ANASAYFAKÜRDİSTANDi ser karesata Enfalê re 38 sal derbas bûn: Jenosîda 182 hezar...

Di ser karesata Enfalê re 38 sal derbas bûn: Jenosîda 182 hezar Kurdan

Operasyonên Enfalê yek ji hovtirîn tawanên leşkerî bûn ku di pêşerojê de di sala 1988an de ji aliyê rejîma Beasê ve li dijî Kurdan hatin kirin.

Ev pêvajoya komkujiyê ku bi heşt qonaxan temam bû, bi beşdariya hemû hêzên fermî yên serdemê (Feyleqa 1ê ya Kerkûkê, Feyleqa 5ê ya Hewlêrê, hêzên asmanî, hêzên taybet, cerdevanên komarî û yekeyên çekên kîmyawî) hat meşandin.

Pêvajoya Enfalê û birêvebirên wê

Pêvajoya Enfalê tawneke jenosîdê bû ku rejîma berê ya Îraqê bi serokatiya Sedam Husên li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê pêk anî.

Birêvebirina vê pêvajoyê ji aliyê “Elî Hesen El-Mecîd” (Cehşê Kîmyawî) ve hat kirin ku wê demê Sekreterê Ofîsa Bakur a Partiya Beasê bû.

Her wiha Wezîrê Parastinê yê wê demê “Sultan Haşim” serokatiya hemleyên leşkerî dikir.

Qonaxên Enfalê

Ev operasyon ji aliyê Feyleqa 1ê û 5ê ve ku baregehên wan li Kerkûk û Hewlêr bûn hatin kirin û bi heşt qonaxan bi dawî bû:

Qonaxa Yekem: Li herêma Silêmaniyê pêk hat. 3 hefteyan ajot û tê de herêmên Sergelû û Bergelû bûn armanc. Ev qonax 23ê Sibata 1988an dest pê kir û 19ê Adara 1988an bi dawî bû.

Qonaxa Duyem: Li herêmên Qeredaxê, Baziyan û Derbendîxanê hat pêkanîn. 22ê Adarê dest pê kir û 1ê Nîsana 1988an temam bû.

Qonaxa Sêyem: Herêmên Germiyanê, Kelar, Kifrî, Bawenûr, Duz, Sengaw û Qadir keremê li xwe girt. Ev qonax 20ê Nîsana 1988an dest pê kir.

Qonaxa Çarem: Li herêmên Zapê, ango Koya, Teqteqê, Axceler û Nawşiwanê hat pêkanîn. Ev qonax di navbera 3 û 8ê Gulana 1988an de bû.

Qonaxên Pêncem, Şeşem û Heftem: Herêmên Şeqlaweyê û Rewandizê ketin ber pêlên Enfalê. Ev qonax ji 15ê Gulanê heta 26ê Tebaxa 1988an berdewam kir.

Qonaxa Heştem: Qonaxa dawî bû. Herêmên Badînan, Amêdî, Akrê, Zaxo, Şêxan û Duhokê li xwe girt. Ev qonax ji 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona 1988an ajot.

Encamên karesatê

Di encama van operasyonên leşkerî de, zêdetirî 182 hezar Kurd bûn hatin qetilkirin.

Hemû gundên wan herêmên ku Enfal lê hatibû kirin hatin wêrankirin.

Hejmareke zêde ya Kurdan di girtîgehên leşkerî de –wekî mînak girtîgeha hov a Nugre Selmanê– canê xwe ji dest da.

Her wiha rejîma Beasê ji bo kontrolkirina Kurdan gelek “kampên bi zorê” ava kirin ku ev yek bû sedema gelek pirsgirêkên civakî û aborî.

Pêvajoya Enfalê li gorî pîvanên cîhanî tawneke navneteweyî û jenosîd e.

Di 5ê Kanûna Pêşîn a sala 2012an de, Parlamentoya Swêdê operasyonên Enfalê wekî jenosîda li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê nas kir.

Çavkanî: Rûdaw

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

AKTÜEL