Ana SayfaÇAND HUNERXEWN Û HÊVIYA INGMAR BERGMANÊ

XEWN Û HÊVIYA INGMAR BERGMANÊ

Rumet Onur Kaya / Hemûnivîsên ê nivîskar

Dengeke spî û ronahî bilind dibe, xwe bi hest û fikrên xwe ve hêdîka xuya dike û rûyê vê qor bi qor mezin dibe.. Ev dengê ku tê bihîstin, li pêşber derketina lez û beza wextê ye û qîrîna awazên wî, li dijî windabûna peyv û çîrokên jiyanê me derdikeve û neynika ruhê demê nîşan dide.

Ingmar Bergman, di nav dîroka sînema û hunerê de derhênerekî navdar û girîng e û gelek sînemavan û şanoger di bin bandorê hunera wî de mayîne. Derhênerê cîhanê Bergman li Serbajarê Swêdê Stokholmê hatiye dinê. Digel derhênerên Andreî Tarkovksy, Akira Kurosowa, Theodoros Angelopoulos, Krzysztof Kieslowskî ve pêşengê bizava Sînemaya Helbestkî ye.

Bizava Sînemaya Helbestkî; di herîkîna mijara filmê de, zimaneke helbestkî û felsefî bikar tîne û xweza û atmosfera jiyanê hin bêtir xuya dike. Ev dengeke ku li dijî derketina lez a bêwateya jiyanê nûjenê ye û ruhê xwezaya jiyanê nîşan dide.

Rewş û pirsgirêkên ên civakî, kesanî û xwazayî, bi awayî bi giştî ango wek gerdûnê rave dike û di hişê mirovan de asoyên nûyî vedike.

Xewnan sîtava rastînê ne, ji nav vê sîtavan ve rastînên nû derdikevin.. Filmên Ingmar Bergmanê mîna xewnê diherîkînin û peyvên wî dilê ronî û hêviya rastînê ne. Derhênerê navdar Ingmar Bergman, di nav jiyanê xwe ya sînemayê de bi dehan filman û rêzêfilmê televîzyonê kişandî, senaryoyan nivîsand û temaşayên şanoyan bi rê ve bir. Derhêner bi filmê xwe ya binavê “Mohra Heftemîn” re di warên sînema û hunerê de pir deng veda û hate nasîn. Di filmên xwe de; qala mijar û kirûyên (diyarde); hez, dilsozî, evîn, têkiliyên malbat, bawerî, xweza, mirovahî, şer, hêjarî, penaberî, aşîtî, dîrokî û jiyanê’ kir û hest û ramanên ên êş, şadî, hesret û hêviyê mirovahiyê û nîşan dida.

Bi filmê xwe ya “The Virgin Spring (1960)” re, Xelatê Oscara ya ‘Filmê Biyanî ya Herî Serketî” wergirtî. Heman serkeftin di filmên din ên Derhêner Ingmar Bergmanê ve de jî berdewam kir. Bi filmê xwe ya “Persona (1966) di nav temaşevan û derdorên sînemayê de bandoreke mezin lê kir.

Filmên derhênerê cîhanê Ingmar Bergmanê yên gelek tê zanîn û nasîn;

“Through a Glass Darkly (1961)”, “Fanny and Alexander (1982)”, “Cries & Whispers (1972)”, “Wild Strawberries (1957)”, “The Seventh Seal (1957)”, “Winter Light (1963)”, “Tystnaden (1963)”, “Shame (1968”, “Höstsonaten (1978)”, “Saraband Sarabanda (2003”

Nîşe: Ev nivîs di hejmara yekemîn a Kovara “Di Pêş” (Rezber / 2018) de hate weşandin.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights