Ana SayfaÇAND HUNER“WARÊ MIN Ê ÎSOTA ŞÊRÎN”; DENGÊ QÎRÎNA QENCAYÎ, XWEŞIKAHÎ Û RASTÎNÊ…

“WARÊ MIN Ê ÎSOTA ŞÊRÎN”; DENGÊ QÎRÎNA QENCAYÎ, XWEŞIKAHÎ Û RASTÎNÊ…

Fîlmê “Warê Min ê Îsota Şêrîn”, ji hêla çîrok û mijarê ve wekî filmên din ên Derhênerê Navdarê Kurd Hiner Saleem filmeke girîng û watedar e û Derhêner bi kamera xwe û zimanî sînemayê ve atmosfereke bandorker û resen afirandiye.

Rumet Onur KAYA / Hemû nivîsên ê nivîskar

Di nav herîkina çîroka filmê de, mirov rengê dilê çar Zaravayên zimanê Kurdî dibîne. Hilm û rengên xwezayê, dengê avên Robarê û piran, siyên Sînor û Jiyanê qor bi qor xuya dibin. Serlîstikvanên filmê  “Govend” û “Baran”, dengê qîrîna qencayî, xweşikahî û rastînê ne. Di herîkina fîlmê de çavên dilê evîneke jidil şîn tê û rengê bihara xwe tîne.

Di van salên dawiyê de min gelek filman temaşe kirin û li ser van difikirim. Filmê “Warê Min ê Îsota Şêrîn”, wekî çîrokên fîlmên; “Kilama Dayîka Min”, “Kaygı”, “Zer: Evîna Kî?”, “Teredût”, “Baskên Bavê Min”, “Bîranînên Li Ser Kevirî”, “Dengê Bavê Min”, “Bekas”, “Nefesim Kesilene Kadar”, “Gênco”, “Derbûyina Ji Buhiştê”, “Toz Bezi”, “Koca Dünya” gelek bandorên mezin bi min lê kirin.

“Warê Min ê Îsota Şêrîn”; weke çîrok, mijar û pevxistinê filmeke resen û jidil e û êş, şadî, hêvî û bêrîkirinên ên jiyanê nîşan dide û di hiş û bîrên temaşevanên sînemayê de asoyên nû vedike…

Fîlmê “Warê Min ê Îsota Şêrîn”; di warên xwezaya jiyanê de, bi peyv û newayên ên zimanê rastînê û wijdanê ve diaxive… Dengê rengê dilê vê dibe ronahî û wekî biharê vedibe…

Di fîlmê “Warê Min ê Îsota Şêrîn” de wekî lîstikvanên navdar; Golshifteh Farahani, Aslan Korkmaz, Suat Usta dilîzin.

Derhênerê navdar ê Kurd Hiner Saleem bi fîlmên xwe yên wekî “Votka Lemon” (2003), “Kilometre Zero” (2005), “Dol” (2007), “Dar Elbise” (2016) ve tê naskirin.

Fîlmê dawî yê Derhêner Hiner Saleemê “Qui a tué Lady Winsley ?” di sala 2018’ê de hatibû kişandin.

Fîlmografîya Derhêner Hiner Saleem: https://m.imdb.com/name/nm0757954/

“Warê Min ê Îsota Şêrîn” (My Sweet Pepper Land / Tatlı Biber Diyarım) – 2013 / Hiner Saleem û Senaryo: Hiner Saleem, Antoine Lacomblez

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights