Li Duhokê di encama teqîna tankeke gazê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn, rewşa hin birîndaran giran e. Herwiha zirarek mezin gihîştiye avahiya ku teqîn lê çêbûye û avahiyên derdorê jî zirar dîtine. Parêzgarê Duhokê jî dibêje, du ji kesên canê xwe ji dest dane, efser û polîs in.
Duhok - Li navçeya Batîfa ya ser bi Zaxo v eli Duhokê, artêşa Tirkiyê nahêle xelk biçe hinek gundan. Qaymeqamê Batîfa dibêje, ji ber şer û metirsiya bombebaranan daxwaz ji xelkê 12 gundan hatiye kirine ku neçin nava gundan. Zarokan jî di warê derûnî de ziyaneke mezin ji şer dîtine.
Serîlêdanên 7'emîn Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Duhokê di 1'ê meha Avrêlê de dest pê kir û li benda film û belgefîlmên Derhêneran e. Mîhrîcana Fîlman a Duhokê îsal di navbera dîrokên 9-16'ê meha Îlonê (Rezber) de dê bê lidarxistin.