Ana SayfaÇAND HUNERHEJMARA 7AN A KOVARA “PSYCHOLOGY KURDΔ DERKET!

HEJMARA 7AN A KOVARA “PSYCHOLOGY KURDΔ DERKET!

Hejmara nû ya Kovara Derûnnasî û Tenduristî “Psychology Kurdî” derket û bi hejmara xwe ya 7an re bi pêşberî xwendevanên xwe.

 Rumet Onur Kaya / Hemû nivîsên ê nivîskar

“Psychology Kurdî”, yekem kovara Derûnnasî ya Kurdî ye. Di nav rûpelên kovarê de; nûçe, gotar, hevpeyîvîn û nivîsên li ser Derûnnasî û Tenduristî cih digirin.

Her hejmarê ya Kovarê; ji mijar û pirsgirêkên têvel ve balê dikişîne û di derheqê wan de nivîs û gotaran tê nivîsandin û hevpeyîvînan tê çêkirin.

Vê hejmara nû ya “Kovara Psychology” dîsa têr û tijî û watedar e, mijarê vê hejmarê “Kesayetî” ye. Nivîs û Hevpeyîvînên li ser mijarê “Kesayetî” di hejmara 7an a kovarê de cih digirin.

Kovara “Psychology Kurdî”, weşanê xwe di sala 2016an de dest pê kiribû û wek ji çar mehan carekê derdikevê.

Dîrok: 29’ê Îlonê / 2018

Ji Edîtor:

Psychology Kurdî bû 3 salî…

Yekem kovara derûnnasiyê ya bi kurdî bi hejmara xwe ya 7em derket pêşberî xwendevanên xwe û bi vê hejmarê sala xwe ya duyem qedand. Edîtoryaya kovarê di nivîsa edîtoryayê de wisa behsa hejmara xwe ya 7em kiriye:

Me bi vê hejmarê sala xwe ya duyem qedand. Ji destpêka vê xebatê heya niha gelek kesan bi xwendin û nirxandinanên xwe kirin ku em kêmasiyên xwe ferq bikin û kovara xwe dewlemendtir bikin. Em spasiya we dikin û dixwazin hûn nirxandinên xwe ji me kêm nekin da ku em baştir bibin. Wekî din em dixwazin dîsa bînin zimên ku tenê ne derûnnas kesên din jî dikarin bi nivîs an wergerên xwe yên bi derûnnasiyê têkilda beşdarî vê xebatê bibin.

Bi vê hejmarê me weke dosyeyê berê xwe da “kesayetî”yê, me xwest ku bi hevpeyvîneke têr û tijî û gotarên cihêreng vê mijarê zelaltir bikin.

Di vê hejmarê de;

Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi gotara xwe ya bi navê “Ziman, Raman, Derûnî û Civak”ê bo derûnî û civakê girîngiya zimanê zikmakî û rola wî ya bingehîn bi xwendevanan re parve dike.

Derûnbijîşk Dr. Erdoğan ÖZMEN bi “Qêrîn”ê dixwaze deng û hawara “êdin” bigihîne hemû mirovên xwedî wijdan.

Fırat SÖZERİ bi vê hejmarê bi wergereke ji rûsî alîkariya me dike ku di vê nivîsê de Romanovîç T. L rola jinan di pêşketina psîkanalîzê de rave dike.

Prof. Dr. Doğan ŞAHİN di warê kesayetî, bêpergaliyên kesayetiyê û dermankirina bêpergaliyên kesayetiyê de bi xebat û lêkolînên xwe tê nasîn û me pê re bi berfirehî di warê kesayetiyê de bo xwendevanên xwe hevpeyvîneke têr û tijî kir da ku jê sûd wergirin.

Derûnnas Siyabend ASLAN bi nivîsa xwe ya “Alfred Adler û Derûnnasiya Takekesî”yê behsa Adler dike û bîrdozî û têgehên ku bi kar anîne dide nasîn.

Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi gotara xwe ya bi navê “Sullivan û Bîrdoziya Wî”yê bi awayekî berfireh bîrdoziya wî ya kesayetiyê radixîne ber çavan.

Derûnnas Samed DOĞAN bi nivîsa xwe ya “Bêpergaliya Kesayetiyê ya Sewesî û Zorlêkirî” ji xwendevanan re taybetmendî, nîşane û dînamîkên vê bêpergaliyê vedibêje.

Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya bi navê “Dem Dema Narsîsîzmê ye” li ser kesayetiya narsîsîstîk hûr dibe û bi hûrguli vê mijarê dinirxîne.

Derûnnas Rewşen REMAKÎ bi gotara xwe ya bi navê “Frantz Omar Fanon û Kesayetiya Bindestan” derûniya mirovên bindest dinirxîne.

Derûnbijîşk û Psîkoterapîst Dr. Bernhard Mäulen karê xwe li Almanyayê didomîne û di beşa xwe de jî supervîzor e. Me bi Mäulen re derbarê sînorderbaskirinên zayendî di terapiyê de hevpeyvînek kir. Di vê mijarê de bo terapîst û nexweşan pirsgirêkên sereke û çareseriya wan bi hûrgulî hatiye ravekirin.

Mamoste Xelîl SEMED bi nivîseke li ser edebiyat û psîkanalîzê tevlî me dibe û bi nivîsa “Aloziya Odîpus di Çîroka Eyloyê Pîr de” çîroka Kamiran Alî Bedirxan Eyloyê Pîr li gorî aloziya Odîpus şîrove dike.

Sînemager Ferat KEVIR bi nivîseke li ser sînemayê rengekî nû dide me û ji fîlmê Yılmaz GÜNEY “Rê” karakterekî dinirxîne.

Herwiha Derûnnasê Klînîkî û Terapîstê Pirsgirêkên Zayendî Murat CAYMAZ bi “Çîrok Çi Dibêjin”, Derûnnas Esra YILMAZ bi “Derûnnasî”, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab ŞEHÎN bi “Perwerdehiya Entegrasyonê” bi me re ne

û mêvanê me yê beşa “Pirs û Bersiv”ê Prof. Dr. Celîlê Celîl e.

Heta hejmareke din bimînin di nav xêr û xweşiyê de.

Hûn dikarin Kovara Psychology Kurdî ji ajans jjyê, ji pirtûkfiroşan û herweha li ser malpera pirtukakurdi.com peyda bikin.

 

Twitter: @psychologykurdi

Facebook: @psychologykurdi

Instagram: @psychologykurdi

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights