Ana SayfaJIN‘TÊKILIYA ÊRÎŞA PALMÎRAYÊ BI HELEBÊREHEYE’

‘TÊKILIYA ÊRÎŞA PALMÎRAYÊ BI HELEBÊREHEYE’

Serokê OSPê Sinan Çiftyurek diyar dike ku têkiliya êrîşên DAIŞê yên li Palmîrayê bi rewşa Helebê re heye. Çiftyurek dibêje ku bi kontrolkirina Helebê re hevsengî bi aliyê hêzên rojhilat ve guheriye.
Artêşa Sûriyê bi piştevaniya hêzên asmanî yên Rûsyayê sedî 98ê Helebê kontrol kir. Piştî bihîstina kontrolkirina bajêr li gelek deverên bajêr pîrozbahî hatin çêkirin. Beriya ku Heleb bi giştî têkeve destê Artêşa Sûriyê bi çend rojan DAIŞê êrîş bir ser bajarê kevnare Palmîrayê. Palmîra di meha Adara 2016an de ji destê DAIŞê hatibû derxistin lê çend roj berê DAIŞê careke din bi hêzeke mezin êrîşî ser wir kiribû.

‘MÛSIL JÎ BI HEMAN AWAYÎ YE’

Serokê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP) Sinan Çiftyurek êrîşa DAIŞê ya li ser Palmîrayê, bi pêşketinên li Helebê ve girê dide. Çiftyurek balê dikişîne ser rewşa Helebê û wiha dibêje: “Li gorî nêrîna min, dixwaze bibêje ku ‘heke hûn li Helebê zorê bidne min û hûn Helebê bigrin, hûn êrîşî Reqqayê bikin, ez ê jî êrîşî Palmîrayê bikim.’ Ya duyemîn jî DAIŞ bertek dide tiştekî din. Ew jî Mûsil e. Heke ku hêzên rojhilat ku serkêşê wê rûs in û hêzên rojava ku serkêşê wê Amerîka ye li Mûsil û Helebê, gav bi gav cî û warê DAIŞê teng bikin, DAIŞ wê êrîşî Palmîrayê jî bike û wê bûyerên xwekujiyê jî bike.”
‘DIBE KU KURD Û EREB WERIN BERANBERÎ HEV’

Çiftyurek destnîşan dike ku heke Artêşa Sûriyê kontrola Helebê bi giştî bixe destê xwe wê hevsengî ya di navbera hêzên rojhilat û rojava de, ber bi hêzên rojhilat ve biguhere. Çiftyurek balê dikişîne ser rewşa Rojava û kurdan û wiha berdewam îdia dike: “Heke Heleb têkeve dest rejîmê, yek denga şer di navbera hêzên rojhilat û rojava de bi ber hêzên rojhilat de tê guhertin. Ya duyemîn ji bo kurda girîng e, heke rejîm mesela Helebê safî bike îro sibe, ihtimale ku vegerin ji kurdan re bibêjin jixwe ez bi xwe vekişiyabûm ji Kurdistanê û hûn jî çekên xwe berdin. Îro li Helebê li taxa Şêx Meqsûdê hêzên kurdan hatine dorpêçkirin. Heke hêzên muxalif ji holê bi temamî rabin, dimîne hêzên PYD û YPGê. Wê çaxê ihtimale şerekî mezin di navbera ereb û kurdan de çêbibe. Min di serî de got, li Iraqê DAIŞê ji holê rakin wê kurd û ereb werin hemberî hev. Li Sûriyê DAIŞê ji holê rakin, cardin kurd û ereb wê werin hember hev. Cardin şerê mezin wê di orta kurd û ereban de çêbibe. Amerîka naxwaze ji rojekê pêş de bi vê vebijarkê re rûbirû bimîne, ku ew ê ereban tercih bike an kurdan tercîb bike. Ji ber wê dixwaze ev mesele hinekî dirêj be.”
https://krd.sputniknews.com/rojhilatanavin/201612134882051-Palmira-Heleb/

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights