Ana SayfaCÎHANXwepêşandanên Gireyî yên li Seranserê Îranê di Roja 33’an de Didomin

Xwepêşandanên Gireyî yên li Seranserê Îranê di Roja 33’an de Didomin

Li gor ragihandinên bizavkaran û nûçeyên ser medya civakî yên Îranê doh şev û îro li Tehran, Senendec û Dehgolanê xwepêşandanên girse berdewam kirin û xwendekaran li gelek zanîngehan çalakî dar xistin.

Vîdyoyên ser medya civakî nîşan didin ku bi sedan kes bi qîrînên wek “Mirin ji Dîktatorîyê”, “Mirin ji Xamineyî re ” û “Jin, Jiyan, Azadî” li kolanan dimeşin.

Di xwepêşandanan de wek her roj daxwaza têkçûna rejîma olî ya dewleta Îranê û têkbirina Xameneyî dubare kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê (IHR) ku navenda wê li Oslo ye, do Çarşemê ragihand ku alozî bi taybet li heremên Kurdan zêde bûne û hêzên Komara Îslamî li van hereman dijî xwepêşanderên Kurd eciqandineke tund pêk tine.

Hêzên ewlehîyê yên Îranê dijî xwepêşanderan gaza hêsir û rêkên din yên tepeserkirinê bi kar tînin.

Rexistinên mafên mirovan dîyar dikin ku di eciqandina xwepêşandanan de, xencî polîsan, milîsên Besîc, ku hêzeke girêdayî Pasdaran e, jî roleke girîng dilîzin.

Civata mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY), doh Çarşemê tepeserkirina tund ya xwepêşandanan ji alîyê Îranê ve wek binpêkirina qanûnên navneteweyî şermezar kir.

Civata NY hevdem bang li karbidestên Îranî kir ku eciqandina xwepêşandarên aştiyane, demûdest bi dawî bikin.

Li Îranê telefon û internet ji destpêka xwepêşandanan di 16’ê Îlonê de û vir ve, gelek caran hatine asteng kirin

Hejayê gotinê ye ku ji 16’ê Îlonê vir ve, jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî, li seranserê Îranê û bi taybet jî li eyaleta Kurdistanê xwepêşandanên girseyî didomin.

Kuştina Emînî li Îranê bû sedema xwepêşandanên berfireh û bertekên tund yên navneteweyî ku hîn jî didomin.

Rexistinên mafên mirovan didin zanîn ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve herî kêm 250 kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights