Ana SayfaÇAND HUNERYEKEM DERHÊNERA JIN: ALICE GUY-BLACHÉ

YEKEM DERHÊNERA JIN: ALICE GUY-BLACHÉ

Rumet Onur Kaya / Hemû nivîsên ê nivîskar

Di dîroka mirovahiyê de Keçan û Jinan, bi piranî di siya Baviksalarî de mayîne, ked û xebatên jiyanên wan nehatine dîtin an jî bi temamî hatine veşartin û zext û tundên giran dîtine.

Di hemû warên jiyanê de; Ramangêr, Wêjekar, Hunermend, Zanyar, Fîlozof û Sînemavanên Jin ên mezin derketine, xebat û kedên Jinan ji bo jiyanê bûne jêderk û jiyan. Yek ji wan Jinan jî Yekem Derhênera Jin Alice Guy-Blaché ye û heta niha tê zanîn ku zêdetirî wê bi sedan filman (Kurtefilman/Filmên Dirêj) kişandiye.

(Tarnished Reputations – (1920)

Sînemavan di heman demê de, di dîroka sînemayê de, yekem fîlmê çêkirî-biçîrokî (sêwirî) jî kişand û Stûdyoyên filman vekirî.

Derhêner Alice Guy-Blaché Blaché, di 1’ê meha Tîrmehê sala 1873’ê de li Parîsê dayîk bûye, Dayîka wê di saziyekê alîkarî de xebitî, Bavê wê jî Pirtûkfiroş bû, çar zarokên wan hebûn.

Alice Guy-Blachê, di sala 1897’ê de di pargîdaniyeke (şîrket) ku kamêra û ekîpmanên fîlman çêdike û difiroşe de weke Daktîlograf û Sekretêr xebitî û piştre heman pargîdanî dest bi karên film kişandinê kirin û vê derê ji bo Alice derfetên mezin anî. Alice Guy Blaché, di dîrokên 1897 û 1906’ê de produktorî kir û bi tenê di navbera van salan de (navên hin filman wiha ne; “La Fée aux Choux (1900)”, “Lumière’in Arroseur Arrosé filmi (1897)”, “La Vie du Christ’in (1898-99)” ) nêzî sed fílman kişandine.

Yekem Derhênera Jin Alice Guy Blaché, di sala 1906’ê de kameravanekî bi navê Herbert Blaché re zewicî û bi hev re çûn New York’ê. Piştî dayîkbûna keça xwe, Alice di sala 1910’ê de li DYAyê pargîdaniya xwe ya produksiyonê ava kir û filmê wê ya bi navê “Solax” ji aliyê temaşevanên sînemayê ve gelek eleqeyan dîtin.

Derhêner Alice di van salan de wekî “Guy Blancé da A Child’s Sacrifice (1910)” û “Dick Whittington and his Cat (1913)” gelek filman kişandin û ji ber qeyrana aboriyê şîrketa xwe girt û di sala 1913’ê de bi navê “Blaché Features” pargîdaneke nû saz kir û filmên nû bi rêve bir. Alice, di sala 1922’ê ji hevsera xwe veqetî û digel keça xwe çûn Fransayê û li vê derê endustriya filman ji wê qebûl nekirin û ji ber van sedeman nikarî bû karê xwe yên sînemayê berdewam bike.

Derhêner piştî demeke, dest bi nivîsandina Pirtûkên Zarokan ve dikir. Di sala 1953’ê ji Hikûmeta Fransayê, “Legion d’Honneur” (Nîşenaya Rûmetê), dan wê. Di dîroka 1964’ê dîsan vegerî DYA’yê, li cem keçeke xwe de jiyana xwe berdewam kiriye û piştî vê demê jî li New Jerseyê di Aramxaneyekî de ma û di 95 salî xwe de jiyana xwe dest da.

Filmê bi navê “La Fêe Aux” ya Derhênera Jin Alice Guy Blaché’yê yekem filmê çêkirî ye. Li gorî hin çavkaniyan, di 1906’ê de filmê bi navê “La Fée Printemps” yek ji filmên bireng ên dîroka sînemayê kişandiye.

Mirina Derhênera Jin Alice bêdeng bûye û filmên wê di cîhana baviksalarî de ne hatine dîtin. Sînemavan Alice, di jiyana xwe ya huner û sînemayê de, li gorî agahiyên fermî nêzî 350 filman kişandiye (li gorî hin jêderkan ev hejmar zêdetirî 1000 in).

Derhêner Alice wek fikr û ramanê nêzî nêrînên Femînîzmê bû, bi filmên xwe ve bû dengê qîrîn û têkoşîna mafên Jinan, xebat û kedên ên jiyanên jinan di perdeya spî de nîşan dida.

“Bi hêviya şînbûna jiyaneke û dahatuyeke xweştir û qenc, “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Pîroz Be!”

Hin filmên Yekem Derhênera Jin Alice Guy-Blaché:

La Fée Aux Choux (The Cabbage Fairy) – (1896)

Chirurgie Fin De Siècle – (1900)

The Consequences of Feminism (In the Year 2000) – (1906)

Tarnished Reputations – (1920)

Fîlmên din ên Derhener Alice: Google.com/Alice Guy-Blachè Films

Jêderkan:

“Sinema Tarihinin Ilk Kadını: Alice Guy-Blache” / Ceyda Canbey

“Derhênerên Sînemayê Jin ên Cîhanê” (Dünya Kadın Sinema Yönetmenleri)

Nivîskar/Amadekar: Gabrielle Kelly û Cheryl Robson

Wergêr: Nazli Pakkan

Weşanxane: Agora Kitaplığı

400 Rûpel

http://m.bianet.org/biamag/toplumsal-cinsiyet/184363-kurmaca-film-ceken-ilk-yonetmen-bir-kadindi-alice-guy-blache

Dîrok: 7’ê Reşemiya 2019

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights