Ana SayfaÇAND HUNERHEJMARA YEKEM A FANZÎNA "SÎNEMAYA SERBIXWE" DERKET!

HEJMARA YEKEM A FANZÎNA “SÎNEMAYA SERBIXWE” DERKET!

Rumet Onur Kaya Hemûnivîsên ê nivîskar

Hejmara Yekem a Fanzîna “Sînemaya Serbixwe”, wek e-fanzîn (elektronîk) derçû. Di nav rûpelên Fanzînê de, nivîs û gotarên ên li ser Sînemayê, Çandê û Hunerê cih digirin.

Nivîsa Edîtorî ya Fanzînê:

Silav û rêz xwînerên hêja!

Ji “Brayên Lumierê” û “Alice Guy-Blaché”, bi wir de Sînema ango “Hunera Heftemîn” ji gelek qonaxan derbas bû, geşedan û pêşveçûna xwe didomîne.

Sînema ji bo kesên ku derd û gotinên wan hene amûr û derfeteke gelek mezin e. Di nav dîroka sînemayê de gelek derhêner û sînemavanên bîrawer derketin, hest û ramanên xwe anîn zimanê. Di geşedan û girseyîbûna sînemayê de; gelek rêbazên ên hunerî, rastibîniya civakî, heyamî û serbixwe û ên din pêk hatin.

Hunera “Sînema”, di nav rojên jandar û tarî de bû hêviyeke germ û ronak û bihara vê bêdemsal şîn bû û vedibe… “Hunera Heft-emîn”; ruh û hêza ên dîmenan, newayan, peyvan û wêneyan e û me wekî pirtûkan, di nav asoyên hestan û ramanan de digerîne. Em bi saya sînemayê cihê ku me qet neçûne ji wan dibinîn, çand û jiyanên hemû mirovahiyê dinasînin. Rû û çavên sinemayê, sînorên ku li ser cîhanê radike û ew dikare bi demê re hemû xeletiyan û pêşdaraziyan tune bike.

Yekem hejmar a Fanzîna bi Kurdî “Sînemaya Serbixwe”, bi nivîs û gotarên xwe yên li ser Sînema, Çand-Hunerê, weke dengekê nû û ciwan li pêşberî xwendevanên xwe.

Bimînin bi xêr û xweşiyê de

Bi hevre ji Hejmarên nû ve

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights