ANASAYFAKÜLTÜR SANATWeysî Varlı: ​Hêviya di Dilê Min De; Di Muzîka Kurdî de Vegera...

Weysî Varlı: ​Hêviya di Dilê Min De; Di Muzîka Kurdî de Vegera li Kokan û Hafizaya Deng

Zarokatî: Landika Hafizaya Muzîkal

​Zarokatî, ne tenê qonaxa destpêkê ya têkiliya mirov a bi muzîkê re ye; di heman demê de tebeqeya herî kûr, mayinde û li ber xwe dide ye. Mirov bi kîjan sewtê mezin bibe û bi kîjan stranan wateyê bide gerdûnê, guhê wî her tim li lêgerîna wî dengî ye. Cîhana min a bihîstinê jî hîn di temenê biçûk de, bi dengê bilûra bavê min û bi strana “Delal” a min ji devê meta xwe bihîst teşe girt. Ev deng ji bo min ne tenê bîranînên kesane bûn; ew, xuyabûna dengê erdnîgariyekê, nasnameya gelêrî û hafizayeke kolektîf bûn.

​Dema em kevneşopiya veguhastina devkî û pratîka îcrayê ya di nav malbatê de —ku bingeha muzîka Kurdî ye— bînin ber çavan, em dibînin ku ezmûnên dengî yên zarokatiyê di avakirina nasnameya muzîkal de diyarker in. Kevneşopiya Dengbêjiyê, ne tenê qada hunermendên profesyonel e; ew perçeyekî malê, zeviyê, dawetê û şînê ye. Lewma ew awaza ku li guhê zarokekî rûdine, ne tenê stranek e; zimanek e, şêwazekî vegotinê û nexşeya xeyalên wî yên li ser dinyayê ye.

Radyoya Rewanê û Gerdûna Dengê Windabûyî

​Di salên ciwantiya min de, ev gerdûna dengî ya kûr bi saya Radyoya Rewanê (Radyoya Erîwanê) ber bi erdnîgariyeke firehtir ve vebû. Radyoya Rewanê ji bo nifşê me ne tenê frekansek, lê mekanekî hafizayê bû ku ji derveyî sînoran dihat. Bi taybetî strana “Bêrîvanê” ya Efoyê Esed û “Miho” ya Fatma Îsa ku di dilê mirov de kul vedikirin, di hundirê min de lerzeke kûr çêkir. Tiştê ku ev hejandin kûrtir dikir jî, sewta mey û dûdikê ya şewat û herikbar bû ku ji nav wextê parzûn bibû û dihat.

​Mey û dûdik, mînakên herî berbiçav ên danûstandina dîrokî û estetîk a di navbera çanda Kurdî û Ermenî de ne. Ev amûr hilgirên şînê, koçê, berxwedanê û bîra kolektîf in. Dengê ji van amûran derdikeve, wan hestên ku peyv nikarin îfade bikin vedibêje. Ji ber vê yekê mey û dûdik, ji îcrayeke teknîkî wêdetir, çîrokbêjên hafizayê ne.

Krîza Modernîzmê û Standartkirina Deng

​Bi salan guhê min li van dengan geriyan. Ev lêgerîn ne nostaljiyeke hêsan, lê hewldanek bû ji bo şopandina berdewamiya çandî. Mixabin, bi bandora modernîzmê, bajariyê û pîşesaziya muzîka populer, di muzîka Kurdî de guhertinên krîtîk çêbûn. Ev guhertin bûn sedem ku teknîkên îcrayê yên herêmî û strukturên mîkrotonal li paş bimînin.

​Bi taybetî meyla “standardkirinê” ya di dengê jinan de, yek ji qadên herî bi pirsgirêk e. Têgihiştina vokalê ya “navend-Stenbol” ku xwe dispêre pergala temperaman û hilberîna dengê “tîpîk/duz” esas digire; lîstikên qirikê û devokên herêmî yên di cewherê dengê jina Kurd de hene, ji holê rakirine. Ev ne tenê windabûneke estetîk, lê xuyabûna windabûna hafizayeke çandî ye.

Hêviya Nû: Dengbêj Havîn û Egîdê Çetîn Xoce

​Tam di vê çarçoveyê de, du hunermendên ciwan bûn sedem ku fikarên min cihê xwe bidin hêviyê.

  • Dengbêj Havîn: Tiştê ku min di dengê wê de bihîst, şêwazê devoka Serhadê û struktura qirikê ya herî saf bû. Di îcraya wê de, yapıyeke mîkrotonal a ku heta nuanseke herî biçûk hatiye parastin heye. Ev deng lîlandina jina Kurd, lorîka wê, şîn û berxwedana wê bi hev re hildigire. Dengê wê ne li gorî modayên populer e û ne jî qirikeke “Tirkîzekirî” ye. Di dengê wê de bîreke ku bi nifşan hatiye veguhastin zindî dibe.
  • ​Egîdê Çetîn Xoce: Performansa vî lîstikvanê meyê yê ciwan mînakên referans ên wekî Civan Gasparyan û Egîdê Cimo tîne bîra mirov. Dengên ji meyê Egîd derdikevin pir zelal, hevseng û xwedî kûrahiyeke hestiyar in. Ew ne tenê îcraciyekî teknîkî, hilgirekî hişmendiya estetîk a qedîm e. Egîdê biçûk li ser şopa Egîdê Cimo û Cemalê Ezîz dimeşe; bila çavên wan li dû wan nemînin. Mey û dûdika wan di destê şopdarê wan de bi heman sewtî deng vedidin.

Ber bi Paşerojê ve bi Kokên Qedîm

​Dema min ev her du hunermend guhdar kirin, bersiva pirsa min a “Gelo dê dengbêjên wekî Fatma Îsa û Meyrem Xan careke din werin?” hat dayîn. Lê belê, ji bo ku ev hêvî domdar be, divê ev hunermend ne wekî “îstîsna” werin dîtin. Pêdivî bi xwedîderketineke sîstematîk, qeydkirina akademîk û piştgiriya saziyan heye. 

​Guhdarkirina van her du ciwanan, nîşaneya wê yekê ye ku muzîka Kurdî bêyî ku koka xwe qut bike, dikare ber bi paşerojê ve bimeşe. Heta ku ev deng hebin, baweriya min a bi hebûna vê muzîkê û vê çandê dê her tim geş bimîne.

Kaynak: Kurdi arşivleri – Nupel

GIŞTÎ