Ana SayfaÇAND HUNERKEZIYÊ PORÊ Û RENGÊ DILÊ RONAHÎ...

KEZIYÊ PORÊ Û RENGÊ DILÊ RONAHÎ…

Di erdên taxê de, li dû hebên dilopan re avên baranê wekî ku neynikeke birqok û piçek keldûmanî, xwe xuya dikiribûn. Dirêjbûna tariyê û bêrengiya hewayê, mîna mij û dûkêla sibê zû derdikevî  bûn û dengê recifîna wezîna bayê, di demjimêrên êvarê û şevê de digerî bû…

Rumet Onur Kaya Hemû nivîsên ê nivîskar

Bi êşan û şahiyan ve diherike robarê demê, dilê xwezayê û demsalên sedsalan li hêviyê bişir û keniyên biharê bûn…

Ew gava ku malê xwe diçe di rê de li dû hev, zarokekî piçûkê ku di destê wî de selpakan hene û jinikeke ku di hembêza wê de pitikek xuya dikin, dîtin.

Gavên xwe zêde û sixlet kir û di darên bidor de, dengên gurgurîna û ketina pelên payîzê hatibû.. Rûyê danê êvarê nîvê hîv, nîvê jî lambeyên şevê ku carinan pê dikevin, ronî kiribûn.. Keçika piçûk dixwazê bû ku porên wê, di wezîna bayê de bifirîn û ji tayên pirçên xwe li gorî dilê xwe dirêjtir bikî…

Di nav wan fikran de gihiştî bû malê xwe û tiştên ku bi xwe re anî bû, pêşî wan dana li ser maseyekê piçûkê û ciyên wan. Ew rojê ji malê wan re gelek mêvanan hatibûn, bi ser de di rûyên malbatê wê de jî cihêrengiyeke ecêb û bêruh hebû û ji ber nikarî bû ji vê rewşê wateyeke bide…

Derî malê hate vekirin û li dû hêwirzeyeke kurt çêbû… Deng her ku diçe kêm bûbû lê dîsa jî ji salonê re dengên nîvxuya hatibûn. Dayika wê destê keça xwe hilgirt, germiya dilê xwe da wê û wê bir mezela ya keçikê. Demeke kurt di nav ew bêdengiya bêrengî de, li hev nihêrin û wê rûyê dayika xwe ji camê paceyê de diyar dike, dît û rêçên rûyê wê xembar bûn.

Dayik bi destê xwe re zarokê xwe hembêz kir û ji bo kêliyek ji camê paceyê nihêrî, di destekî wê de çîteke reng reş hebû, hilma bayê û bêrengiya şevê diwezî bûn. Li dû, di berîkê xwe de meqeseke wekî rengê zîvê ye, derxist û wek bêdil û dilsojê hêdî hêdî keziyê porê keça xwe birî û ji her du çavên wê de dilopan ketin erdê re û nava dilê wê digirî bû…

Dengên ku ji salonê malê de hatibûn, her diçe bilindbûn û çik çikên tirîk û xulekjimêrê hatibû bihîstin.. Nizanî bû demjimêr çend bû, piçekî jî bêdeng bû şevê, dengan her ku diçe kêmtir bû…

Zarok, di bêdengiya danê êvarê de, dengê bayê û hilma baranê fikirî bû… Herî bêdeng bû şev, bi tenê dengên henase girtinên xwe û hilma baranê bihîstî bû… Rengê roniyên stêrkan û hîvê temaşe kir, mijeke dirêj hebû di demê şevê de, şev hêvya germa taverojê bû…

(Ev Kurteçîrok, ji bo dil û bîranîna ên hemû Jinên û Zarokên Welatê û Cîhanê re hate nivîsandin.)

Wêne: Derhênerê Navdar ê Cîhanê Abbas Kiarostemî

Dîrok: 01.11.2018

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights