijar û çîrokên filmên Yilmaz Guneyê; “Seyitxan” (Derhêner û Senaryo: Yilmaz Guney – 1968), “Hêvî / Umut” (Derhêner: Yilmaz Guney û Senaryo: Yilmaz Guney, Şerîf Goren – 1970), “Endîşe” (Derhêner: Şerîf Goren û Senaryo: Yilmaz Guney – 1974), “Sürü” (Derhêner: Zekî Okten û Senaryo: Yilmaz Guney – 1978) “Rê / Yol” (Derhêner: Şerîf Goren, Yilmaz Guney û Senaryo: Yilmaz Guney – 1981), wekî filmên din ên Derhênêrê, li ser jiyanên Karker, Cotkar û Rencberên Kurdan û Gelên din in. Di van filman de rastîna jiyanên û çandê Kurdan diyar in û bi zimanê Kurdî, navên Kurdî, stran û kilamên Kurdî û atmosfera çand û hûnerê ve xwe dide hestkirin.

Filmê “Rê / Yol”  li hemû cîhanê di sînemayan û mîhrîcanên filman de hate nîşan dan, eleqeyên mezin dîtî û di Cannesê û gelek mîhrîcanan de xelatan wergirtî. Mijara filmê herî dawî yê Yilmaz Guneyê “Dîwar” li ser zarokên ku di girtîgehê ne û çîroka jiyanên girtiyan nîşan dide. Filmê “Dîwar”, di sala 1982’ê de hate kişandin û gelek eleqeyan dît****.

Mijara filmê “Rê” li ser erdnîgariya me ye, di girtîgehekê de dest pê dike û di rê de didome. “Rê” bi çîrokan pêk tê, qala rewş û halê Welatê û Cîhanê ve dike.Yilmaz Guney, bi filmên xwe ya “Rê” re gihîştî herî lûtke yê gotinê û dîmenê û wekî filmên xwe yên din asoyên ên nû vekir. Hunermendê mezin Guney, bi nêrineke Diyalektik (guherîn û veguherîn) ve qala ên dahatû û rabirdûyê û xwezaya jiyanê ve kir.

Derhênerê Kurd Yilmaz Guney, bi mijar û çîrokên xwe ve qala rastînên jiyanê bixwe kir û stran û kilamên me gotin. Guney, ji sînemaya Kurdî, Rojhilatanavînê û Cîhanê ve nerîneke nû û resen anî û derekî tê de tije asoyan û ronahî ye, vekir. Peyvên û awazên wî, wekî germ û roniya biharên bêdawiyê vedibin û dibe çavkaniya dilê hêviyê.

Yilmaz Guney, di sînemayê de riyekî nû vekir û gotinên xwe rasterast gotî, di hevpeyvînekî xwe de hevokekî wî fikr û ramanên wî rave û kurtî dike.

“Pirs: Li gorî we di Sînemayê de divê terz an jî pûxte li pêş de bê (werî) ?

– Terh, revîn e, ewiqîn e û xwe xapandin e. Ya rast Pûxte ye. Gotina te ku tu dixwazî bibêje ye. Gotin jî qiseyekî wiha mezin nîne. Te qala çîrokeke wiha piçûk, wiha asayî dike ku ji mirovê re, tiştekên bibêje.

Çavkaniyan:

* “Sedsala Sînemayê” (Sinemanın Yüzyılı), Rûpel: 23 / Nivîskar: Giorgio Vincenti

Werger: Engin Ayça

Weşanxane: Evrensel Basım Yayın

** “Yekem Jinê Dîroka Sînemayê: Alice Guy Blaché” (Sinema Tarihinin İlk Kadını: Alice Guy Blaché) / Amadekar: Ceyda Canbey

*** “Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin” (Kürt Sinemasi: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm), Rûpel: 35 – Nivîskar/Amadekar: Mizgîn Mujde Arslan

Weşanxane: Agora Kitaplığı

**** “Bi Hemû Filmên Xwe Yilmaz Guney” (Bütün Filmleriye Yılmaz Güney) / Nivîskar: Agah Özgüç

Weşanxane: Agora Kitaplığı

Pirtûkek Li Ser “Şewata Sînemaya Amûdê”

Li Amûdê di dîroka 13’ê Meha Mijdara 1960’î de,  di encamê ‘Şewata Sînemaya Amûdê’ de 283 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn.

Pirtûka “Agirê Sînema Amûdê” ya Mela Ahmedê Namî, ji Hevpeyîvînên (Roportaj) ku li ser Şewata Sînemaya Amûdê hatine nivîsandin ve pêk tê û qala jiyan û rewşa civakî ya vê demê û cîhanê ve dike.

“Namî, me ji nameya te zanî

Seyda yî ji bo melay Xanî” / Cigerxwîn

Nivîskar: Seyda Ahmedê Namî

Weşanxane: Weşanên Jîna Nû, 82 Rûpel / 1987

Ocak 2019

Sosyalist Mezopotamya / Sayı: 4

Derginin PDF formatı için buraya tıklayın

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights